Ji nimûneyên zargotina me – 281

Ji nimûneyên zargotina me – 281

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. PEZÊ BAVÊ TE HATE DENA

 

Pezê bavê te hate dena,

Olim, olim kawê,

Pezê bavê te hate dena,

Nêrîya ser kutabû ser şivana,

Ezê bivim xulama dengê van şivana,

Tilî-pêçîyê van şivana.

 

Pezê bavê te kete ber zêyo,

Herê lê hemûyê tevî pêda başî mêyo,

Ezê gişka bidime qelinê te rindêyo.

 

Pezê bavê te pezê zayî,

Him diçêre, him dikayî,

Xadê xirav bike mala vî axayî,

Çi heq daye vî zilamî?

 

Şivano, ha şivano,!

Te li piştê kod hevano,

Te li desta çovçogano,

Şîrê mîya dixwî kulmano.

 

Şivano, dihokînî,

Li ser zera diçêrînî,

Denê nîvro pêz tînî,

Denê êvarê ramûsana zerîyê distînî.

 

Pezê lawikê min celebe,

Şama Şerîf berjêr nave,

Wekî gur bixun, diz bibin,

Tola yara wî sebebe.

 

Berxê kel, ha berxê kel,

Fîno sor, qotik belê,

Derdê xelqê mal-halê dinê,

Derdê min merûma xadê –

Şivanê Şûregelê.

 

 

  1. DERDO, DERDO…

 

Derdo, derdo, derdo,

Çi kanînga hewşa mala bavê minda,

Derdo, yeman derdo,

Ha bi kulo, merezo derdo.

 

Derdo, qurba, tê herî welatê xerîb, xerîbistana,

Gustîlka min bigire, bavê binê cêva xwe ke,

Welatê xerîba tuyê rûnî, ji cêva xwe derxe,

Lê mêzeke,

Dûr û nêzîk gişke yeke,

Derdo, yo-yo derdo,

Kulan û mereza tev belake.

 

  1. NEMA, NEMA

 

Nema, nema, ema keleş lawiko,

Lawikê min çûye welatê xerîbîyê,

Derengî bû, derengî bû,

Heta hatibû çermê canê min maşîya bû, li min maşîya bû,

Divê porê serê min sipî bû, lo min sipî bû.

 

Lawiko, welatê xerîba çiqa dûre, çiqa dûre,

De divê, lawikê min diçe welatê xerîbîyê,

Bêtivdîre, bêtivdîre,

Keleş lawikê min bêqusûre, bêqusûre,

Keleş lawikê min çû pejmûrde bû, pejmûrde bû,

Minê go, şevê-rojê çevê min lê bû, çevê min lê bû.

 

 

  1. HÎVA GUNDÊ ME

 

Hîva gundê me hîva kêre,

Şewqê avîtîye dor bajêre,

Hergê hûnê pirsa esayê ji min dikin,

Gede lawikê min yekî bejinblindî, diran zêre.

 

Hîva gundê me hîva sava,

Hîv xeyîdîye, naçe ava,

Emekê min û kewa gozel

Temam çû badilhewa.

 

 

  1. HUBÊ

 

Hubê, Qersa wêran bi dikane,

Bejina Huba min şima dara terzê rande (rihane),

Huba min sekinîye der malê, duşurmîş bû,

Tuncika zer ser anîya keverda tîşe-tîş bû,

Şûşa dilê Huba min çormîş bû.

 

 

  1. HERÊ LÊ DAYÊ

 

Herê lê dayê!

Dinya li ser dinêye,

Cil li pişta gêye,

Berê gê li felekêye,

Konekî reşî erebî li dûzêye,

Qîzeke qîza horîya vê cinetê li piş perdêye.

 

Herê lê dayê, qurban,

Mebheba minê firîya ser vê horîya cinetêye.

Herê lê dayê, qurban!

Ca tu rave here

Horîya cinetê lawikê Mehmed Elîyê xwera bixweze bîne.

 

-Herê, lo lawo!

Qîza horîya cinetê ku te dîye,

Ew divên: -ne qîzeke çêye,

Sibê heta êvarê destê xortê xelqê

Ser sîng û memikê xwe digerîne.

 

Sibê radibe dibê:

-Herê lê dayê,

Tu misînê avê ji minra bîne,

Ezê qîza şêxa û melle bim,

Hayê minî ji van tişta tunene.

 

Herî lê dayê!

Pêlê pêye, pêlê pêye,

Ne pîkî te li vê dinêye,

Yekî li wê dinêye.

 

Ne cîyê te agirê cenimêye,

Tu çima dibêjî –

“Qîza xelqê ne çêye?”.

Qîza xelqê ku heye, hespê ber Misrêye,

Xadê tiala zane gema wî li destê kêye.

 

Foto: Mûzexaneya Seyda Goyan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *