Pirsa we û bersiva me – 227

Pirsa we û bersiva me – 227

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 32

1.

Sibeheke meha Kanûnê û pir sar, Elo dema di ber coka avê re dimeşe, lingê wî dişemite û dikeve coka ava sar û cemidî de. Gundî wî ji nav ava cokê rizgar dikin. Di heman demê de xalê wî Nuro tê wir û Elo di rewşeke xirab de dibîne û dibêje gundîyan:  

-Ka herin zebeşekî wî bişkînin niha Elo gelekî birçî ye.  

 

2.

Jinek diçe girtîgehê serdana mêrê xwe dike. Berî ku ew derkeve, ew bi hêrs ji gardiyanê girtîgehê re dibêje: 

– Divê hûn zorê nedin mêrê min ku ew qas dijwar bixebite. Ew bi tevahî westiyaye.  

Gardiyan dikene û bersivê dide:  

– Ma hûn henekê xwe dikin? Ew tenê dixwe, radizê û di hucreya xwe de dimîne.  

Jin bersîva wî dide:

– “Qeşmer! Wî ji min re got ku ew bi mehan tunelek dikole.” 

 

3.

-Hewa gelek sar, tu çima kumê xwe bernadî ser guhê xwe. 

-Piştî wê bextreşî û bêşansîya herî mezin hatî serê min, ez ji wê rojê de ser guhê xwe nagirim. 

-Çi bextreşî û bêşansî? 

-Meta min kutilk çêkiribûn û bangî min jî kiribû. Mixabin ji ber ku min bi kumê xwe ser guhên xwe girtibûn, min nebihîstibû û ji xwarina kutilkan bêpar mabûm. 

 

4.

Sibehek gava ku keşîş dixwest here kar, wî li kêleka rê berazek mirî dît. 

Wî gazî polîs kir û ji wan re qala berazê mirî kir. 

Piştre polîs hinekî bi dilzîzî got: 

– Min digot qey tu ye yê ku miriyan diparêze? 

Keşîş dûv re bersiv da: 

– Erê, em mirîyan diparêzin, lê em her dem pêşî bangî xizmên mirîyan dikin… 

 

5.

Bangoro: Êvarê di ber goristanê re derbas dibûm. Li derveyî dergehên goristanê, çend ciwan rawestiyabûn. Min ji wan pirsî, ka ew li wir çi dikin: 

Bersiv ev bû ku wan hevûdu dijwartir di kirin ku êvarê dereng biçin goristanê, lê vê saeta êvarê, kes ji wan newêrin biçin hundur. 

Bangoro: : Dema ez sax bûm, min jî weke we newêribû herim nav goristanê û ez gelek ditirsîyam. Dema min wilo got: 

Min hew nedîtin. Min di jiyana xwe de nedîtibû ku kesek ew qas bilez bazdide. Ew malnemîrat firîyabûn, nizanim bi ku de çûn. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev