Pirsa we û bersiva me – 230

Pirsa we û bersiva me – 230

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 35

1-

Rojeke zivistanê gundîyekî Torî, ji daristanê barek dar berhev dike, li ser pişta kera xwe bar dike û dikeve ser rê, ku bibe bajêr bifiroşe û dixwaze li şûna wê ji bo malê tenekeyek dohnê xazê bikire.  

Darfiroş di rê de digihîje kalemêrekî. Berê xwe didîyê ku kalemêr jî ber bi bajêr ve dimeşe, lê bi kotekî dimeşe. Silavê li kalemêr dike û dike ku derbas be. 

Kalemêr darfiroş dide rawestandin û dibêje: 

-Xwarzê, ma tu bi ku ve diçî? 

Darfiroş: 

-Xalo, ez diçim bajêr ku van darên xwe bifroşim û tiştna ji bo malê ji xwe re bikirim. 

Kalemêr dibêje: 

– Tu yê darên xwe bi çiqasî bifiroşî? 

Darfiroş dibêje: 

– Wela barê dara bi 60 Lîreya ye.  

Kalemêr: 

– Dixwazim ez darên te bikirim, niha tu nafroşe min? 

Darfiroş dibêje: 

– Belê xalo, çima nafroşim? Ma ne bi perê xwe ye? 

Kalemêr destê xwe davêje berîka xwe û ji xelîtka xwe 70 Lîra derdixe û didê darfiroşî. Û dibêje: 

– Xwarzê, tu dibîne ku ez bêtaqet bûme û nikarim bimeşim. 

Hi ji te re 70 Lîra heqê darên te. Daran li vê derê deyne û ezê heta bajêr li kerê te siwar bibim.  

Darfiroş barê kerê xwe vedike û daran li wê derê diqulîbîne erdê. Kalemêr li kerê siwar dibe û li hêvîya darfiroş dimîne ku bi hefsarê serê kerê bigire û bimeşin. Lê darfiroş li barê daran dimeyzîne û qet ji cih nalebite.  

Kalemêr dibêje: 

– Xwarzê, tu çima naye? 

Darfiroş bersiv dide: 

– Xalo, ma emê van daran li vir bihêlin? 

Kalemêr dibêje: 

– Xwarzê, ma ne min heqê darên te daye te, ma te çij dara ye.  

Darfiroş li kalemêr dimeyzîne û li barê daran dimeyzîne. 

Kalemêr dîsa dibêje: 

– Xwarzê ka em herin, ma tu negihiştî heqê darên xwe? 

Darfiroş li barê daran dimeyzîne û dibêje kalemêr: 

– Belê xalo. Lê ma wê çi bi serê barê darên min were? Wela ez darên xwe li erdê nahêlim… 

 

2-

Xêro: Îro ez li ba derûnnas/psîkolog bûm. Wî li ser kaxezekê 5 berx xêz kir û gote min: Li ber wan be. 

Min jî li derdora berxan sêncek/têlek xêz kir û çûme malê. 

 

3-

Mêrik dixwaze betlaneya xwe li deverek derbas bike ku ew qet beriya niha neçûyê.  

Pêşniyara jinikê: Ka midbexê biceribîne. 

 

4-

Du zarokên 4 salî li baxçê pêşdibistanê sohbet dikin. Yek ji yên din dipirsê: 

– Gelo Afrîka çiqas ji vir dûr e? 

Yê din bersiv didê: 

– Wele Lulu ji Afrîka ye û her roj bi duçerxê/piskelêt tê dibistanê.  

 

5-

Dema ku Eyşoka zerik di rojeke berf û bagerî de trembêl dajot, ji nişka ve gotina bavê wê hat bîra wê û di tenişta rê de trembêla xwe rawestand. Bavê wê jê re gotibû: 

“Heke hûn rastî bagerek berfê werin, bisekinin heya ku tirimbêlek berfê dimalê were hûn jî bidin pey wê”. 

Piştî bîstikekê tirimbêla berf maliştinê hat û wê bi qasî 1 saet da pey û ew şopand. Di dawiyê de ajovanê trembêla berf paqij kirinê sekinî û meraq kir ka ew çi dike. 

Eyşoka zerik got: Min gotina bavê xwe anî bîra xwe û ji ber wê, min da pey te.  

Ajovan serî hilda û got: 

Min derdora IKEA ji berfê paqij kir û niha jî ez diçim MC DONALDSê xwarinê bixwim.  

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev