”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 66

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 66

Malpera me bi rêzenivîseke taybet çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî berdewam dike, ku wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” ne, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî jî çap bûye.

Em destpê dikin we bi jînenîgarîya kurdzanên me yên bi nav û deng û berhemên wan yên sereke ra dikine nas. Îro kurdzanê mezin Petr Îvanovîç Lerx (1827-1884) nas bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Petr Îvanovîç Lerx (1827–1884)

Kurdzan, arkêolog û êtnografê Rûsîyayê yê binavûdeng, amadekarê yek ji gramerên kurdî yên pêşin 

Petr Îvanovîç Lerx xwendina xwe a pêşin li dibistana Petropavlovskê li Sankt-Peterbûrgê sitendîye. Sala 1850an wî Zanîngeha Sankt-Peterburgê bi meslekê rohilatzan xilaz kir. Piştî xilazkirina Zanîngehê P. Î. Lerx demekê li Akademîya Zanyarî wek sekretarê têknîkî kar kir. Hezkirina kurdzanîyê cem P. Î. Lerx ewqas pir bû, ku ew sala 1856an çû bajarê Roslavlê, li parêzgeha Smolênskê, li wir wî di nava sê mehan da ji kurdên leşker, ku li wir hêwirîbûn, malûmatîyên êtnografîyê û zimanzanîyê berev kir.

Piştî ku P. Î. Lerx berhema xwe ya sêcilde ya bêhempa derheqa zimanê kurdî û dîroka gelê kurd da weşand, nav û dengê wî wek zanyar belav bû. Ev berhema bi sernavê ”Lêkolînên derheqa kurdên Îranê û pêşîyên wan xaldêyên bakur da (1856-1857)” sala 1857an li Sankt-Peterburgê bi zimanê almanî derket. Ji keda bêhempa ya P. Î. Lerx em dikarin amadekirina yek ji gramerên kurdî yên pêşin destnîşan bikin.

Sala 1858an P. Î. Lerx di nava mîsyona leşkerî-dîplomatî ya Î. P. Îgnatev berê xwe da Hîwayê û Bûxarayê, li wir bi karê zanyarîyê-lêkolînerîyê va mijûl bû û ji wir çend destnivîsên bi zimanên rohilatê anîn. Di nîveka duduyan ya salên 1860î Petr Îvanovîç erdnîgariya xwe ya zanyarîyê guhart û dest bi lêkolînên li ser Rûsîya Bakur kir.

Sala 1860î P. Î. Lerx bû endamê eynsî yê Hevalbendîya arkêologîyê ya Rûsîyayê. Di salên 1862-1864an P. Î. Lerx çend gotar derheqa sedsalên Kevirî û Bronzî li kovara ”Malûmatîyên Hevalbendîya arkêologîyê ya Rûsîyayê” da çap kir.

Sala 1977-1879an P. Î. Lerx bû serwêrê kitêbxaneya Zanîngeha Sankt-Peterburgê, li wir karê lêkolînên zanyarîyê berdewam kir. P. Î. Lerx piştî ku ji dest nexweşîya giran a demdirêj teqewut bû, terka Rûsîyayê da û bo qenckirina nexweşîya xwe çû Almanîyayê. P. Î. Lerx sala 1884an wefat bû û li Hambûrgê hate binaxkirin. Serhevdu wî zêdeyê pêncî xebatên zanyarî û nivîsên din yên bi zimanê rûsî û weke sî gotarên bi zimanên almanî û fransî di kovarên zanyarî yên almanî û fransî da çap kirin. Berhemên P. Î. Lerx yên derheqa kurdzanîyê da demeke dirêj bo lêkolînkirina dîrok û çanda kurdan bona nifşên rohilatzanên Rûsîyayê yên paşerojê bûn bingeh.

Wek ku hevalbendên wî dibêjin, P. Î. Lerx yek ji rohilatzanên welêt yê herî serketî bû, lê wek ku hemdemê wî dîrokzan V. V. Grîgorev dibêje, “bi tu awahî nikaribû konsentre bibe bona nivîsara dîsertasyona magîstrê, ku wê rewşa wî xweştir bikira, – herdem karên xelkê dikir”.

 

Berhemên sereke yên P. Î. Lerx

 

Lerch, Peter J. A. Forschungen über die Kurden und die iranischen Nordchaldäer. St. Petersburg, 1856–1857.

 

Лерх, Петр. Исследования об иранских курдах и их предках северных халдеях: di kitêba 3, СПб., 1856–1858.

 

Лерх П. И. Археологическая поездка в Туркестанский край в 1867 году. СПб., 1870.

 

Лерх П. И. Азия // Русский энциклопедический словарь: di cildeya 16. Beşa. 1. Cilid. 1. СПб., 1873. Rûpel. 272–296.

 

Lîteratûra hatîye bikaranîn

 

Биографический словарь профессоров и преподавателей имп. С.-Петербургского университета за истекшую третью четверть века его существования. 1869–1894. Cild. 1. СПб., 1896. Rûpel. 391–399.

 

Лерх Петр Иванович // Новый энциклопедический словарь: di cildeya 29an da. Cild. 24. Петроград, 1916. Rûpel. 408–409.

 

Лерх Петр Иванович // Русский биографический словарь: di cildeya 25an da. Cild. 10. СПб., 1914. Rûpel. 317–319.

 

Лерх Петр Иванович // Энциклопедический словарь Брокгауза и Ефрона: di cildeya 86an da. Cild. 17-А. СПб., 1896. Rûpel. 588–589.

 

Гаркави А. Я. Памяти П. И. Лерха (1828–1884). СПб., [1886].

 

Данциг Б. М. Изучение Ближнего Востока в России (XIX — начало XX вв.). М., 1968.

 

Данциг Б. М. Ближний Восток в русской науке и литературе (Дооктябрьский период). М., 1973.

 

Памяти П. И. Лерха [Некролог] // Записки Императорского русского археологического общества. Новая серия. 1884. Cild. 1. Rûpel. 104–114.

 

Тизенгаузен В. Г., Веселовский Н. И. П. И. Лерх [Некролог] // Журнал Министерства народного просвещения. 1884. Beşa. 236. Para. 2. Rûpel. 57–66. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev