Peymana Lozanê, 24. 7. 1923

Peymana Lozanê, 24. 7. 1923

Serdar Roşan

Rêzefilmek di qalîteya romanên Agatha Chrîstîe de.

Senaryo: Îngîlîz û bi taybetî ordiya îngîlîzan.

Aktor: Kemal Paşa

Agahta Chrîstîe xanimeke îngîlîz e, romanên wê neynika çanda îngîlîzan e. Romannivîseke weke wê lê ji dever û çandeke din heye an na nizanim.

Romanên wê de bûyer diqewemin, mirov têne kuştin lê kujer ne eşkere ne, bi şêweyeke pirguman mesele têne hunandin, bersîveke hêsan ji bo xwendevan nîne.

Siyaseta îngîlîzan xasima ya derve mîna romanên Agahta Chrîstîen e. Siyaseta wan welê hêsa nehatiye û nayê fam kirin. Zahîren tiştekî dibêjin û dikin lê karê xwe yê esasî bi plangeriya xwe dikin û bi taşeronan didin kirin.

Di ser peymana Lozanê re 99 sal buhurîn.

Bi peymana Lozanê re, dewleta têkçûyî ya şerê cîhanê ango Osmanî bi formateke nuh, bi mîmariya yanî nexşekêşiya îngîlîzan û bi pêşkêşiya efserên osmanî, bi gotineke din bermayîyên îttîhatçiyan, xasima devşîrmeyên balkanî û sebataîstan, bi navê Komara Turkîyeyê dewletek pêk hat.

Zahîren Kemal Paşa û îngîlîz dijî hev in lê di esasê xwe de Kemal Paşa û îngîlîz sedîsed bi hev re ne.

Senaryo:

Divê nexşeya îngîlîzan pêk were.

Yewnan di beşên pêşî de xwedî rolek in.

Rola yewnanan dînamîzma îttîhatçiyan, li vir ya kemalîstan, livandin e. Ew ji bo plana pêkanîna Komara Tukîyeyê hene û pêdivî ne.

Ji bo Kemal Paşa rola xwe bilîze hewce bi dagirkirina Îzmîrê û derûdora wê heye. Yewnan bi haydana îngîlîzan Îzmîrê (1919) dagir dikin…

Peymana Sewrê (1920) karê îngîlîz û kemalîstan hêsantir dike…

Piştî sê salan Kemal Paşa bi awayekî muzaferane dikeve Îzmîrê. Yewnan vekişiyane û ruknên Komara Turkiyeyê êdî têne danîn.

Peymana Lozanê serfiraziya îngîlîzan û xasima ordiya wan e!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev