Bi husna Dilberê mest im

Bi husna Dilberê mest im

Seyfiyê Şoşî

Lihevanîn: Memê Miksî

Bi husna dilberê mest im

Du çeşman dît û heyran im

Ez im sekranê elest im

Ji ‘ehdê ney peşîman im

¤¤¤

Peşîman nabim ez îro

Li ser textê giha mîro

Hemî ‘alem me kir bîro

Me dêm mexmûr û sekran im

¤¤¤

Ez im sekran ji wan lêvan

Ji xunça wan gul û sêvan

Hemî roj û hemî şêvan

Ez im pabendê zulfan im

¤¤¤

Ji zulfa reş wekî ‘enber

Ji miskê xoştir û enwer

Li kê xurşîd li kê xawer

Li ser textê me sultan im

¤¤¤

Li ser textî bû Belqîsa

Vejî hey kir wekî ‘Îsa

Li vî dewrî giha dîsa

Sebaseb hat û ferhan im

¤¤¤

Fereh min bû muferreh dil

Wekî baxê tijî der gul

Bihar bêt û gihî bilbil

Bi derd û ah û efxan im

¤¤¤

Di ah û cezbe her pirr tê

Ji wê bezma ku ew sirr tê

Mu‘ella her wekî durr tê

Ji şu‘la wê perîşan im

¤¤¤

Perîşan im şeva tarî

Ji wan zulfêt reşemarî

Bejn selwa li rûbarî

Li bin sayê bi xwaban im

¤¤¤

Çu xew nayê ji ber dînê

Tisojît dil ji êtûnê

Wekî Ferhad û Şêrînê

Bi xo find e û perwan im

¤¤¤

Bi xo find e wekî meş‘el

Ji rojê xoştir e her hel

Heme ‘aşiq mirin têkel

Ez im kuştî ji ‘eynan im

¤¤¤

Ji ‘eynan û ji wan rûya

Ji biskêt hûr û xemriya

Ji ‘işwe û naz û ebrûya

Çu bidê abê lerzan im

¤¤¤

Dilerzim cezbeya dil da

Ji ‘işqê cuzekî hil da

Vema peykan dilê kul da

Bi êş û derd û pir jan im

¤¤¤

Ji ber janê ezê mest im

Du reşmara bi xo geztim

Bi zulfa qeydkirim bestim

Ez im yeqsîr di zindan im

¤¤¤

Di zindana di Misrê me

Ez im dayim di ‘esrê me

Ne carek qet li yusrê me

Bi huzn im pîrê Ken‘an im

¤¤¤

Gehişt Yûsif bi Ken‘anê

Esîr derket ji zindanê

‘Ezîzê bûyî der anî

Ezê bê çare bê an im

¤¤¤

Ez im bê an ji tehsîlê

Çi cayê şerh û tefsîlê

Disojim şubhî qendîlê

Ji ber qurbê û hicran im

¤¤¤

Ji ber hicrê tikem hicret

Xurabê da me kir rihlet

Bori Seyfî xilas zehmet

Bi zîrê lutfê Yezdan im.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev