M. Alî Kut: Lo û pirsa mezin

M. Alî Kut: Lo û pirsa mezin

Em anonsa berhema nivîskarekî malpera me M. Alî Kut raberî we dikin,

ku xwendevanên me wî herwiha wek Gird Elî jî nas dikin.

Em bo vê berhema delal wî pîroz dikin û

sipasîya xwe dîyarî nivîskarê binavûdeng dikin.

 

LÎS qîmetê nivîskarên navdar bilind dinirxîne 

Pîrê her dem mijûl bû. Wexta ku tu cih nedimalişt, dîsan jî melkesa wê li gel wê bû. Li ber derîyê hewşê, li ser dikê rûdinişt, li kolanê û kesên ku tê re dibuhurîn temaşe dikir, hemî kesên ku di kolanê re derbas dibûn silav lê dikirin, bêhnikekê li gel diman çend gotin pê re diaxivîn û paşê bi rêya xwe de diçûn. Ji ber xûyê wê yê xweş û nasîna wê ya bi gelek kesan re, li kolanê êdî wekî navnîşaneke taybetî bû, niştecîhan ew welê dihesiband. Heger ku pirsên hinekan di heqê kolanê yan rûniştevanên wê de hebûna dê rasterast bihatana ba pîra Eyşê û jê pirs bikirana.

Beşek ji berhemê: 

Ew bû ê ko ew bêjeyên vêketî ko bi destekî xwedayî li ser dîwarê dîwana Belşassar hate nivisîn şirove kirin. MENE, MENE, TEKEL, U-FARSÎN. Û Danîel şirove kir:

MENE xwedê rojên hukumdarîya te hejmartine û dawî lê anîye.
TEKEL tu li ser mêzênekê hatiyî wezinandin û gelekî sivik derketiye.
FERES welatê te perçe bû, li med û farisan belav bû.

Û bi vê jî ew kehaneta ko Yeremya rîwayet kiribû bi cih hat. »…ebedî wêran bû… Babîl ya di dest Xwedan de kasikek tijî şerab ko dunya hemî serxweş dikir, rijîya. Li şûnê ev girê xopan û çend şikêrên keviran ma ne. Wa xuya ye tu westiya yî Pîrê. An min ê tu bibira li mezopotamya jorîn jî hinekî bigeranda. Erê. Li ber kenarên Firat û Diclê gelek şaristanî derbas bûne. Em jî ên dawî ne. Me xwe bi vê erdê ve girê daye, xwîna xwe lê rijandiye. Mixabin her dem bûye cihê şer û pevçûnê. Mirovên ser vê erdê, tifing di dest de radikevin. Kesên wusan jî nikanin tiştekî zêde biafirînin. Belê. Begekî me hebû, rojek ji rojan qesrek ji xwe re dabû çekirin. Ewqas li xweşa wî çûbû ko, çavên wî bar ne dibû ko hostayê wî ji bo hinekî din avahîyeke wusan xweşik ava bike, loma jî destên wî hostayî jê dike. Bawer im hayê wî ji qesr, qonax û serayên dunya mayî nebû. Eger bizaniya di gel hemî xweşikahiya xwe ê qesra wî li beramberî ên xelkê weko koxikekê bimaya ê miheqeq xwe ji gunehkarîyeke wusan biparasta. Pîrê min tu westand xuya ye, bibore. Li min negre. Carnan ez jî nizanim bê çi dikim, ji ser xwe diçim. Lê hemû hewldanên min ji bo ko bibim yek ji van mirovên kolanê ye. Xwezî bi dilê wan. Ez carnan tenê têm li ser van dikan rûdinêm û tenê li meşa wan temaşe dikim. Hinek bi qundire ne, hinek bi şimik in. Bawer ke hinekî min dîtin bi qepqapik. Belê teqûreq ji bin lingên wan dihat, lê bi hêsanî dimeşiyan. Te digo qey carnan dilezandin jî. Ji xwe ev leza wan, qet hişê min nagre. Eger nuha tu bikevî nav koma wan tu ê jî bilezînî. Carekê min meraq kir, da dû şopa jineke navser. Dilezand. Weko ji ber hinekan direviya, heta min xwe amade kiribû ger hinekan êrîş bibrana yê, min dê ew biparasta jî. Heta bi dawîya vê sûkê me da dû hev. Li dawî dukaneke ko pertel, qumaşan difroşe heye, vê hurmetê heta bi dukanê ez birim. Ango ez li dû çûm. Dawîn kete hundurê dukanê. Ez jî li ber dukanê rawestiyam û li benda mam ka ê ev hurmeta çi bike, an çi bi serê wê ê were. Li hundurû bi lez li çend qumaşên hevrişimî nerî, virde wirde li ser destên xwe bir û anîn, paşê dîsan di kulîna wan de bi cî kirin û ji dukanê derket, bi wê lezê dîsan paşde vegerîya. Bawer im ji ê dukandar buhayê wan jî pirs ne kiribûn. Bêşik min jî nola te tu mane ji vê kirina wê re nedî bû. Lê paşê ez fikirim ko di eslê xwe de ji xwe eviya maneyek e, ango bêmanetî. Mantiq. Aqil. Fikir. Logîk. Ko em evana ji bo mirovan û ji kiryarên wan re pîvan negrin ma gelo tiştekî din dimîne di destê me de. Dîsan ez dibêm Pîrê: mirov hebûneke fikrî ye. Her tişt di fikrê de veşartiye, bê î wê em nikanin gavekî bavêjin. Ez ne bawer im ko eva »tiştekî ko Xwedê fikirî be, berya ko kayînatê biafirîne! Ka were Pîrê em di van derincikan re dakevin, ev meyxaneke xweş e, em biçin hinekî lê rûnên. Bi pîyaleke mey bedena xwe hênik û hişê xwe gur bikin, bikevin galegalan. Tişt nabe. Miheqeq ji bo nemeyxuran jî gazozek an pîyaleke ava sar peyda dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev