
Nivîseke delal ji nivîskarê malpera me
Ali Gurdilî
”Hemû rastîyên, ku aqil wan dide û a ku heye, ev cîhan e. Ango, cîhana xwezayî ye. Li ”jor”tir jî, tiştek tune û xweza jî, bi prensîpên aqilî tê birêvebirin. Em jî, perçeyekê xwezayê ne.
Ji gotina peyva ”Xwedê” mebest rihê aqilî ye, ku me û hemû xwezayê dadigire. Heke em bikaribin têbigihêjine vê yekê, wê demê em ê bizanibin ku Xwedê ji dinyayê ne cihê ye û ne li derveyê dinyayê ye; li vê dinyayê ye û di her tiştî de ye û xwe berdeya dilê her tiştî.
Lewre, ew aqilê dinyayê ye. Dema em xwe, bi xwezayê re bikin yek û dema ku bimrin, ji ber ku war û cihekî ji xwezayê bilindtir tune, ne pêkan e ku em bikaribin herin ”warekî” din jî. Em bi helandin û ji hev ketinê jî, carekê din vedigerin xwezayê.”
xweza, mebest, peyv, gotin
Di vê xalê de meriv dikare bibêje ku Stoparêzî herî zêde, bi vê ramana xwe navdar bûye û hatiye nasîn. Bêguman, tesîra vê ramanê jî gelek zêde hatiye dîtin.
Feylesof – Kurdish Philosophy
Riataza