Piştî 44 salan vegerîya welêt

Piştî 44 salan vegerîya welêt

Dirêcîka êzdîyan wê ji nû va gulvede

Şemsedîn Şemûn piştî 44 salan biryara vegera li gundê xwe Dirêcîk da. Şemûn got “Welatê xelkê tu carî nabe welatê mirov, kesayet tenê li ser xaka pêşiyên xwe temam dibe. Min bi saya berdêlên QSD`ê li ser xakê dane, xewna xwe bi cih anî.”

Li Kurdistanê civaka êzidî her tim dibû hedefa dewletên mêtinger, komên tundraw û sîstemên hakim ku hewl didan nasnameya civaka êzidî ya resen biçewisînin û koka wê biqelînin. Di encamê de ji bo têkbirina çanda gelê Kurd a resen, komkujî li dijî vê civakê pêk anîn.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê êzidî li gelek gundên bakurê navçeyê dijiyan, ji wan yek jî gundê Dirêcîk e. Gund bi pirrengiya niştecihên xwe tê naskirin; misilman, êzidî û suryan. Lê piştî qanûna sererastkirina çandiniyê ya serdema hikumê Cemal Ebdulnasir a 1961-1958`an û dû re jî Kembera Erebî di 1974`an de, bi hezaran malbatên herêma Cizîrê ji ber siyaseta hikumeta Baasê ya desteserkirina erdên wan û rewşa debarê, koçber bûn.

Ji wan malbatên ku hikumeta Baasê erdên wan desteser kirin û li kesên ji gundê Helebê û Reqayê belav kirin, malbata Şemsedîn Şemûn a êzidî ye. Malbat neçar ma koçberî Almanyayê bibe û wekî gelek malbatên din ên êzidî li wir bijî.

Piştî şoreşa Rojava, Şemsedîn Şemûn dû 44 salan ra biryara vegera li welatê xwe da.

Şemsedîn Şemûn diyar kir ku piştî hikumeta Baasê zeviyên êzidiyan desteser kirin ku wê demê her malbatek derdora 250 donimê wan hebû, welatî neçar man koçber bibin û gihaşt wê astê ku liba zeytûnê li hev parve bikin.

Li gundê Dirêcîkê 14 malbatên êzidî hebûn, lê koçber bûn û tenê 4 malbat mane. Her wiha malbatên Suryan û Kurd jî ji ber heman siyasetê koçber bûn. Şemsedîn da zanîn ku hîn jî dewsa malên wan hene.

”44 SAL E EZ LI BENDA VEGERÊ BÛM”

Şemsedîn Şemûn di sala 1975’an de ber bi Almanyayê ve çûye û 44 salan li wir maye. Şemûn îşaret pê kir ku di pêvajoya van salan de wî her tim hêviya vegera li gundê xwe dikir û îro bi saya berdêlên QSD`ê ku ewlehî misoger kir û teror ji herêmên wan derxist, xewna xwe bi cih anî.

Şemsedîn Şemûn bang li malbatên êzidî kir ku vegerin warên xwe û di nava civak û mîrateyên xwe yên dîrokî de bijîn. 

Wêne: Newroza gundê kurdên êzdî – Dirêcîkê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev