Nameyên evînî – 154

Nameyên evînî – 154

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tu zanî, duh rojbûna diya min bû, min şerav vexwar û got bo cîyê diya min û cîyê diya Nura min buhuşt be. A here xweş, ku min hev ra got, yanî bi qedehekê. Ango, ne ku carek bo diya xwe û carek bo diya te. Wisa weke ku ji hev cuda dikim, lê min ji hev cuda ne kir.

 

¤¤¤

Tesîra gotinên te dikaribû di destpêka naskirina me da hebûya. Niha tu bi zar bêjî, tu bi peyam bêjî, bi nivîsar bêjî – nabe belge. Tu gerekê gotina xwe ji dilê xwe bişînî dilê min. Ew rê jî tam girtî ye. Xwedê jî nikare veke. A rast, rêyekê wisa tune. Tu bişînî jî, nagihîje min. Bo zelal be, ezê ha bêjim. Kesek dixweze name bişîne, adreseke wisa tune û di ser da jî, posteçî tune.

 

¤¤¤

Her kes têra hişê xwe û gorî aqilê xwe dibêje: -Mixabin, filankes xwe qurbana filankesê kir. Ez dibêjim: – Şikir Temo xwe qurbana Nurayê kir.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev