”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 65

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 65

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin August Dementyevîç Jaba (1801-1894) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Avgust Dementyevîç Jaba (1801–1894)

Dîplomatê Rûsîyayê, zanyar-rohilatzan, yek ji bingehdarên kurdzanîya Rûsîyayê û Awropayê

 

Avgust Dementyevîç Jaba (Auguste Jaba) sala 1801ê li bajarê Kreslavlê, devera Dvînê, li xantîya Bitebskê (niha bajarê Kraslava li Latvîyayê) di mala torinên Belorûsîyayê da ji diya xwe bûye. Binemala binavûdeng, ku nîşana wan ya torinîyê hebûye û esilê wan ji mîrlawê Smolenskê Konstantîn Jaba ye, ku di sedsala 15an da jîyaye, li Rûsîya Împêratorîyê ew nav wek beşa 6an ya zureta navdar di kitêba rikneta herêmên Vitebskê û Kovenskê da cî girtîye.

A. D. Jaba piştî xilazkirina Zanîngeha Vilenê û beşa xwendina Zimanên Rohilatê ya li rex Wezîreta Karên Der ya Rûsîyayê zêdeyî deh salan li konsûlxaneyên Rûsîyayê yên Yeffayê, Salonîkan û Smîrnê (Îzmîrê) wek dragoman (wergervanê ji zimanên Rohilatê) xebitî. Sala 1848an ew wek konsûlê bajarê Erzurumê kar kir. Piştî ew tevî şerê Qrîmê yê salên 1853-1856an bû, careke din vegerîya ser karê xwe yê konsûlîyê li Erzurumuê. Bi sipartina serekê Mûzêya Asîyayê B. A. Dorna seredana Kurdistanê kir, li wir bi zanyarê kurd Mehmûd Bayezîdî û ronahîdar Ahmed-xan ra bû nas; fêrî zimanê kurdî bû, bona Akademîya Zanyarî ya Împêratorîya Rûsîyayê destxetên kurdî berev kirin.

A. D. Jaba bi alîkarîya Mehmûd Bayezîdî berevoka çîrokên kurdî amade kir, û di wê da herwiha wergera fransî ya destana şairê kurd yê bi navûdeng di sedsala 17an da Ahmedê Xanî ya bi navê “Mem û Zîn” û nivîsên derheqa edebîyeta kurdî ya sedsalên navîn hatine çapkirinê. Berevok di sala 1860î da hate çapkirin.

Sala 1866an A. D. Jaba teqewût bû û li Smîrnê (Îzmîrê) bi cî bû, tevaya wextê xwe da amadekirina ferhenga kurdî. Ferheng gerekê ji du beşan bûya: fransî-kurdî-rûsî û kurdî-fransî-rûsî. Sala 1879an berhema A. D Jaba ya pirsale wek ferhenga kurdî-fransî ji alîyê Akademîya Zanyarî ya Împêratorîyê da hate weşandin. Di ferhengê da çavkanî hatine destnîşankirinê ka kîjan gotin ji kîderê hatîye hildan.

Bi xebatên xwe va A. D. Jaba bingehê zanyarî saz kir bona pêşketina kurdzanîya Rûsîyayê wek ulmê serbixwe. Li ser bingehê koleksyonên wî di paşdemê da sertacên edebîyet, dîrok û êtnografîya kurdan hatine çapkirinê.

A. D. Jaba bi çend orden û medalyayên Rûsîyayê, Tirkîyê û Fransayê va hate xelatkirin. A. D. Jaba sala 1894an li Smîrnê (Îzmîrê) wefat bû. 

Berhemên sereke yên A. D. Jaba

Jaba, A. Ballade kurde recueillie et traduite par A. Jaba et communiquée par M. de Tchihatcheff // Journal Asiatique. Sér. 5. 1859. T. 14. P. 153–166.

Jaba, A. de. Recueil de notices et récits kurdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan / Réunis et traduits en français par M. Alexandre Jaba, consul de Russie à Erzeroum. Saint-Pétersbourg, 1860.

Jaba, A. de. Dictionnaire kurde-français / Publié par ordre de l’Académie Impériale des Sciences par M. F. Justi. Saint-Pétersbourg, 1879.

Jaba, A. Ghevri et ses chansons extrait de histoire moderne de Kurdistan (manuscrit) par Mahmoud Bazidi // Bulletin de l’athénée oriental. № 3. Paris, 1881. P. 145–158.

 

Lîteratûra hatîye bikaranîn

Жаба К. Письмо к редактору // Кавказ. 1879. № 8 (12 янв.). С. 3. О словаре курдского языка, составленном А. Жабой.

Курдоев К. К. Курдско-русский словарь. М., 1960.

Мусаэлян Ж. С. Курдская рукопись середины XIX в. из фонда В. Ф. Минорского ИВР РАН // Чтения памяти В. Ф. Минорского (1877–1966). Источниковедение и историография стран Ближнего и Среднего Востока. Международная научная конференция (Санкт-Петербург, 8–9 октября 2013 г.): Тезисы и статьи / сост. и ред. И. В. Базиленко, О. А. Воднева, А. И. Колесников. СПб., 2013. С. 125–128.

Руденко М. Б. Коллекция А. Д. Жаба (курдские рукописи) // Труды государственной публичной библиотеки им. М. Е. Салтыкова-Щедрина. Т. 2. Л., 1957. С. 165–184.

De Testa, Marie, Gautier, Antoine. Auguste de Jaba (1801–1894), diplomate orientaliste russe et la connaissance de la langue kurde // Drogmans et diplomates européens auprès de la Porte ottoman. Istanbul, 2003. P. 441–461.

Zaborski A. Polish Pioneers of Kurdology: Chodźko and Źaba // Kurdish Facts and West Asia Affairs. Published International Society Kurdistan. Amsterdam, 1961. № 9/10. Р. 29–30.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev