Xweda Xweza Ezda: Êzidî -1

Xweda Xweza Ezda: Êzidî -1

Nivîskar û lêkolerê navdar destbi rêzenivîseke ser

dînê êzdayetîyê kirîye û vê beşa pêşin ji malpera me ra şandîye.

Em sipasîya wî zaneyê dînê kurdan yê kevinare dikin û bi

xwendevanên malpera me ra tevayî li benda dûmayîka vê nivîsa delal in.

Fermo, îro beşa wê a pêşin bixwînin.

Agît Yazar

Sazîyên dewletên pêşketî yên parastina daristanan, qadeke taybet ji daristanê dixînin bin parastinê (Herêma Mêrdînê, ji vê qada di bin parastinê de ye, jêre dibêjin “humandin”. Dibe ku ev ji homandinê tê. Homandin, tê wateya pîrozwerîyê).

Mebesta pisporan ew e ka bizanibin eko-sîstema xwezayê çawa xwe bi xwe, diguheze û vediguheze. Wek nimûne, li Emerîkanê herêmek humandî heye, darek bi navê Hyperion  di nava wê de ye, temenê xwe di navbera 700 – 800 salî de ye. Herwiha 115.90 metre bilind e. Ev cûre dar, digel herêma xwe di bin heman parastina taybet ya humandinê de ye.

Ger em civakan bişêbînin daristanê. Miletê Kurd jî, nola vê herêma daristana humandî ya taybet e. Kurdên Êzdî jî, nola vê dara Hyperion, ew çend bi temen û xwedî dîrokeke dêrîn e.

Hooo xwînerê ezîz! Kerem bike xwe tûşî vê dîroka dêrîn ya Kurdên Êzdî bike û di nava vê daristana humandî ya bê ser û ber de wenda bibe. Fermo, ev e dîroka te ya wirşedar.

Li jorê, mînaka dar û daristana di bin parastinê de hatiye dayin. Di cîhana îro de heke nîrxên miletan bi qasî yê daristanekê û yê mirovan jî bi qasî yê darekê hebûya, divyabû miletê kurd, nola wan daristanên humandî, wanê di bin parastinê de bihata mihafize kirin. Herwiha kurdên êzdî jî, nola wan darên bi temen û ew çend jî gewre, nola dara bîrdariyê bihata humandin û parastin. Lewra kurd, qurmê dara mirovahiyê ye. Kurdên êzdî jî, reha wê darê ya herî stûr e. Lewra kurdên êzdî, yekser alhilgirên baweriya Mîtraî, Xorrî, Xaltayî û yên din in…

Bi awayekî gelekî eyan, miletê kurd wêrisên Somerr/Kîenger, Hûrrî/Xorrî, Hattî/Hîttît, Lowî û Ûrartû navê xwe yê xas Xaltî’yane. Miletê kurd, kevneşopiyên van şaristaniyên min ew destnişankirine, tevdekî di jiyana xwe ya rojane de dihewînin. Nexasim kurdên êzdî, yekser al-hilgirê van kevneşopiyên dêrîn in. Heta ji wan jî derbas dibin, diçin xwe digihînin heta afirandina mirovê yekem yê/ya ji hêla Xweda ve hatiye sêwirandin û afirandin.

Di baweriya êzdayetiyê de, afirandina gerdûn – cîhanê nola durrekî di teşeyê hêkekê de disêwirînin. Dibêjin: xweda durrek afirand. Piştre ew durr danî li pişta teyrikê bi navê Enfar. Teyrik, ew durr çil hezar sal li ser pişta xwe hilgirt.

Paşê xweda heft ferîşteyên sereke afirand. Dii roja yekşemê de serferîşte Melek Tawiz, roja duşemê Derdaîl, roja sêşemê Îsrafîl, roja çarşemê Cibraîl, roja pêncşemê Ezraîl, roja înê Şemnaîl û di roja şemiyê de jî Nûraîl afirand. Piştre, xweda cîhan, ezman, roj, hêv afirand. Dûre heft tebeq li jor, heft tebeq li jêr çêkir. Teyr û tilûr û ajalên kovî afirand.

Di roja heftemin de, her heft ferîşte ji hundurê durrê spî boz derket û li dora xwedê bûn xelek. Xweda her heft ferîşte temî kir got, yek xwedayekî we heye ew jî ez im û divê hûn ji min pêve ji ti kesî ji ti tiştekî din re şujde nebin.

Piştre xweda li durrê spî boz dîqîre. Durr, diteqe dibe çar felqe (Big Bang ango teqîna gewre, tîne bîra meriv) Piştre qismek ji avê tîr dibe, dibe reşahî û qismek jî dibe derya, çem û kanî. Bi kurtasî hemû hebûn ji nava wî durrî dertê. Di sêwirandinan de, gava ew durê nola hêkê dibe çar perçe, zerdika di navê de jî dibe nola roja li ezman û tîrêjên xwe yên zêrîn, li gerdûnê belav dike.

Piştî afirandina gerdûnê, Xweda li geştiyekê siwar dibe û diçe li Laleşa Nûranî peya dibe. Fermanê dide Cebraîl daku ji her devera cîhanê axê werîne. Cebraîl ji her devera cîhanê axê tîne tev li av, agir û bê vedistrê. Piştre dirûvê mirov dide heriyê. Xweda bi sêwirandineke taybet serê xwe pê re diêşîne û bi awayekî bê qisûr, teşe dide wî afirîndeyê li ber hebûnê. Piştre Xweda, ji henaseya raza xwe pifî pozê wî dike. Bi vî awayî xweda ji cewherê xwe, giyanê berdide wî gewdeyî.

Ew mirovê yekem, bavê Adem bi xwe ye. Paşê Xweda fermanê didin ferîşteyan û dibêje, ji Adem re şujde bibin. Temamê ferîşteyan ji bavê Adem re diçin şujdê. Lê Melek Tawiz naçe şujdê. Xweda dibêje çima tu ji Adem re neçû şujdê? Melek Tawiz dibêje, te gotibû ji min pê ve ji ti kesî û ji ti tiştî re neçin şujdê. Min jî tenê ew fermana te anî cî.

(Di vir de, nakokiyeke nehatiye zelalkirin di navbera Xweda û Melek Tawiz de dertê holê. Dibeke ku Xweda, dilsozîya Melek Tawiz jî hilteqilandibe.

Li gorî versiyoneke din jî dibêje, Melek Tawiz ji ronahîyê afirî ye û wê dema ji bavê Adem re şujde nabe û li ber fermana Xweda radibe, hingê Melek Tawiz kûpikekî tije ax dike û bi xweziya xwe wê axê şil dike û dixe binê erdê û Kurd, ango Kurdên Êzdî ji wê axê afirîne. Bi vê mebestê, gava êzdîyek kiras duguherîne, hingê kulmek ax datîne li ser çavê kesê/a mirî)

Piştî hingê li ser fermandayina Xweda, Cebraîl bavê Adem dibe bihiştê û wî çivirr temî dike; ji bavê Adem re dibêje: xwarina tevahiya pel pincar û fîkî ji te re serbest e, lê xwarina genim li te qedexe ye. Bavê Adem jî bi ya Cebraîl dike. Hemû fîkî û mêweyê bihiştê dixwe û ew xwarin dibe mîna xwêdanê, weke bêhna gul-avê li cesedê canê wî dide der.

Lê ji ber bavê Adem bûye sedemê nakokiya di navbera Melek Tawiz û Xweda, Melek Tawiz bavê Adem cirrnexweş dibîne û ji wî dilgirravî dibe. Lema ew diçe bihiştê li bende bavê Adem dikeve û hebek genim bi wî dide xwarin (kal pîrên me digotin: lêlê/lolo! hingê her hebek genim bi qasî serê hêştirekê bû. Her çiqas di baweriyên din de dibêjin ew fîkiya qedexe sêv bû, lê aqil jê nabirre sêv be. Lewra ne sêv, genim e sertaca hemû xwarinan)

Ji ber bavê Adem bi gura Xweda nake û bi Melek Tawiz dixape, Xweda wî ji bihiştê davêje der.

Bavê Adem, bi xwarina heba genim ditengije. Cardin Cebraîl bi hewara bavê Adem tê û teyrikekî dişîne ba bavê Adem. Teyrik, bi nikilê xwe, wê dera bavê Adem qul dike. Piştre ew aram dibe.

Hinek dem û dewran di ser e derbas dibe. Bavê Adem ji ber ku bi tenê ye, diqilqile. Li ser fermana Xweda, cebraîl ji parsuyê wî yê çepê, dayika Hewa diafirîne. Dûre ji zikekî çil qîz, çil kurr, bi giştî heyştê zarok ji wan çêdibin. Lê di navberan wan zarokan de, pevçûn derdikevin û li hevdu nakin. Di rûyê wan zarokên bêhawe de, navbera bavê Adem û diya Hewa jî nexweş dibin. Her du jihev cûda, her yek ji xwe re di kûpikên cûda de, zarokan ji xwe re çêdikn. Ji kûpikên diya Hewa afirînerên ziyandar çêdibe. Ji kûpikê bavê Adem jî hz Şît çêdibe (balkêş e ku kurd ji kesên ne temam re dibêjin, şêt) Piştî hingê, pêsîrên bavê Adem dizerpite û bavê Adem xwe bi xwe ji xwe dol digre û kurdên li ser ayîneya Ezda çêdibin û ji şer û pevçûnên miletê din bêrî, li hevdu zêde dibin

Li gorî kitêba pîroz Mishefa Reş bi me dide hînkirin, bavê Adem mirovek androjen ango cotzayend bûye. Miletê kurdên Ezda, ji miletên dîtir bi awayekî taybet ji bavê Adem çêbûne. Ew roj û ev roj, ev gel her maye li ser ayineya xwe ya Ezdayî.

 

ŞOPÊN AYÎNEYA EZDA DI NAVA SOMERRAN DE

Gelekî balkêş e ku di kevalên Somerr’an de jî gava qala afirandina mirovên yekem dikin, hema hema bi nerîna êzdayetîyê re paralel/bihevre di nava lihevkirinekê de ye. Di kevalên mîxî yên Somerran de jî dibêjin: Alalû yê Pêşawayê gersitêrka Nîbîrû yê textwergerandî, ji gersitêrka xwe direve û terkî-Nîbirû dibe. Keştiya wî tê xwe li vê dinyalika me ya gewrik ya nola morîkek şînbirrik datîne. Devera keştiya wî xwe lêdatîne, cîhê çemê Dîjle – Firat tev li deryayê dibe (tê zanîn ku van herdu çeman, gelek caran lana xwe guherandine) Paşê bajarekî bi navê Erîdû li wê derê ava dikin (Ne dûrî aqila ye ku navê xwe yê xas “H-erîdû-r” be. Di roja me ya niha de jî, kavilên vî xerab-bajarê dêrîn tê dîtin û 800 km dikeve jêra Laleşa Nûranî) Piştre Alalû di nava ava çemê Dîjle – Firat de lanên zêr kifş dike. Xeberê dişîne ji xizmên xwe yên li Nîbirû. xwedawendên bi navê Enkî, Enlîl, Nînmah û Ningişzidda, li gel kesên bi navê Anûnakî tên û ji bo atmosfera xerabûyî ya gersitêrka xwe Nîbirû tamîr bikin, tên li cîhanê zêr berhev dikin. Lê hêza wan têrê nakin. Xwedawend Enkî ji cimeta xwedawenda re pêşniyar dikin ku benîademiya biafirîne. Dakû ew di lanên zêr de bixebitin. Enlîl li ber Enkî radibe. Dibêje naxêr! Em afirîndeykî kole naxwazin. Lewra li gersitêrka me, kole qedexe ye. Enkî ji birayê xwe Enlîl re dibêje: ev ê ne afirîndeyekî kole be. Ev dê mexlûqatekî di sûretê me xwedawemda de be û ew ê di xebatên me de, li pîbarê me rabin û ew ê takêşê Anûnakiyèn xebatkar bin. Em ê ji cewherê xwe wî/wê biafirîne. Biryar di cimeta xwedawenda de, li ber destê bavê mezin Seryezdan Anû tê nîqaşkirin û tavilkê tê erêkirin. Enkî, li Abzûyê (av-za)! zayinxaneyeke paqij avadike (li Girêmiraza jî zayinxaneyek heye. Li ser kevir xêzandine ku jinek ducanî, zaroka xwe tîne) Ji cewherê xwe yê xwedayî tev li ya afirînereke cîhanî dike û wan dezîkê havên/avikê yên nola cotek marên lihevgerandî, di kûpikên paqij de bi cîh dikin (di roja me ya îroj de em ji van kûpikên ji zayinê re bûne malzarok, em dibêjin pitikê tûpê) Lê mirovê nîvseqet jê çêdibe. Piştre cewher ango bizrê xwe yê xwedayî û ya afirîndeya cîhanî dike û di malzaroka xwedawend Nînmah de bi cîh dike. Piştre, zarokekî di kirasê axa sor de, ji xwedawend Nînmahê re çêdibe. Nînmah, bi pitikê xwe yê yekem, ku ew ê ji mirovahiyê re bibe dê-bav, şa dibe û navê Ademû lêdikê.

Xwînerên ezîz. Gelek xalên di baweriya êzdahî û kevalên Somerran de henin ku divê meriv wan rûberî hev bikin. Wek minak: nerazîbûna Enlîl û ya Melek Tawiz, wek kûpikên malzarokan, wek zarokên pêşîn yên nîvseqet, wek navê bavê Adem, wek cimeta xweda – ferîşte û xwedawendan, û ya herî girîng jî zimanê wan yê hevpar. Wek navê Xweda û ezda, wek navê Erîdû/Herîdûr û Abzû/avza.

Gelekî eyan e ku Xweda, bavê Adem û diya Hewê  bi zimanê kurdîya xas kêlimînin û zimanê kurdî yê pîroz diyarî me kurdan kiriye. Herwiha dara zimanê kurdî, weke malbata zimanê Hind-Ewrûpa şaxvedaye. Alhilgirê kurdî jî, kurdên Êzdî ne. Ala we danekevin, her berz û bilind be Kurdên Êzdî, heta li ba xweda!

 

(dê bidome)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev