Pîşesaziya Rûnê Kurmancî

Pîşesaziya Rûnê Kurmancî

Muhemed Şerîf Cilînî

Kurd li seranserê erdnîgariya Kurdistanê navdar in bi pîşesaziya Mast, Nivîşk, Rûn û Penîr, weke pîşesaziyeke kelepûrî, nemaze ji aliyê Koçerên xweda keriyên mezin ji pez û bizinan, hem jî gundiyên Kurd ê pez û dewaran xwedî dikin.

Va ye pêngavên amedekirina Rûnê Kurmancî, li cem Koçerên Kurd:

1.Dotina Şîrê mîhan û bizinan

Komkirin û rawestana Şîr mawey demekê, di distên mezin de, paş parzinandinê bi cawê parzûnê an bi parzûneke taybet, Şîrê rawestayî û parzûnkirî tê kelandin bi nermayî heya bifûre, hem jî tê tevdan ji bo neyê şewitandin û binê distê negire (pila germahiyê li derdora 80-85an).

2.Sarkirina Şîrê kelandî bo asta ku Şîr germ bimîne (li der dora pila 39-43an).

3.Amadekirina Mast

Heyvankirina Şîrê germ bi heyvanê ji mastê berê ên hinekî tirş, paş tevdan heyvan û Şîrê germ, ew dist bête nixumandin, ji bo parastina germahiyê û Şîrê germ bibe mast di bin bandora Heyvan de.

4.Wergirtina Nivîşk ji Mast:

Tevlîkirina mast bi hinek av re, ji bo bi hêsanî Nivîşk bête vebrajitin ji mast di dema killandinê de û bi serkeve di meşkê de, meşk kuneke ji çermê Bizina çê dibe, bi darên sêpiyê ve tê daleqandin di riya werîsekî. Du destikên dar yên meşkê hene, ji bo jina killevan pê bigre û meşkê bikillîne. Di van demên paşîn de Nivîşk tê vebrajtin ji şîr an mast, di bin bandora hêzavêja navendî, di verêjkerek bi destan an bi motorê Kareva tê gerandin, (bi Ȋnglîzî: central centerfuge force, û bi Erebî القوة الطاردة المركزية ).

5.Veguhertina Nivîşk bo Rûnê Kurmancî:

Nivîşkê hevgirtî yê hatiye veqetandî ji mast di mêşkê de, di distek din de tevlî piçek xwê tê germ kirin heya ruhin dibe, paş re tê kelandin û tevdan kirin bi hinek Savar an Arvan re, ji bo rewatî (ava mayî) û bermayê mast yê mayî di Nivîşk de, bi savar an arvan bê vexwarin an mêtin,  germkirin û kelandin bi dawî dibe, dema bihna Rûn belav dibe û hem jî zelal dibe, wê demê hinekî tê sarkirin û paş sarkirinê ve, tê parzûnkirin ji bo veqetandina savarê an arvan.

6.Rûnê parzûnkiriî tê dagirtin di Hîzên çêkirî ji çerm, hundirê hîz têwerdan bi dimsê re, ji bo Rûn ji Hîz derneyê, an di denên qafikî de.

Hêjaye gotinê ye ku rengê Nivîşk û Rûnê wergirtî ji şîr an mastê dewaran (çêlekan) zertire ji rêngê yê wergirtî ji şîr an mastê mîh û bizinan, ji ber dewar dema buharî diçêrin li çêreyên vekirî de, rengê zer yê kulîlkan vedişêrin û diparêzin di bin qaşilê gilokên qatix de, dema ev gilok azad dibin, ew gilokên rengê zer jî azad dibin, lê mîh û bizin rengê zer naparêzin di bin qaşilê gilokên şîrê xwe de.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *