Edrîs Asihî: ”Şape”

Edrîs Asihî: ”Şape”

Sidqî Hirorî

Şape li ser enfala 1988ê ya bo ser devera Behdînanê ye û li bin gotina diyarîyê, ya li pêşîya kitêbê da ye, hatiye nivîsîn ku rûdanên vê romanê ji serpêhatîyeka rastîn hatine wergirtin.

Şerê Îraq û Îanê bi dawî hatiye û Îraqê berê leşker û cebilixaneya xwe daye Kurdistanê. Meh tebaxa 1988ê ye û qonaxa şeşem ya hêrişa enfalê berbûye ser Behdînanê. Di vê hêrşê da Îraq her core çekî bi kar diîne û di nav da yê kîmiyayî jî û hemî gund û xelkê deverê ketine ber lihîya wê hêrşê.

Gulê bi sê zarokên xwe yên biçûk ve li gundî ye û ducan e. Mêrê wê Rizgar pêşmerge ye û li ser erkê xwe ye. Lê ji ber rewşa nearam, hêrşa Îraqê û tirsa lêdana çekê kîmyayî û jinavbirina xelkî briyar hatiye dan ku xelk gundan, berî hêrşa kîmyayî û nêzîkbûna leşkerê îraqî, bihêlin û ber bi sinoran birevin.

Rizgar jî her di wan rojan da dihê mal. Ew çend roj in jina wî kurek bûye û Gulê di rewşeka nebaş da ye û xwîn ji ber diçe. Reweşa zarokî jî nebaş e û şîrê dayika wî ya lawaz têrê nake û ji ber birsê girîya zarokî ranawste.

Rizgar bi jin û zaokên xwe û bi xelkê gundî re her tşitê xwe dihêlin û ber bi sinoran direvin. Gulê bi rêyê da gelek bêhêz dibe û şîr bo zarokî bi yekcarî di çiçkên wê da namîne û zarok jî ji bêşîrîyê berdewam digirî û her ku diçû lawaztir dibû. Dema ku da li cehdeyê, ber bi bakur derbas bin, diviyaba kesê deng ji xwe neînaba û zarok jî negiriyabana da ku haya çete û serbazên îraqî, yên li hindav rêyê bûn, ji xelkî neba.

Loma û ji bo ku jina wî û hersê zarok û xelkê din xwe bi silametî derbas bikin aliyê din yê cehdeyê, Rizgar zarokê xwe yê çendrojî, yê nîvmirî, li bin siha kevirekî dihêle û bi yên din re cehdeyê derbas dike. Ew paşî, li ser txûbên bakur jina xwe bi wê rastîyê agahdar dike. Jin ji ber hindî rastî tirawma û nexweşiya derûnî dibe.

Ew li kempa penaberan li Amedê bicihـ dibin . Rizgar bi alîkariya kurdekê bakur karekî dike. Û li ser wî karî zelamekê din yê başûr ku li kempa Mêrdînê bû nas dike. Ji serhatîya wî zelamî diyar dibe ku ew bi malbata xwe ve, di dema revê di heman rêyê da û li ser şopa wan hatibûn.

Wan bi rê ve zarokek li ber kevirekî dîtibû û wan bi xwe ra îna û ew sax e û du salî ye. Êdî xuya dibe ku ew zarok kurê Rizgarî û Gulê bû. Li dawiya romanê zarok li wan dihê vegerandin, lê Gulê tehemila wê keyfa mezin nake û jiyana xwe ji dest dide.

Ji bilî wê ku xwendevan di xwendina vê berhemê da dibe şahidê karesata enfalan û ya bi serê xelkê başûrê Kurdistanê hatî, reftara leşkerê îraqî û paşî yê tirk li ser sinoran û jiyana li kempên penaberîyê, ew herweha jî helwêsta kurdên bakur li hember birayên xwe yên başûr û pşitgriya wan ya di wê dema dijwar da dibîne.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev