Şikestî

Şikestî

Îkram Oguz

 

Bi xwendina her pirtûkekê mirov derîyek li dinyayeke nû vedike, dinyaya bi peyv û hevokên xemilandî…

Ger ku mirov di nav xemla wê dinyayê da parçeyek ji jîyana xwe bibîne, kelecana merîya bêtir zêde, rewîtîya merîya jî dirêj dibe.

Jiber ku mirov ne dixwaze kelecan kêm, ne jî dixwaze rêwîtî kin bibe. Loma rêwîtîya xwe ya dirêj bê navber didomîne û heta dawîyê diçe.

Ez jî bi xwendina romana Receb Dildar, Şikestî ra derketim rêwîtîyê û bi kelecan û bê navber heta dawîyê çûm.

Di wê rêwîtîyê da bi şikestîyan û Recep Dildar ra bûm heval.

Bi wan ra gerîyam û bûm hevparê kul û keserên wan.

Li Dêra Qîrê bi Suryanîyan ra hatim kuştin…

Li deşta Bişêrîyê rastî sêwîyên Ermenî hatim û bi wan ra derbasî bin xetê bûm…

Bi kurdên Êzdî re asê mam di nav xelekeke gilover da… Ew xeleka ku ji alî birayên wan ên kurd va li dora wan dihat kişandin.

Bi birînên xwe yên kûr, bi êş û jana xwe ya bê derman ra gund bi gund, bajar bi bajar li stargeheke aram gerîyam.

Ji ax û warê bav û kalan dûr ketim.

Li welatên xerîb, bi Îsayê Mîrza ra girîyam.

Îsayê Mîrza ya jî Îsayê File…

Lehengê romana Receb Dildar e.

Bi zimanê xwe Kurd…

Bi ola xwe Mesîhî…

Bi qewmê xwe jî Suryanî ye.

Roman bi axîna Îsayê Mîrza dest pê dike.

Îsa kalekî 85 salî ye û rojên xwe yên mayîn bi hesreta welat, li koçberîyê dijmêre û derbas dike.

Bi axîneke kûr ra xwe li Dêra Qîrê û di nav bîranînên xwe yên ji dema zarokatîyê da dibîne, ew bîranînên ku bi xwîn û hêsirên çavan hatine qeyd kirin.

Bi bîr û hesreta wan rojan Dêra Qîrê û berwarên wê yên rengîn taswîr dike. Taswîra wî jî mîna axîna wî, ji kûrahîya dil va dest pê dike û mîna ava kanîya Qîrê zelal diherike.

Rojên ji dema zarokatîyê nayên ji bîr kirin, ew hergav merîya ber bi xwe dikişînin û dibin xewnên şevan.

Îsayê Mîrza jî ji bîr nake û di kaltîya xwe da jî zarokatîya xwe dijî. Di nav wan bîranînên xwe da qala evîna xwe ya ji dema xortanîyê dike, ew evîna ku bi şikestîyan ra qetîyaye û yekalî maye…

Jiber ku ew jî ji şikestîyan e.

Berê zimanê wî hatîye kuştin, dû ra dor hatîye tiştên din.

Loma di nav malê da, bi dê û bavê xwe ra kurdî, li dibistanê, di nav kûçe kolanên bajêr da tirkî axifîye…

Zimanê xwe jibîr kiribe jî, filetî mîna mohrekê li enîya wî ketiye.

Navnûçikek bi navê wî ra hatîye zeliqandin û di nav kurdan da wek Îsayê File, di nav tirkan da jî wek Gawur Îsa hatîye binavkirin.

Ne tenê şikestîyên serdestan, di bin zilm û zordarîya bindestan da jî nalîyaye.

Bi tecrûbeyên xwe yên salan dibêje; “mirov were kuştin, bi derbekî va xilas dibe, lê sax bimîne, her roj dimire…”

Veşartina nav û nasnameyan jî kuştin e, carcaran jî kuştina bi deste xwedîyê xwe ye.

Îsayê Mîrza jî her roj tê kuştin, ya jî xwe dikuje…

Di bîranîneke xwe yên ji dema dibistanê da kuştina xwe ya rojane wiha tarîf dike:

“Mamoste ji me ra digot, ”hûn tenê bi tirkî biaxifin û dê û bavê xwe jî fêrî tirkî bikin. Hûn tirkê lawê tirkan in.”

Berîya wê jî me ji xwe ra digot ”em kurmanc in”. Nasnameya me ya eslî hertim veşartî bû, dibin perdê da…”

Jiber ku Îsayê Mîrza di nav gundan da filetîya xwe… Li bajaran jî kurdîya xwe vedişêre. Li gundan şikestîyê kurdan… Li bajaran jî bi kurdan ra şikestîyê serdestan e.

Di bîranîneke xwe da qala jîyana li Dîyarbekirê dike û di derbarê rewşa kurd, suryanî û ermenîyan da wiha dibêje:

“Me dînê xwe…

Kurdan jî zimanê xwe di nav civata Dîyarbekirê da vedişart…”

Qasî ku di dema zarokatîya xwe da êşîyaye û şikestîye ewqas jî girêdayî bîranînên xwe yên ji wê demê ye û bi wan sebr û tebata xwe tîne, bi hesrata wan rojan dijî, nû rojên xwe derbas dike.

Ji şikestîyê filitîye, lê ji axa bav û kalê xwe dûr û koçber e. Bi hesreta welat axîneke kûr dikîşîne û dibêje:

“Ez bi baholeke dar hatim. Hinek cil û berg û aletên tamîrê tê da bûn. Min hemû alet nû kirin, tenê tiştek nû nekir. Ew nedihat nû kirin, ew ji zarokatîya min yadîgar mabûn… Heft kapên hinekirî, yek jî deq bû, bavê min gulle helandibû berî nav kortika wî dabû… Gencîneya min a zarokatîyê, xeyalên axa bav û kalan, tahma mastê mîyan, mehîra bi pûng, tûzika dora kanîyan, lorînên dayîka min… Hemû di nav van kapan da veşartî ne…”

Di romanê da mînakên balkêş û bi êş pirr in.

Nivîskar Receb Dildar bi hunerek wêjeyî ew xemilandine û bi vegotina ji devê lehengê xwe, Îsayê Mîrza wan jîndar dike û li ber çavên merîya radixîne.

Bi zimanê xwe yê zelal û herikbar…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev