Donê Dendikên Zebeşan

Donê Dendikên Zebeşan

Muhemed Şerîf Cilînî

Cara pêşîn Zebeş hate naskirin li Afrîqayê û ji wir ve belav bû deverên germ û nîv germ. Du celeb ji Zebeşan hene: Zebeşên pir dendik jê bo wergirtina don, û Zebeşên kêm dendik ji xwarina mirovan weke mêweke havînî ji bo bêhin vekirinê.

Dendikên Zebeşan çê dibe ji (45.6%) sîsik (navik), tê de don kom dibe li gel protein û (54.4%) qilikek hişk (qaşil) , teratî dighêje (6%), don (12-32%) li gorî celebê dendikan û proteîna xam (22%) û Sîloloz ( text) (38%).

Don tê wergirtin bi bêjingkirina dendikan, qelaşkirin (qeşartin) û vebrajtina qalikan ta (10-12%) li gel sîsikan bimîne, şikandin û meresindana sîsikan û qaşilê mayî di nav de, guvaştina sîsikên merisî bi sarî (bê germayî), donê berhemê guvaştinê ne pêwîste bête rafînekirin, ji ber bi sarî hatiye wergirtin, nexwasme heger dendikin tirş ne bû bin û dendikên teze bin.

Bi coreyekî pîşesazî sîsikên merisandî bête qewirandin û bête guvaştin yan bête şûştin bi hêkzanê, berhemê don bi hêkzanê bêhtir e ji berhemê guvaştinê ji ber don di kisba guvaştinê de maye (7%) û di ya şûştinê bi hêkzanê kêmî (1%) e. Ev don ji bo bibe ji xwarina mirovan, divê bête rafînekirin bi coreyê kîmyawî.

Donê dendikên zebeşan tê de tirşiya Lînoleîk (Linoleic acid ) (60-70%) ji tevaya tirşiyên gilêserîdên done û ev don pir balkêşe ji bo xwarina nexweşên dil. Ev don ji bo amedekirin û sorkirina xwarinan pir tê xwarin li Hindistanê û Afrîqayê.

Kisba dendikan pir balkêş weke êmê pez û dewaran û hem ji bo firindan ne xasme mirîşkên hêkan.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev