DU HEVAL Û HIRÇEK

DU HEVAL Û HIRÇEK

La Fontaine

Lêanîn: Memê Miksî

 

Bê pere man du heval

Sibhê rabûn çûn li bal

¤¤¤

Cîranê xwe yê kurkvan

Firotine wî, evan

¤¤¤

Postê hirçekî zindî

Mezin û gelek cindî

¤¤¤

Li gorê gotina wan

Pir fêris bû ew heywan

¤¤¤

Ji kevilê li ser laş

Çêdibûn du kurkên baş

¤¤¤

Du qat zêdetir îcar

Wê kurkvan bikira kar

¤¤¤

Kurkvan qîma xwe anî

Du roj bo wan qewl danî

¤¤¤

Bi rûyekî bişirî

Van bazara xwe birî

¤¤¤

Di demê zivistanê

Ber dane daristanê

¤¤¤

Hirçê ku her du li pey

Te digot hûtek e qey

¤¤¤

Di nav vê berf û pûkê

Hesabê mal û sûkê

¤¤¤

Jidil ha ne ji qestî

Li hev nehat bi rastî

¤¤¤

Hirçî çawa serê xwe

Rakir da wan berê xwe

¤¤¤

Yek ji wan rabû darê

Hew êdî hate xwarê

¤¤¤

Yê din hişk bû ji pêyan

Hin ma ji dest de jiyan

¤¤¤

Yeqîn seh kirbû mirov

Dema ji ber hirçê hov

¤¤¤

Xwe ji direw dimrîne

Hirç ber jê vedgerîne

¤¤¤

Heqet hirç hate li ser

Ji vê hîlê kir bawer

¤¤¤

Lê dîsa jî şik jê bir

Ew hinek anî û bir

¤¤¤

Dema hinek vehejand

Mêrikî xwe lewitand

¤¤¤

Ji serî heta binî

Hirçî bêhn kir ezbenî

¤¤¤

Û got: Ev mirovê ha

Mêj ve mirye ne niha

¤¤¤

Çimkî her wekî ûran

Ji vî tê bêhnek giran

¤¤¤

Ya jê hat hema bi zû

Mêrik hişt û da xwe çû

¤¤¤

Ticarê din vê carê

Hate xwar ji çinarê

¤¤¤

Rawesta li ber serî

Got: Bo te sed aferî

¤¤¤

Tu hinek tirsayî lê

Can xilas bû vê neqlê

¤¤¤

Ha mesela vî kurkî

Wê çawa be Xwedê kî?

¤¤¤

Wî tu hilteqilandî

Piştra xwar bû bi hêdî

¤¤¤

Li jor min haj we hebû

Tiştek got gelo çi bû?

¤¤¤

Yê din jî bi kurt û kin

Got: Hirçî got carek din

¤¤¤

Heta min nekujin hûn

Li erdê sor nebe xûn

¤¤¤

We hebit şermî û ‘ar

Kevlê min nekin bazar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev