Celebên zeyt an donên Rewikanî (Nebatî)

Celebên zeyt an donên Rewikanî (Nebatî)

Muhemed Şerîf Cilînî

Ew ji du beşan pêk tên:

1.Beşek têrkirî ye:

Ew celebên hevgiritî ne di pila germahiya odê de, jê re tê gotin don an rûn, ji ber dewlemendin bi tirşiyên donî têrkirîne bi Heydrocênê ve (Heydrogen), kom dibin di xwînê de û dibin sedema nexweşiyên dil, hişkbûna damarên xwînê, arînîya movikan, nexweşiyên behîvokên gewriyê, hem jî dibin sedema nexweşiyên penceşêrê (Kansêr).

2.Beşek ne têrkiriî ye:

Dabeşî du beşan dibin, beşek dewlemende bi tirşiyên donî ne, bi yek girêdaneke kîmyayî ne têre bi heydrocênê ve (yên bê bandor in li ser kolestrola xwînê), mîna: zeytên zeytûnan, baqilên (fisteq) Sûdanê, û beşek dewlemende bi tirşiyên donî netêr, xwedan çend girêdanên kîmyayî ne têrkirî ne bi heydrocênê ve, mîna zeyta Garis, dendikên berberoj, Nokên Soya, dendikên Pembo, dikarin kêm bikin asta kolestrola di xwînê de, hem jî dibin alîkar ji bo herifandina tirşiyên donî ên têr, ku kom bûne di damarên xwînê de.

Eve ne çend celebên zeytên şînahî (zeytên Nebatî), bi firehê têne bi karanîn, ji bo amdekirina xwarinan:

3.Rûnê şînahî (Nebatî)

Ew celebeke ji zeyta heydrocên kirî ye, nîv hevgirtî, ji encama pêvekirina heydrocên bi pêvendên ne têr ve, di pileke germahiyê bilind, di bin pestîna bilind ya heydrocênê, bi alîkariya toza medenê Nîkil, ev rûn dibe sedema kombûna kolestrolê di damarên xwînê de.

4.Zeyta Giwîza

Ev zeyt be tirişiyên xweyî donî ên ne têr, sûdê dide ji bo kêmkirina asta donên sêyekî (Triglyceride) û alîkariya parastina dil û damaran dike. Her weha jî, xwedanê antî-oxidantan e, mîna tirşiya Ȋlaçîkê, yê alîkare ji bo weremên penceşêrê (kansêrê) mezin nebin, û ewê herî baş be, ev zeyt neyê bi karanîn, ji bo qewirandin an sorkirina xwarinan.

5.Zeyta Kunciyan

Ew zeyteke xwedî bihneke tûj û bihêze, tê de vîtamînên (B û E) hene, magnesium, sifir û hesibek kalcium, ew ji tenê kunciyên sorkirî an qewirandî tê derxistin, rengê zeytê qehweyî ye, herweha jî celebekî din bi rengê sipî, ji kunciyên ne sorkirî tê derxistin, lê ne başe ji bo tenduristiyê.

6.Zeyta zeytûnan

Ew dostê yekem û kevnare ê tenduristiya me ye, tê de hey tirşiyên donî yek girêbend û ne têr, alîkariyê didin ji bo kolesterolê kêm bikin û dil jî biparêzin, û bi sûde ye ji bo derman kirina kansêra roviya qalin, ew zeyta ku ji guvaştina zeytûnan yekem de tê derxistin, bêyî ku zeytûn germ bibin, û bi trişyeke (asîd) kêm û mezeke xweş, tê pêşniyar kirin ku ew bi sarî bête xwarin, da ku sûdê jê bigirin, nemaze ji antî-oxidantên tê de.

7.Zeyta mêwa Avokado (Avocado)

Ev zeyt herî nûjentrîn zeyte di bazarê de, dewlemende bi tirşiyên donî ne têr yek girêbend, yên kolesterolê kêm dikin, û di heman demê de jî dewlemend bi antioxidantên û Vitaminên (A, B). Û hem jî dewlemende bi vîtamînê (D) jî, ji bo hestiyan bi kêrhatî ye.

8.Zeyta dendikên Tirî

Ew xwedan bîhneke sivik û nerm, tê bi karanîn ji bo qewirandin û sorkirinê, ji ber ku pileya şewata vê zeytê bikinde, yek ji wan sûdmendiyên herî girîng ewe ku alîkariyê dide bilind kirina asta kolesterola sûdmend, ku di encamê de alîkar dike ji bo pak kirina damarên xwînê ji donê kom bûyî.

9.Zeyta dendikên pembo

Di vê zeytê de asteke bilind, ji tirşiyên donî ne têr û anti-oxidantan hene, ev zeyt xwedan tameke cûda ye, her weha jî ragere dijî pilyên germahiyên bê ku bê şewitandin, lewma ew zeyta herî bi kêrhatî ye ji qewirandin û sorkirina xwarinan û tê de heye vîtamînê (H) yê dijberî kalbûnê, hem jî asta kolestrolê dadixe.

10.Zeyta dendikên berberojan

Yek ji celebên herî navdar ên zeytên şînahî yên ku ji bo çêkirin û amadekirina xwarinan ve tê bi karanîn, ev zeyt ji komika zeytên netêrkirî ye, ji ber ku ew di nav de astak bilind ji tirşiya Olyeîk û Lînoleyîk heye, hem jî antioxidant û vîtamînên (A, B, D, H).

11.Zeyta Soya

Ew zeyta ku ji nokên Soy tê derxistin, yek ji zeytên sereke ne li seranserî cîhanê, dewlemend bi tirşiyên donî ne têr û antioxdantan, wekî sterola û tokoferolan û her weha vîtamînan de (A, B1, B2, D, K), ew ji bo laş bi sûde ye, dijî hişkbûna damaran û kombûna kolestrola bêsûde.

Tê pêşbînîkirin ku ewê bi sûdetir be, bi sarî bê bi karanîn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev