
Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî
Serok Barzanî bi minasebeta cejna çeleya Havînê ya Êzidiya peyameka pîrozbahiyê ragihand.
PEYAM:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan!
Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xûşk û birayên Êzidî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemî Êzdiyêt Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hêvîdarim xûşk û birayêt Êzdî yên hemî cejn û helkeftêt olî ya di aramî û tenahiyê de bibin ser.
Cejna hewe pîroz bît û bimînin bi xêr û xweşî
Mesûd Barzanî
Peyama serokwezîr ya cejna Çileyê Havînê
Bi minasebeta hatina cejna çileyê Havînê serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî peyamek belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi hilkefta cejna Çileya Havînê, pîrozbahiyeke germ arasteyî xwişk û birayên Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdar im di rewşeke pir aram û ewle de vê cejnê derbas bikin.
Bi vê hilkeftê, dupat dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her çi di şiyana wê de be, dê bixe karê xwe de ji bo bêtir xizmetkirina xwişk û birayên Êzidî û kêmkirina êş û azarên wan.
Cejna Çileya Havînê pîroz be û her tim di xweşiyê de bin.
Mesrûr Barzanî
Riataza