DÎKRANÊ QEREÇOBANÊ

DÎKRANÊ QEREÇOBANÊ

Lêkolerê me yê welatparêz bo nivîsên ser dîrok û folklora gelê me,

tu dibêjî qey ne tenê dikeve nava rûpelên arşîvên dewleta Osmanîyê,

lê herwiha her kunc û derzên wan arşîvan jî serobin dike

û berhemên delal derdixe, raberî me dike.

Fermo, yek ji wan. Bi hêvîya ku kêfa we jê bê.

Mihemed Erzurum

Dema ku ez wesîqe û nivîseke kevn a li ser Ermenên Qereçobana Erzurumê dibînim, kilama Axçîka File (Manûsa Keşîş) dikeve bîra min.

Em berê werger û şîrova vê wesîqê bikin, paşê jî ji kilama Manûsê çarikekê binivîsin.

Bi kurtasî di vê belgeyê de kesekî bi navê Dîkran ji rayedarên dewleta Osmanî re li Xinûsa Erzurumê, telgrafekî dişîne. Di telgrafê de vîya tîne ziman:

“Qumandanê alaya Hemîdiyê Ahmed Paşa û Qaim-maqam Galip beg, bi darê zorê, bi îşkence û lêdan dest dane ser mêrga min, ez dixwazim di heqê van kesan de lêpirsîn û doza hiqûqî were vekirin..”

 

Werger: Mihemed Erzurum

AXÇÎK WERE

Lê lê lê lê Axçîk were

Lê Axçîkê ezê hatim Qereçobanê min spî kir

Min dî Manûsa Keşîş ji dêrî derket sîng spî kir

Manûs’ê Încîla Îsa dixwend di nav duayê xwe hêvî dikir

Heçê kesê bedewiya Manûs’ê dîtîye dinya berda axiret ji bîr kir

Ezê bi kurmancî dibêm Axçîk were…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev