Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên êzdiyatiyê

Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên êzdiyatiyê

Dr. Eskerê Boyîk

 

Xudanȇ lȇkolȋnȇ li ser hinek pirsgirȇkên hevbeș sekiniye û li dor wan lȇkolȋn-analȋzȇn berfireh, kûr û dirȇj kirine. Li ser Şamaşê Mezopotamyayê û Şêşimsê baweriya Êzdiyan, Sin(ê) Haran û Şêxsin û li ser baweriyên Tawûsê Melek ve girȇdayȋ sekiniye. Heweskar in nȇrȋnȇn wȋ yên li dor baweriya Tawûsȋ Melek.

Bi texmȋna min, ev lȇkolȋnȇn ji aliyê nivȋskar ve hatine kirin, ji bo lȇkolȋnvanȇn pȇșerojȇ karibin bibin bingeha zanyariya Ȇzdȋnasiyê ya xurt.

***

Ji berhemê:

Ji berê de tehemûl û rêzgirtina wan ji olên din re heye û qîmeteke mezin didin berhemên kevn. Ew îbadetên xwe li ber wan ziyaret û tiştên kevn tînin.

Êzîdî ji qewmiyeta xwe ve Kurd in û ji Kurdistanê ne, ew hema bêje tev bi Kurmancî diaxivin. Di vê herêma welatê Xalta de berê Xiristiyan û Êzîdî dijiyan.

Eşîra Eleka di destpêka sedsala 19an de hatiye herêmê, di wexta Mîrzikê Zaza de ew hatine. Mezinên wan Remo, Dîbo û Sîno bûn. Remî, Reşkotî û Pençawarî jî niştecihên kevn nîn in.

Bi hatina van û fermana ku di dawiya sedsala nozdehan de hatiye ser Êzîdî û Xiristiyanan, yekcar bi fermana sala 1915an a Ermeniyan demografiya herêmê tam guheriya.

Bi guherandina demografiyê, Êzîdî di herêmên xwe de bûn kêmî, ew qels û lawaz bûn, desthilatiya herêmê ji destê wan derket û ket destê eşîrên Kurdên Misilman.

Riataza                                                                

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev