Sedema bindestîyê Kurd bi xwe ne!

Sedema bindestîyê Kurd bi xwe ne!

Îkram Oguz

Dîrok, çîroka serdestan e.

Tiştên ku di wê dîrokê da cîh digrin, bi qilûlikên bê bingeh pesnê mêranî û mêrxasîya serdestan tên kirin.

Dîroka rast, dîroka ku hê nebûye çîrok jî, di stiranên dengbêjan da, di bîranînên bav û kalan da veşartî ye.

Kurd tu car nebûn serdest…

Loma ji çîrokên serdestan jî bêpar in.

Lêbelê dîroka me ya ku ji têkçûyînan pêk tê, bi deng û awazên dengbêjan va hatîye xemilandin û bûye sitran.

Her çiqas kêm bin jî di bîranîn û vegotinên bav û kalan da jîndar maye û heta roja îro hatîye.

Ji bîranên ku bi xwedîyê xwe ra neketine gorê û wenda nebûne, ji wan yek jî bîranînên Şêx Elî Riza ye.

Bîranîn ji alî nebîyên wî, Dilşad û Dilhat Firat va hatine berhevkirin û wek pirtûk bi navê „Babam Şeyh Said – Bavê min Şêx Said“ hatîye weşandin.

Hefteyek berê pirtûk kete destê min.

Pirtûkeke zirav, lê belê bi naveroka xwe va jî giranbiha û watedar.

Min bi kelecan dest bi xwendinê kir û di nav rojekê da qedand.

Gor agahîya ku di pêşgotina pirtûkê da cîh digre, dengê Şêx Elî Riza di sala 1967an da hatîye qeyd kirin.

Di wê demê da Şêx Elî Riza 69 salî ye û li Enqerê, mêvanê Şêx Melîk Firat e.

Qeyda ku bi axaftina Şêx Elî Riza dest pê dike, bi pirsên Melîk Firat û Doxan Kiliç ra kûr û dewlemend dibe û didome. Mijar kurd û dîroka kurdan e.

Melîk Firat û Doxan Kiliç bi taybetî di derheqê Serhildana Şêx Saîd da pirsan dipirsin, Şêx Elî Riza jî wek şahid û aktorekî wê demê bi bersivên xwe yên zelal, rewşa kurdan ya 100 sal berê û têkçûyînên wê demê dinirxîne.

Di nirxandina xwe da li sedemên ji derveyî kurdan pêk hatine, nagere û wan dernaxe pêş. Berevajî bi mînakên balkêş û bi bûyerên jîyayî, sedemên hemû têkçûyînên ku di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an da qewimîne, bi hest û helwesta kurdan va girê dide.

Ji wan, du mînak bêtir bala min kişandin.

Yek di derbarê têkilîya Kurd û Îngilîzan da, ya din jî di derbarê têkilîya Kurd û Ûrisan da ye.

Gor gotina Şêx Elî Riza, di destpêka sedsala 20an da Îngilîz û Kurd li bajarê Silêmanîyê civînek li dar dixin. Ji kurdan Şêx Mahmud, Seyyîd Taha, serokê eşîreta Gerdîyan û Xoşnakan, ji Amedê Selîm Axa û Mahmûd Axa, Simko û gelek kesên din beşdarî civînê dibin.

Di civînê da Kurd ji Îngilîzan daxwaz kirine, ku ew li ser soza xwe bisekinin û çek û sîlehan bidine wan…

Îngilîzan bersiva kurdan dane û gotine; “Em çek û sîlehan bidin we û hûn jî careke din dîsa werin, bi çek û sîlehên me şerê me bikin… Hûn herin bi tirkan ra şer bikin, ku em jî bizanibin hûn ne dostên tirkan in…”

***

Şerê Osmanî û Ûrisan şerekî domdar e. Li qada şer kesên ku li dijberî Ûris şer dikin tenê kurd in. Generalekî Ûris rojekê ji mirovên xwe ra gotîye; ”Herin ji kurdan yekî bigrin û bînin, em ji wan bibihîzin ku derd û kulên wan, daw û doza wan çî ye, ji bo çi şerê me dikin?”

Dema ku kurd û general hatine rû hev General ji Kurd ra gotîye; “Ez bi miletê we ra şer nakim. Jixwe ez leşker nebama beşdarî şer jî nedibûm. Ez leşker im û ji bo karê xwe jî mûçe digrim. Loma heta ku leşkerîya min biqede, ez mecbûr im beşdarî şer bibim. Lêbelê ez we fam nakim. Me şerê we nekirîye û hûn jî ne leşker in. Hûn xelkê vê herêmê ne û pêwîstîya Tirkan jî, ya Osmanîyan jî ya me jî bi we heye. Kîjan dewlet ya jî hukumet bi ser bikeve, ji bo we ferq nake. Jixwe ra li cîhê xwe bisekinin û şerê me nekin. Dawxazeke we ya din hebe, bêjin ku em alîkarîya we jî bikin…”

Kurd wek bersiva ji general ra gotîye; “Hûn kafir in, em we bikujin terin bihuştê, hûn me bikujin, em şehîd dikevin û dîsa terin bihuştê…”

General matmayî maye û bi zimanê xwe gotîye; “Qezenca du alî, gelo kê ew wisa xapandine û ev tişt kirine serê wan…”

Bêguman Şêx Elî Riza di derbarê têkilîyên navxweyî da jî gelek mînakên balkêş dide, ku pirranîya wan jî heta roja îro nehatine bihîstin.

Kurdên dixwazin ji dîroka xwe ya rasteqîn haydar bibin, divê biranînên Şêx Elî Riza bixwînin, ku ji rastî û kêmasîyên dîroka xwe sûd bigrin.

Min jî bi vê helwestê pirtûk xwend, ji bo para xwe qasî ku ji bîranînên Şêx sûd girt, ewqas jî xemgîn bûm.

Jiber ku Şêx Elî Riza di bîranînên xwe da qala têkçûyînên sed sal berê dike û sedema herî sereke jî hest û helwesta kurdan ya wê deme nîşan dide.

Piştî sed salên dirêj, dinya ji binî va guherî.

Bê guman Kurd jî di şûna xwe da nesekinîn û çê ya jî xirab di gelak xalên jîyanê da rewşa wan jî hate guhartin.

Mixabin tişta ku ji kurdan ra wek mîrateke dîrokî maye û nehatîye guhartin, ew jî, hest û helwesta ku ji yekitîyeke neteweyî dûr e ye.

Loma îro jî hê bindest û ji hev dûr in…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev