Destana Gilgamêşî

Destana Gilgamêşî

Werger: Deham Evdilfetah

Bêgûman, girîngîya destanê ji girîngîya naveroka wê hatiye. Destanê hemû hêlên jîyana mirovan yên sereke destnîşan kirine: Jîyana civakî, desthilatî, sitemkarî, şer û cengawerî, evîndarî, hevaltî û dostanî, xemgînî, şînkêşan û dînperestî û hwd.

Ji mijara herî girîng û balkêş, ya ku di serê her mirovî da digere, wekî ku di serê Gilgamêşî da jî digerîya û ew bi çolan xist, mijara mirinê ye. Ev mijar ku pirsine girîng di bîra mirovî da tev dide:

“Bo çi mirov tê vê cihanê û dimire?’

“Piştî mirinê çi heye?”

“Di derbarê vê sernivişt (qeder) û çarenûsê da, gerek mirov çawa bijî?”

Ev pirsîyar li her derê û di her demê da, bêdestûr xwe diavêjin bîr û baweriyên mirovan, dikin ku li ser çarenûsa mirinê biponijin.

Bingeha Destana Gilgamêşî bo têgihiştina çarenûsa mirinê ezmûneka mezin e. Her mirovê wê dixwîne, hêlekê ji pirsgirêka jiyana xwe tê da dibîne. Ji ber wê çendê jî, dema ku mirov destanê dixwîne, dibê qey berî çend rojan, an çend salan hatiye nivîsîn, ne berî çar hezar salan!

Ango Destana Gilgamêşî, destaneke kevne-nuh e, kevn e, lê bi demê ra Nuh dibe.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev