Çend Gotin Derbarê Felsefeya Alman de

Çend Gotin Derbarê Felsefeya Alman de

Ali Gurdilî

 

Felsefeya alman, ji felsefeya feylesofên alman û kevneşopiya felsefeya alman, a ku di dawiya sedsala 18an dest pê kiriye û ji destpêka sedsala 19an ve jî, giraniya wê zêdetir hatiye hîskirin re dihê gotin.

 

Lewma jî, nabe ku em vê têgehê bi tenê ji bo komeka feylesofên alman bikar bihînin. Dema em dibêjin felsefeya alman, mexseda ma ya pêşîn îdealîzma alman a klasîk e. Lêbelê em dizanin ku felsefeya alman ne tenê ev felsefe ye û ekolên dijber yên vê felsefeyê jî derketine holê.

 

Di loda felsefeya alman de feylesofên mîna Leibniz, Friedrich Schelling, Johann Gottlieb Fichte, Kant, Hegel, Feuerbach, Marks, Arthur Schopenhauer, Nietzsche û Karl Jaspers hene û hinekên wan îdealîst, hinekên wan materyalîst, sansualîst (sehekparêz), aqilparêz (rasyonalîst) û yan jî ezmûnger in.

 

Felsefeya alman a klasîk, bi navê îdealîzma alman dihê naskirin û di navenda vê felsefeyê de, feylesofên mîna Kant û Hegel hene. Li milê din feylesofên mîna Feuerbach jî ku wekî materyalîstên klasîk dihêne dîtin jî, di loda vê felsefeyê de dihêne nirxandin.

 

Ev tevgera xurt ya felsefeyê, di destpêka sedsala 20an de xwe bi paş ve daye. Lêbelê dîsa jî meriv dikare bibêje ku feylesofên navdar yên wekî Edmund Husserl, Martin Heidegger û Hannah Arendtî gihandiye, ku ew bi xwe jî feylesofên navdar yên heyînparêz û fenomenolojiyê ne.

 

Dîsa di sedsala 20an de Dibistana Frankfurtê derkete holê û piştre jî feylesofên Max Horkheimer, Theodor W. Adorno, Herbert Marcuse û Habermas, wekî şopgerên vê felsefeyê hatin dîtin. ing: german philosophy / fr: philosophie allemande / tr: alman felsefesi. 

Çavkanî: Feylesof – Kurdish Philosophy 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *