DI NAV KITÊVEKE KEVNARE DE HELBESTEKE FEQÎYÊ TEYRAN

DI NAV KITÊVEKE KEVNARE DE HELBESTEKE FEQÎYÊ TEYRAN

Mihemed Erzurum

Ez carina ku diçim ber kitêbxaneya mala me, li nav rûpelên kitêvên kevnare, ên ji tirsa romê ku di bin erdê de rûpel heşifî, di kadîn û merekan de qalikên mişkxwarî dinihêrim, li destnivîsên kevin digerim.

Dema ku destnivîseke wê demê dibînim, mîna ku min xizne û defîne dîtiye şadibim.

Wê rojê dîsa di nav rûpelê kitêvekê de ez rastî destnivîsekê hatim, nivîsar û xet ne yên bavê min e, xuya ye ku dema feqîtiya kalê min de ewî nivîsiye.

Destnivîs helbesteke Feqiyê Teyran e. Ger ne şaş bim, bi texmîn di 1930-35 de hatiye nivîsîn.

Werger û tîpguheziya helbestê me çêkir

 

FEQÎ Û BILBIL

 

Bilbil dibê awazan

Xirab carek xweya kir

Bes bike van şi’r û sazan

Ateş li min te rakir

Çend didî fir û bazan

J’te ra nîn in çu agir

J’te ra nîn’e çu pêt e

Tu carek pir ezab î

Yeqîn te yek divêtin

Kifş e tu halxerab î

Bilbil dibê em êdî nabin

Em pir dibînin biharan

Mecrûhek bêtebîb im

Di van leyl û neharan

Ji dosta xwe re xerîbim

Zêde ji îşqa yaran

Kesê bieşq û muhbet

Eger bidil yekî dihebînî…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev