Berhemên kurdzanên me – 280

Berhemên kurdzanên me – 280

Me di 279 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 6 

A.Pûşkîn

 

Ez sala 1817an bi Grîboyêdov ra bûme nas. Berbihêrîya wî, milahîmbûna xeysetê wî, mejûyê wî yê aqil, dilsaxîya wî hinkûfî merivatîyê bûn,- di wî da her tişt bê hed û hesab hewaskar bû. Ew kesê, ku bi sidqê qenc ji diya xwe bûbû, xwedî feraset û merîfeteke ser dereceya bilind bû, ew serdestîyên wî ser demeke dirêj bi torên rewacên hûr û nehayadarîyê va li hev qelibî bûn. Jêhatina wî merivî ya derheqa dewletê da nedihatine bikaranînê; aqilmendîya şair nehate qebûlkirin; heta mêrxasîya wî ya sar û serketî jî heta demekê di bin şikê da bû. Çend hevalan qîmetê wî zanibûn û beşera wî ya aminayî lê neanînê texmîn dikirin, ew kenê bê mane, dema carna jê ra digotin, ku ew merivekî ne sade ye. Meriv bawerîya xwe tenê li nav û deng tînin û fêm nakin, ku dikare di nav wan da Napolêonek hebe, ku serokatî li tu taxbûrekê jî ne kiribû, an jî Dêkart, ku li “Têlêgrafa Moskow” tu xetek jî çap ne kiribû. Dibe em ji bo wê yekê qîmetekî mezin didine nav û dengîyê, ku em xwehiz in: ne axir dengê me jî beşeke wê nav û dengîyê ye.

Jîyana Grîboyêdov bi hinek ewran va hatibû perdekirin: di rûyê tehmûlnekirinê û bûyerên rojane da. Ewî texmîn kir, ku lazim e carekê xatirê xwe ji cahiltîyê heta-hetayê bistîne û jîyana xwe bi bingehê va biguhêrîne. Ewî xatirê xwe ji Pêtêrbûrgê xwest û bi cûrekî tevlihevbûyî çû Gurcistanê û li wir heyşt salan di tenêbûnê da ma, gelek kar dabû ber xwe. Vegera wî li Moskow di sala 1824an da di qedera wî da bû destpêka dagerandinê û destpêka serketinên mezin. Komêdîya wî ya destnivîsar “Xema ji hiş” tesîreke pir mezin hîşt û ji nişkêva wî danîne li rex şairên me yên bi nav û deng. Demekê şûnda zanebûna wî ya di hindava wê herêmê da, ku li wir dest bi şêr bû, rêyên firehtir ber wî vekirin; wî kivş kirin wek bayloz. Dema hate Gurcistanê, bi wê jinê ra zewicî, ku jê hiz dikir… Min ji jîyana wî ya li salên dawî yên dagirtî va çêtir tu tişt ne dîtibû. Mirina di şerê newekehev da Grîboêdov ne kire nava halekî xemgîn û ecêb. Mirina wî ji nişkêva û melûl bû.

Sed mixabin, ku Grîboyêdov bîranînên xwe bi nivîsar ne hîştin! Gerekê hevalên wî jînenîgarîya wî binivîsandana; lê merivên qenc û zane bal me betavedibin, winda dibin, dû xwe tu rêçekê nahêlin. Em tembel û eware ne…

Ez li Gêrgêran rastî Bûtûrlîn hatim, ku wek min diçû ordîyê. Rêwîtîya Bûtûrlîn bi kêf û henekan bû. Min bal wî xwerin xwar, wek ku li Pêtêrbûrgê. Me biryar kir bi hev ra rêwîtîyê bikin; lê bêsebirîya min dîsa ez hingavtim. Merivekî min hîvî kirîye ez destûrê bidim bal min hêsa be. Ez bi tena serê xwe, bêy rêvebir bi rê ketim. Rêyek tenê hebû û bêqezîya bû.

Dema ez ji çîyê daketim û berjêrî deştê bûm, ku bi daran va dorgirtî bû, min kanîyekî ava medenîyê dît, ku bi dirêjaya rê ra dikişîya. Li vir ez rastî keşîşekî ermenîyan hatim, ku ji Axalsîkê diçû Êrîvanê. “Li Êrîvanê çi deng û behsên teze hene?” – min jê pirsî. “Li Êrîvanê nexweşîya tayê belav bûye,- ewî bersîv da,- lê gelo li Axalsîkê çi heye?”,- min jê pirsî. Piştî, ku me nûçeyên balkêş bi hev ra guhart, em ji hev qetîyan.

Ez ji nav zevîyên berhemdar û tûmên kulîkan ra derbaz bûm. Ekin îdî gihîştibû, li benda dirûnê bû. Ez bi xwelîya kaw û bedew va heyrî mabûm û ekindarîya wê li Rohilatê bûbû mesele. Êvarê ez gihîştime Pêrnîkê. Li vir qereqola kazakan hebû. Nobedar got, ku zûtirekê wê firtone rabe û pêşnîyarî min kir ez wê şevê li wir bimînim, lê min dixwest hema wê rojê bigihîjime Gumrîyê.

Ez gerekê bi riya çend çiyayên ne bilind ra derbaz bûma, ku bûbûn wek sînorê paşalixîya Qersê. Ezman bi ewran va hatibû nixamtin; ez bi hêvî bûm, ku bayê, ku her diçû xurttir dibû, wê wan ewran bela bike. Lê baranê lê kir û her diçû gurrtir dibû. Ji Pêrnîkê heta Gumrîyê 27 vêrst bû. Min teng û berê hespê xwe şidand, apincîyê xwe li xwe kir û ketime riya oxirê.

Zêdeyî du sehetan derbaz bûbû. Baran her dibarî. Av ji kumê min yê zerbûyî û ji apincîyê min dikişîya, ku ji baranê bi avê va xumxumî bû. Av dikete nav canê min û ez di avê da mam. Şevereş bû; kazak di pêşîya min da diçû, rê nîşanî min dikir. Me destpê kir hilkişîyane çiyê, baranê vekir û ewir ji hev bela bûn. Heta Gumrîyê weke deh vêrst mabûn. Ba wisa qalim bû, ku ez di nava çarêk sehetê da tam zuha bûm. Ez ne difikirîm, ku dibe nexweş kevim. Ez nîvê şevê gihîştime Gumrîyê. Kazak ez rast anîme ber qereqolê. Em li ber çadirê sekinîn û min dilezand bikevime hundur. Li vir min donzdeh kazak dîtin, ku li rex hev razabûn. Cî dane min; ez ketime ser apincîyê xwe û min westandin texmîn ne dikir. Wê rojê ez 75 vêrst derbaz bûbûm. Ez wek mirîyan di xew ra çûm.

Kazakan berbangê ez hişyar kirim. Fikira pêşin, ku hate serê min, ew bû, ka germa min heye an na. Lê min texmîn kir, ku ji xêra mala Xwedê ra ez saxlem û ser xwe me. Ez bona hewa paqij ji çadirê derketime derva. Tav îdî derketibû. Li ezmanê sayî çiyakî duserî, bi berfê va nixamtî sîs dikir. “Ev çi çiya ye?” – min tevizî dane xwe û pirsî. Min bersîveke ha sitend: “Ev Ararat e”. Dengê awazan çiqasî xurt e! Min bi xemgînî bala xwe da çiyayê buhurtî, min silîla Nuh dît, ku bi hêvîya nûbûnê û jîyanê hatîye gihîştîye vî tepeyî, ku sîmvola xirabkarîyê û lihevkirinê ye… Mihîna min amade bû. Ez bi rêber va tevayî çûm. Berbangeke nebînayî bû. Tavê diqijiland. Em bi besteke fireh va diçûn, gîha têra xwe şîn bûbû, ku bi qiravîyê û barana duh va hatibû avdan. Ber me çemek diçûrisî, ku em gerekê jê derbaz bûna. “A ev jî Arpaçay e”,- kazak ji min ra got. Arpaçay! Sînorê me! Ew hinkûfî Araratê bû. Ez bi hesînên nesafî va, bi siyarî çûme ber bi çêm. Min tu caran axa xelkê ne dîtîye. Sînor ji bo min tiştekî sêr bû; ji zarotîyê rêwîtî xeyala min ya hizkirî bû. Paşê min demeke dirêj jîyaneke koçerîyê derbaz kir, min hey berê xwe dida başûr, hey bakur û tu caran ji sînorên Rûsîya bê ser û bin derneketime. Ez bi şabûn ber bi çêm çûm û mihîna milahîm ez gîhandime kenarê Tirkîyê. Lê ev kenar îdî hatibû zevtkirin: ez dîsa li Rûsîyayê bûm.

Heta Qersê hela 75 vêrst mabû. Ez bi hêvî bûm, ku êvarê ezê kampa me bibînim. Ez li tu cîyan ne hêwirîm. Li nîvê rê, li gundekî ermenîyan, ku li çiya, ber çêm bû, dewsa xwerinê min lewaşê ermenîyan yê wek kurrederê xwar, ku dîlgirtîyên tirkan yên li gelîyê Darîalê jê gelek aciz dibûn û ji wî nanî qet hiz ne dikirin. Minê perekî mezin bida bona nanekî rûsan yê reş, ku ew jî wê li wan xweş nehata. Tirkekî genc ez verê kirim, ku yekî zevzek bû, pir dipeyivî. Ewî di temamîya rê da bi tirkî peyivî, û xema wî nîbû, ez jê fêm dikim, an na. Min tevaya guhdarîya xwe dida ser û hewil dida ji wî fêm bikim. Bi min va wisa dihat, ku ew dev davêje rûsan û hînî wê yekê bûbû, ku hemû rûs bi rihalên leşkerî yên cûrekî ne, lema jî ez dewsa merivekî biyanî danîm. Di rê da em rastî zabitekî rûs hatin. Ew ji kampa me dihat û ji min ra got, ku ordî îdî ji rex Qersê dest bi êrîşê kirîye. Ez mixabinîya xwe nikarim bînim ser zaran: fikira, ku wê min vegerînine Tîflîsê û ew yek, ku belasebeb li best û beyarên Ermenîstanê gerîaym, çerçirîm, ez ji hal diêxistim. Zabit di alîyê xwe da çû; ewê tirk dîsa dest bi axavtina xwe kir; lê îdî min guh nedida wî. Min mihîna xwe ya şînboz bi hespekê va guhast û êvarê gihîştime gundekî tirkan, ku bîst vêrstan dûrî Qersê bû.

 

Foto: Welat Agirî

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev