Di Toreya Kurdî de ÇAND, EVÎN Û DÎN

Di Toreya Kurdî de ÇAND, EVÎN Û DÎN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar-lêkoler

Bêguman çi tiştê ku li dinyayê heye û hebûye, bingeha xwe li ser evînê ava kiriye. Ji ber ku evîn nebe, çu tişt nikare bijî. Eger bijî jî, nikare xwe ragire. Eger xwe ragire jî, nikare dola xwe bide domandin.

Çand, evîn û dîn, sê heyîn in ku rasterast têkiliya xwe bi jiyana zindiyan ve beste kirine.

Serê pêşî çand/kultur derketiye holê û pêre pêre çandê ji xwe re evînê kiriye bingeh û jiyana xwe daye domandin.

Piştî ku çand û evîn di jiyanê de bûne hemwar, bîrûbawerî ji xwe re kirine heval ku jê re dîn/ol hatiye gotin.

Diyar e ku warê van hersê hemwaran, navbera DÎCLE û FIRATê Bêlecûkê ye.

Dîsa jî diyar e ku jiyana mirovan serê pêşî di navbera herdu çeman de dest pê bûye. Ew ku mirovên li wirê derketine hole, wek nijad ARÎ bûne û wek zimê wan jî HINDOEWRÛPÎ bûye.

Lê ji ber zêdebûna dola mirovan, dem hatiye ku ew der ji wan re teng bûye. Îcar di pêvajoya demê de mirov ji wirê koç kirine, çûne û li parzemînan belav bûne. Bi piranî jî li parzemîna Ewrûpayê cihwar bûne.

Ew koçberên ku çûne wan welatan jî nijada xwe, çanda xwe û dînê xwe parastine. Ha wisa bi hezarê salan e ku çand, evîn û dînê xwe kirine xwemalî û heta îro jî didomînin.

Ji ber hindê mirov bê nijad nabe, nijad bê evîn nabe, evîn û nijad jî bê dîn nabin.

Bi hêviya ku ciwanên me li ser van hersê babetan lêkolîn bikin û berfirehtiya wan derxînin holê.

Wêne: saradistribution.com 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev