Nameyên evînî – 155

Nameyên evînî – 155

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Her kes jî bi awayê xwe dipirse – evîndarê Nurayê heye? Yek ji kerîtîya xwe, yek ji hevsûdîyê, yek belkî ji kêfxweşîyê.

Lê kesên bi aqil ha difikirin: -Nura a Xwedê ye, lema nikare bibe a tu kesî.

 

¤¤¤

-Tu bo min nefikire, ez û tu gerekê bo te bifikirin. Dema diya te sax bû, di hêla fikirandina bo te yê duduyan bûm, niha ez yê yekê me.

-Yanî tu êdî bi mecazî dîya min i?

-Bavê te jî, hevalê te jî, mêrê te jî, yên din jî tu zanî.

 

¤¤¤

Dema tu radizêyî, cem min 2 hîs çê dibin; yek kêfxweş im ku ruhê te aram e û dilê te rehet e, yek jî bêrîya te dikim.

Lê kêfxweşî herdem zora bêrîkirinê dibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev