Mesaja Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta qetliama ko Daişê li dijî miletê kurd yê êzidî kir

Mesaja Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta qetliama ko Daişê li dijî miletê kurd yê êzidî kir

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan!

Îro heşt sal di ser êrîşa terorîstî ya ser Şingalê re derbas dibe. Tawana jenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdeyê gelê Kurdistanê.

Di vê karesatê de xwişk û birayên me yên êzidî ji ber kurdbûn û ol û baweriyên xwe rastî êrîşa terorîstan hatin.

Tişta ku tawankarên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên êzidî pêk anî berdewamiya wê yekê bû ku di dirêjahiya dîrokê de xeleka karesat û sûcên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di karesata komkujiya Şingalê de, cihê mixabiniyê ye ku tevî hebûna rêkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de ji bo paşeroj û birêvebirina Şingalê, hêj ew rêkeftin nehatiye cibicîkirin. Şingal di destê komek hêzên çekdaran de ye ku li pêş vegera xelkê û avedankirina Şingalê bûne rêgir.

Pêngava yekem a dermankirina birîna Şingalê ew e, Şingal vegere destê xwediyên wê yên resen û ew hêz û milîsên ku destê xwe danîn ser wê, ji Şingalê derkevin û rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin. Her wiha pêwîst e rêkarên wiha bêne girtin ku êdî careke din karesat, zilm û tawan li dijî êzidiyan û pêkhateyên din dubare nebin.

Di vê bîranîna dilşewat de, şehîd û qurbaniyên Şingalê bi bîr tînin. Hevdem jî wan şehîd û pêşmergeyên qehreman jî bi bîr tînin yên ku bi xwîna xwe çiyayê Şingalê parastin û dorpêça terorîstan li ser çiyayê Şingalê şikandin û bajarê Şingalê jî ji destê terorîstan rizgar kirin û di encamê de efsaneya DAIŞê şikandin û serê terorîstan DAIŞê kete jêr pêyên kurdên êzidî.

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *