Felsefeyê kengê dest pê kiriye?

Felsefeyê kengê dest pê kiriye?

Sohbetek bi nivîskarê malpera me Alî Gurdilî ra

Hevpeyvîn: Bêrîvan Kayi

”Zehmet e ku meriv bikaribe tarîxeke berbiçav nîşan bide û bibêje ku felsefeyê wê demê dest pê kiriye. Haya min zêde ji Başûr tune ye, dibe ku bi zaravayê soranî hinek xebat hatibin kirin. Lê mixabin, li Bakur jî ji bilî çend hewldanên şexsî, xebatên bi rêkûpêk nehatine kirin.

 

Her wiha, dem û dezgeheke me ya ku bikaribe xweyîtiyê li xebatên felsefeyî bike jî mixabin tune ye. Min gelek dixwest ku saziyeke me, di van xebatên min de piştgiriya min bike û xwedî li xebatên min derkeve.

 

Lê mixabin, kesî dengê min seh nekir û ez bi serê xwe mam. Heke piştgiriyeke pozîtîf hebûya îxtîmal e ku min dikaribû gelek xebatên din jî bikira. Ji ber ku karê min kir ne tenê amadekarî ye, di heman demê de karê wergerê ye jî.

 

Çimkî zanînên ku ez wan bi kar tînim, bi zimanê me tune nin. Mecbûr dimînim ku ji gelek zimanan wan wergerînim û kirasekî kurdî, li wan zanînan bikim. Ev jî di vî warî de zehmetiyeke din a mezin e. Lê ne xem e, bi hemd û sebr, ez ê xebatên xwe bidomînim.

 

Li vir dixwazim hinekî behsa ferhenga felsefeyê a bi zimanê tirkî bikim: Prof. Macît Gokberk di pêşgotina kitêba xwe ya ”Dîroka Felsefeyê” de ku çapa wê a yekem di sala 1961`ê de hatiye çapkirin, wiha dibêje: ”Ev kitêb, encama xebata min ya pazdeh salan e. Di kitêbê de, helbet hinek kêmasiyên me hene, bibexşînin.

 

Ev kêmasî çawa ku yên min in, wisa jî yên zimanê tirkî ne ku hêdî hêdî dixwaze bibe zimanê kulturê û ketiye wê rêyê.” Li gel hebûna dewletê jî encax di sala 1961’ê de, ferhengeke felsefeyê bi zimanê tirkî hatiye weşandin. Lê li gel hemû tehde û qedexeyan, li gel hebûna polîtîkayên asîmîlekar û nebûna saziyeke me ya navendî, îro ferhengeke me heye û di xizmeta kurdan de ye.”

Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev