Berhemên kurdzanên me – 281

Berhemên kurdzanên me – 281

Me di 280 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka şairê rûsan yê herî binavûdeng Aleksandr Pûşkîn ”Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da”, beşa wê a sisîyan raberî we bikin.

Ev berhema giranbuha, ku berî 200 salan bi rûsî û gelek zimanan çap bûye, bi kurdî çap nebûye. Em wê kêmanîyê bi riya malpera xwe, bi wergera berpirsyarê xwe – Têmûrê Xelîl dadigrin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da – 7

A. Pûşkîn

Ez bi hespê bayê bezê hatim ber holika pêşin, lê malxwêyê malê derkete ber dêrî û bi kifiran bezîya min û ez def dam. Min wek lazim bû bersîva silava wî da. Ewî tirkî kire qêrîn; milet berev bû. Min wisa texmîn kir, ku rêvebirê min pişta min girt. Karwan-saray nîşanî min dan; ez ketime holikeke mezin, ku weke merekê bû; cî tunebû, ku min hespê xwe girêda. Min de`wa hespê li wan kir. Karmendekî tirkan yê sere hate bal min. Ji hemû gotinên wî yên ne femdar min bi hevokekê va bersîva wî dida: vêrbana at (hespê bide). Tirk qayîl ne dibûn. Dawî ez ser va çûm, û min pere nîşanî wan da (min gerekê hema ji wê jî dest pê bikira). Hesp destxweda, di eynî deqê da anîn û rêvebirek dane min.

Ez bi besta fireh ra çûm, ku bi çiyan va dorgirtî bû. Zûtirekê min Qers dît, ku ronaya çiyakî ketibû ser. Yê tirk ew nîşanî min kir û kire gazî: Qers, Qers! Û hespê xwe berda; ez pey wî çûm û ji berxweketinê dizêrîyam: qedera min gerekê li Qersê bihata biryardayîn. Li vir ez gerekê pê bihesîyama, ku kampa me li ku ye û ka wê firsenda min hebe xwe bigihînime ordîyê. Ezman bi ewirên reş va hate nixamtin û dîsa baran barî; lê ez îdî derheqa wê da ne difikirîm, ji min ra ne xem bû.

Em ketine Qersê. Gava me ranêzîkayî li dîwarên dervezan kir, min dengê defên rûsan bihîst: di berbangan da li defê dixistin. Nobedar bilêt ji dest min girt û çû bal serok. Ez weke nîv sehetî di bin baranê da li bendê mam. Dawî destûra min dan. Min ji rêberê xwe ra got, ku min kese bibe himamê. Em bi kolanên xaro-maro ra diçûn; hesp li ser pira tirkan ya xirabe dişimitîn. Em ber derê xanîyekî sekinîn, ku bê rewş bû. Ew himam bû. Yê tirk ji hespê daket û li dêrî xist. Tu kesî bersîv ne dida. Baranê li min kir. Dawî ji mala nêzîk ermenîyek derket, bi tirkê min ra peyivî, gazî min kir û bi rûsîyekî baş hinek tişt ji min ra azirû kir. Ewî ez bi pêpelînga teng ra birime xanîyê dudan yê mala xwe. Li odeya bi textên rûniştinê yên nimiz û xalîçeyên pizinî va pîrikek rûniştibû, ku diya wî bû. Ew ber bi min hat û destê min ramûsa. Kur ji diya xwe ra got agir dade û ji min ra taştê hazir bike. Min kincên xwe êxistin û li ber êgir rûniştim. Kurê malxwêyê malê yê biçûktir kete hundur, ku xortekî hivdeh salî bû. Herdu bira çend mehan li Tîflîsê mane. Wana ji min ra got, ku leşkerên me roja buhurî êrîş kirine û kampa me 25 vêrstan dûrî Qersê ye. Ez tam rehet bûm. Pîrikê ji min ra goştê pêz bi pîvazan qeland, ku bi bawerîya min hunermendîya aspêjîyê ya serketî bû. Em hemû di odeyekê da ketine nava cîyan bona razên; min li rex sobeya, ku ditemirî pal da û bi hêvîya, ku ezê rojtira dinê kampa mîrlaw Paskêvîç bibînim, bi xew ra çûm.

Berbangê ez çûm bala xwe bidime bajêr. Kurê malxwê yê biçûk got, ku ewê rêberîya min bike. Gava min dîna xwe da kela û sûran, ku li dor bajêr hatibûne çêkirinê, min fêm ne dikir, ka me çawa ew bajêr zevt kirîye. Ermenîyê dostê min gorî zanebûnên xwe karên leşkeran ji min ra şirove kir, ji ber ku ew şahid bûye. Min texmîn kir, ku hewasa wî ya şêr heye, min ber wî pêşnîyar kir bi min ra here ordîyê. Ew destxweda qayîl bû. Min ew şande dû hespan. Ew bi zabitekî ra tevayî vegerîya, ku ji min daxwaza bi nivîskî kir. Min ji reng û rûyê wî texmîn kir, ku ew merivekî Asîayê ye, lema jî ez wisa fikirîm, ku ne hewce ye li kaxezan bigerim û min destê xwe avîte bêrîka xwe û kaxezek derxist. Zabit bi hûrgilî kaxezê nihêrî û bi lez ferman da ji min ra hespan bînin û kaxeza min li min vegerand; ew nivîseke ji bo jineke kalmîkî bû, ku li hêwrigeheke Kavkazê di dest min da qirêj bûbû. Piştî nîv sehetan ez ji Qersê derketim, û Artêmîy (navê ermenîyê dostê min bû) îdî li rex min bi mihîna tirkan va, qamçîyê şidyayî di dêst da, xencer di ber qayîşa xwe ra kirî li rex min dibezîya û behsa tirkan û şerê wan dikir.

Ez bi rêyekê diçûm, ku li her deran hebê nên hatibû çandin; li der û dorên me gund xuya dibûn, lê ew hatibûne valakirin: binecî xwe li riya revê girtibûn. Rê gelekî baş bû û li warên çem jê derbaz dibûn, pirayên kevirî hatibûne çêkirin. Li ber me topikên gêdûka Saxan-lû yên Tavrosa kevinare bûn. Weke du sehet buhurî; ez bi siyarî hilkişîyame bilincîyekê û ji nişkêva min kampa me dît, ku li rex çemê Qers-çayê bû; piştî çend deqeyan ez îdî li konê Raêvskî bûm.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *