Donê Fisteqên Sûdanê

Donê Fisteqên Sûdanê

Muhemed Şerîf Cilînî

Fisteqên Sûdanê (Baqilên Sûdanê) li Başûrê Amerîkayê hatiye dîtin û ji wir belav bûye deverên cîhanê. Fisteq ji du beşên sereke ye – qlikek sist û dendikên di nav de. Qlik (20-30%) ji fisteqê ye û qinikên dibe hejmara wan bighêje (6) qinikan (70-80%) ji fisteqê ye.

Ev celeb pir dewlemend bi donê li dora (45-55%) piranî di qinikên fisteqê de û hem bi Proteîn li dora (25-34%) da beş dibe di navbera qalik û qinikan de.

Qinikên fisteqê Sûdanê weke çerezan têne xwarin piştî sorkirin û xwê kirinê, û hem dikeve amadekirina hevîrokan û Hêrdiya (Tehîne ) Fisteqan ji ber Hêrdiya Kunciyan, lê bi serekî ji bo wergirtina don û kisbe, bi kurtî li gorî van pêngavan :

Vebrajtina darik û gemaran bi bêjingkirinê ve – qelaşkirina fisteqan û vebrajtina qalikan ji qinikan û mayîna (10-12%) ji qalikan li gel qinikan – şikandina qinikan, merisandina qinikan û sorkirinê, piştî vê guveştina qinikên merisî û sorkirî bi du pêngavan di guveştokê pestandana bilind, berhem donê xame û kisbe don tê de li dor 8% û proteîn li dora 52%.

An qinikên merisî û sorkirî bête guveştin di guveştokên pestedana sivik (nizim) û kisba vê guveştinê bête şûştin bi hêkzanê, berhemê don ewê pirtir be û kisbe dewlemendtir be bi proteînê yê dighêje 56%, lê donê xam ê her du coreya divê bête rafînekirin, rafîkirineke kîmyawî li gorî van pêngavan: Neutralîkirin – Sipîkirin – Bihin Kişandin bibe ji xwarina mirovan re.

Ev don li gelek welatan tê bi kar anîn ji bo xwarinê û amadekirina xwarina mirovan, hem çêkirina rûn û nivîşkên Nebatî balkêş û amadekirina hevîrokan ji ber ev don weke nîv rûne, ji ber ev don destpêkirina civandina wî li dora germaya 26-30 C, li hin welatan weke donê amadekirina Sabûnê, ne xasma dema tirşaya don bilind be.

Lê kisbe weke êmekî balkêşe ji bo pez û dewaran, ji ber proteîn tê de dighêje 56%, di heman dem de qinikê fisteqan  dibe êmê ajalan, ji ber proteînê qalik dighêje 25%.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev