ZEYNEB Û REŞÎDÊ SILÊMAN

ZEYNEB Û REŞÎDÊ SILÊMAN

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum

 

Di tekoşîna rizgariya netewa Kurdistanê de xwezaya welêt herdem starî li şervanê xwe kiriye, li zarokên Medya xweyî derketiye.

Çiya û zozan, gelî û daristan, şikeft û stargeh, li pêşberê neyarê wan bûne keleh, hêlîn û çeper ji wan re.

Carina jî şikeft û stargeh ji wan re bûne cîhê bê çarebûnê, cîhê şehadetê.

Dema li dor şikeft û stargehekê çembera dijmin hatibe girtin, du rê dimîne; yek, heta fîşeka dawiyê şer û berxwedaneke lehengî, ya dinê jî rêya îxanet û bêrûmetiyê.

 

ZEYNEBA REŞÎDÊ SILÊMAN

Zeyneb Xan, destgirtiya Reşîdê Silêman, şervaneka serhildana Glîdaxê bûye. Dema şerr de Reşo Zeyno di şikeftekê de dihêle diçe gundekî ku ji xwe ra nan û xwarinê bîne, Reşo haya wî jê tune ku li dora gund kemîn danîne; li nêzî gund Reşo dikeve kemînê, dike nake tiving agir nake, fîşek di lûla tivingê de maye.

Reşo dîl digirin bi zorê tînin ber devê şikeftê ji bo ku Zeyno teslîm bibe. Reşo deng li Zeyno dike:

 

“Zeyno were teslîm bibe, qedera me de ev hebûye”

Zeyno pêşniyara wî qebûl nake.

Bersîva xwe bi kilamkî dide

 

“Reşo, te digot li dinyayê

Li ser min re mêr tune ne

Rabe tivingê hilgire

Bi mêranî xwe bihejîne

Xwelîsero, bê aqilo

Ça teslîmê Romê dibî?

Tu nizanî Rom xayîn e

Qira me Kurda tîne.

Ez Zeyno me, Zeynoya Hemo me

Gura serê çiya me

Wele nabe, tu car nabe

Heft bavê Romê were

Zeyno teslîmî wana nabe.

Lo lo Reşo, hey bêbexto

Kuro were weha meke

Tu serê me berjêr meke.

….

Wey bêbexto! Korefamo!

Ez naqetim ji bêriyê

Hey pepûko, tirsoneko

Mirin çêtire ji hêsîriyê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev