Ziyareta Şêx

Ziyareta Şêx

Memê Miksî

Di zarokatiya xwe da rojekê ez jî bi tevî hevalan, di gel rihspiyên gund li ereba ku her sibeh ji gund dihate sûka Miksê siwar bûm; vê carê berê erebê ne li sûkê, li gundê Arvasê ji bo ziyareta şêx û meşayêxan bû.

Beriya em siwar bibin, melûm wekî her carê ji bo tekyayê çend telîs şekir jî bar kirin û heta gîskekî nêr jî dest û lingê wî girêdayî min li ser erebê dît.

Piştî em serderê Arvasê bûn, beriya milet biçe mala şêx (hingî Şêx Îbrahîm sax bû) berê xwe dane ziyaret ku ewil gora Şêx Fehîm, Muhemmedê Qutb û Şêx Mehsûm ziyaret bikin.

Gava em gihane ser ziyaret bi qasê bîst mîtroyan qebra Şêx Fehîm û Şêx Mehsûm di ber destê rê da bû.

Me dema berê xwe serejêr da, rihspiyekî me mîna ‘edet be, min dît pêlava xwe êxist û yên mayî jî çav dane wî bi tana goran bi qasê wan bîst mîtroyan me xwe ber bi meşayêxan da berda.

Ji toz û xubarê rengê goreyên di lingê me da guherî heta hatine ber serê qebran. Ji berî ve ji kêlên van her du qebran ra “Kêlê Spî” dibêjin. Kêlê Spî di Miksê da pîroz tê dîtin û heta bi wan kêlan jî yên sûnd dixwin hene. Mebesta sûnda bi kêlikan jî bêguman ji hûrmeta wan her du şêxan tê.

Piştî milet dia û cewşenên xwe xwendin, çawa hatine eynê wisa paşpaşkî vegeran heta gihane lik pêlavên xwe û bi wan ling û goreyên mibarek, berê xwe dane mala Şêx Îbrahîmê neviyê Şêx Fehîm.

Ji zarokatiya xwe ve her car ji xwe ra dibêjim, “gelo pêlavêxistina me ya ser ziyaret maqûl bû, an bi wan goreyên lewitî ve rûniştina me ya ser mehfûrên Şêx Îbrahîm?”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev