Hejmara pêşin a kovara ”Pîr Hevok” derket

Hejmara pêşin a kovara ”Pîr Hevok” derket

İhsan Birgül

“Di rêya taxê de pêrgî cur bi cur însanan hat. Ka çi dît, çi nedît…

Li serê kuçeyeke teng çav bi du travestiyên xweşdaber ket.

Wexta ew dîtin, ber xwe de keniya û got:

-Xwelîserno! Ka me ji jintiyê çi xêr dît ku hûn jî bibînin!!”

Temamiya ve çîrokê û gelek nivîsên din di hejmara yekemîn de…

Her ku diçe dinya diguhere û bi bandora vê guherînê nivîskar jî diguhere. Lê di encamê de mirovahî dîsa bingeh dimîne. Di vê gotinê re hevwate ji bo me jî piştî du salan gelek tişt guherîn, me xwe aliye zimanê kurdî û weşangeriyê de pêş de bir.

Piştî cerribandina Kovara Karanfilköyü îcar jî em hewl didin ku kovareke bi navê kurdî; lê wek Kovara Karanfilköyü kurdî, tirkî û îngîlîzî biweşînin.

Armanca me ewe ku em bi du sê zimana di warê nivîskî de bigihijîn wateyên veşartî û wan bi şiklekî estetîk derxin pêşiya we.

Kirinên me dê ji xebatên siyasî, olî û nijadperest dûr bin. Lê ev tiştê neke ku em ji pirsgirêkên mirovî dûr bikevin. Herwiha trajediya li hember aliyên erênî ên pêşketina teknolojiyê, talankirina xwezayê û xirabûna ekolojiyê, xilasbûna çavkaniyan û şerên avê, bêwate bûna peyvan a encama erozyona siyasetê li ser peyvan, pirsgirêkên etîk û tiştên mîna van dê bibin mijarê nivîsên me.

Mîna xebatên me yên din Kovara Pîr Hevok jî dê bêyî sponsor û alikir dest bi xebatên xwe dike. Ji ber ku em her xwendevanekî wek alikir dibînin dê motivasyona me tenê hûn bin.

Her xweş bimînin:

Pîr Hevok

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev