HESTÊN XURT Û TAKEKESÊN WÊREK

HESTÊN XURT Û TAKEKESÊN WÊREK

Husên Duzen

Di nivîsa berî vê de min bal kişandibû ser giringiya pîrozkirina rojbûnê. Hin kes li dijî peyvên min î derbara pîrozkirina rojbûnê derketin. Li gor wan di îslamê de pîrozkirina rojbûnê tune ye.

Bi qasî ez dizanim rojbûna Hz. Muhammed li gelek welatan tê pîrozkirin. Hinek jê re dibêjin Mevlid Kandili, hinin din wê wek Maulid an-Nabi bi nav dikin ku tê wateya Rojbûna Pêxember. Her wisa bi qasî ez dizanim berhemeke Melayê Batê li ser vê babetê bi navê Mewlida Pêxember heye.

Belê, min di nivîsa xwe de li ser vê xalê gotibû: „Bê guman di dînê îslamê de jî pîrozkirina rojbûnê heye. Ew rojbûna her takekesî hêjayî pîrozkirinê nabînin, lê ya Hz. Muhammed bi dorfirehî pîroz dikin.” Ango min negotibû ku musulman rojbûna her kesî pîroz dikin, lê ya kesekî ku wî ji bo xwe pîroz dibînin, pîroz dikin.

Di ҫanda rojavahî de her mirov giring tê dîtin, lema rojbûna her kesî tê pîrozkirin. Bêşik têkiliya vê yekê bi hizra takekesî re heye ku bingehê hizra demokrasiya rojavayê pêk tîne.

Li deverên ku nirxê takekesiyê tune be, li wir hizra takekesiyê jî geş nabe. Mirov xwe berpirsyarê ҫarenûsa xwe nabîne; ҫavên wî her li kesên otorîter in ku jê re rêberiyê bikin.

Niha jî pirsyarek xwe dide pêş: Gelo takekes kengî pêk tên, an jî hizra takekesî kengî di civatekê de têşe digre? Li gor lêkolînên li ser pitikan, her zarok bi hin şiyanan tê dunyayê ku bi wan bi derdora xwe re dikev têkiliyê; carinan bi giriyê xwe, carinan bi tevgerên xwe, carinan bi kenê xwe, carinan jî bi ҫavqurҫandina xwe hestên xwe pêşkêşî kesên têkildar dike. Hin dê (bav) dikarin van pêdiviyên zaroka biҫûk hest bikin û pê re bikevin têkiliyê û li gor pêdiviyên wê pê re dikevin peywendiyê, hinek jî ne xwedî şiyaneke wisa ne. Di van sê ҫar salên destpêkê de bingehê hestên wê zarokê tên avêtin ku ji bo tevahiya jiyana wê xwedî hêjayiyekê ne.

Bêguman, zarokên ku pêdiviyên wan zû hatibin dîtin, bi wan re têkilî hatibe danîn, dikarin kesayetiyeke xurt biafirînin; ҫiqas hezkirin dîtibin ewqas jî wêrek dibin di salên temenê xwe yî pêş de.

Ger hûn ji min bipirsin, giringiya pîrozkirina rojbûnê li vir derdikeve pêşber me. Di rojbûna xwe de zarok dikeve navenda elaqeya derdorê; jê re diyarî tên, bi derdorê re dilîze û hwd.

Pîrozkirina rojbûnê bi vê wateyê dikare ji zarokên doh û mezinên îro re bibe alîkar ku ew karibin hestin xurt ava bikin û pê re jî takekesiyeke wêrek î rexnegir.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev