Gelo şer ji dinê xelas bûne haya kurdan jê nîne?

Gelo şer ji dinê xelas bûne haya kurdan jê nîne?

Nivîseke delal ji rojnamevanê navdar,

ku berî Referandûma Kurdistanê hatîye nivîsar.

Mihemed Sanri

Di heqê 150 salên dawiyê yên dîroka miletê kurd de zanyarê (alimê mezin) hêja Mehrdad Izady bi kurtasî tesbîteke weha dike:

“Pisporek di kîjan unîversiteyeka ya dinê de, bixwaze doktorayê anjî xebatekê li ser kurdan bike, mamosta û serdarên unîversiteyê bo wî/wê 150 salên dawiyê dest nîşan dikin. Sedema vê jî ew e ko hemî akademiya dinê xizmetê bo nîzama desthilat dike. Ji ber ko kurd bêdewlet û desthilat in, kes naxwaze dîrokek ya wan ya kevnar û mezin hebe anjî bizanin. 150 salên dawiyê jî ne dîroka kurdan e, kurd wekî aktorekî yê dîrokê ji navê hatine rakirin, berevajiyê wê kar li ser wan hatiye kirin, bêdestilat û bêqudret in. Ya ko akademiya dinê di heqê kurdan de dike sahaya vekolînê ev rewşa kurdan ya ji hevketiye, ne rewşa kurdên xwedan dîrokek kevnar û şaristaniyeke mezin e.”

Bêlê ravekirinek pir trajîk e. Li ser navê zanist û navê şerefa lêkolînên zanînê rastiya miletekê, komalgehekê ji ber çavan dihê wenda kirin.

Her wekî Mehrdad Izady di heqê kurdan de, di her warî de bibliyografyayeke pir dewlemend û dirêj pêşkêş dike, diroka miletê kurd ji ya miletên cîranên wan hemiya kevnartir, keda wan ya di şaristaniyê de ji ya hemiyan mezintir e. Lê ev dîrok ji aliyê akademiya dinê ve tune hatiye hesibandin. Hebûna kurdan di 150 salên dawiyê de sînordar kirine ko di vî mawêyî de kurd hertim bûna armanca tunekirinê. Ji ber ko cihê vî miletî di otorîteteya nîzama nêvdewletî de tune ye. Ev milet hêjayî dîrokek kevnar û şaristaniyê jî nehatiye dîtin.

Niha jî kurd li ber serdemek nû ne. Ew dîrok û desthilata ji destê wan hatiye girtin dixwazin careke dî bi destê xwe ve bînin. Lê di vê prosesê de jî hêj gelek pisporên akademiya dinê li ser pirsa “ka kurd çawa nikarin bibin dewlet” radiwestin. Mijar ko “kurd nikarin bibin dewlet” dikin cihên vekolîn û analîzên akademîk.

Bo nimûne Bilal Wahab pisporek yê di saziya bi navê Washington Institute for Near East Policy de ye. Pisporê karên Rojhilata-nêvê û Kurdistanê ye karek yê wî di Universiteya Emerîki ya Suleymaniyê de jî heye. Serok Barzanî beriya niha çend hefteyekê di hevpeyvîneke ya digel kovara Foreign Policy de weha gotibû: “Kurd amade ne ji pirçan bimirin lê ne amede ne di bin nîrê zorkerî û dagirekeirya hineke dî de bijîn.”

Bilal Wahab di hevpeyvînek ya malpera bi navê Post-War Watch digel wî de kiriye, di heqê van gotinên Serok Barzanî de weha dibêje:

“Ev gotin, dîtinên jenersiyona dema Seddam nîşan didin. Dîtinên wan kurdên kevin yên ko gelek êş û azar bo daxwaza serxwebûnê kişandine û jiyane… nifşên ciwan jiyaneke konfor dixwazin, dibe nexwazin êdî ji bo serxwebûna Kurdistanê şer bikin, ji pirça bimirin… ji ber vê jî gelek ciwan dikarin bêjin “na” bo serxwebûnê.”

Ger mirov baweriyê bi dîtinê vî pisporî bîne, mirov dê bêje qey Iraqa piştî Seddam bûye baxê îrem, jiyaneke konfor pêşkêşî nivşên nû yên kurdan dike. Her dê mirov bêje qey şer û pevçûn qet di dinê de nemane, tenê nifşê kevin yê kurdan şerxwaz in, dixwazin bo serxwebûnê bimirin.

Kurte vîdeoyek ya Mele Mistafa Barzanî heye ko di medyaya civakî de gelek dihê belev kirin.

Li ser pirsiyarekê weha dibêjê: “Em miletekî mazlum in, ti kîn û dijminiya me li himberî kesê tune ye, em li dûv maf û edaletê ne.”

Di vê mijarê de gotinek ya Mesud Barzanî jî ya pir tê zanîn heye, weha dibêje: “Di cihê arişeyek bi saetek ya şerî bihe çareser kirin bila bi aştiyan di deh salan de bihê çareser kirin baştir e.”

Navê Barzanî tam sed sal e pêşengiya şerê rizagariya neteweyî dike. Ji gotinên Mele Mistafa û Mesud Barzanî jî pir diyar e ko kes wekî wan dijwariyê şer nizanin…

Welatê ko Wehab Bilal bo xizmetê dike, niha jî salane 600 milyar dolar bo sîstema “şer” terxan dike, şerê û pevçûnên di seranserî dinê de jî li ber çavên me ye. Her kurd ne tenê bo serxwebûna welatê xwe belê bo welatê Bilal Wehab jî azattir û serbixwetir be şer dikin…

Pir aşkere ye ko dê sexwebûna Kurdistanê gelek tabu û dîwaran li binguhê erdê bide. Her gelek aşkere ye ko dê Kurdistana serbixwe kursiyên akademiya dinê jî vehêjîne, dê rapor, lêkolîn, analîz û pirtûkên wan yê akademîk ko milyonan dolar li wan hatin xerç kirin jî biavêjê ser serguyê zibil…

Li benda çîroka dîroka mezin bin… 25-ê Îlonê…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev