Ji Folklora Kurdên Sêwazê

Ji Folklora Kurdên Sêwazê

XWEDÊ MILYAREK DOLAR DIDA YÊ ZENGÎN

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkoler

 

Dibêjin li welatekî qadek hebûye, kî li wirê rûniştiba û çi ji Xwedê bixwesta, Xwedê dida wî.

Ew cihê wek gerra binderekê, li serê zinarekî bilind û mezin bûye.

Pêdiviya kî bi çi çêdibû, diçû wirê û ji Xwedê dixwest…

Rojekê zilamekî zengîn çûye li wê navrastê rûniştiye û herdu destên xwe berjor kirine û gotiye:

. Ya Rebî, tu milyarek dolar bidî min!..

. Ya Xwedayê mezin, tu gelek zeviyên avî bidî min…

. Ya Yezdanê dilovan, tu pir mal û serwet bidî min…

Dibêjin, zilamekî belengaz jî çûye xwe daye kêleka zilamê zengîn û wî jî destên xwe bilind kirine û bi Xwedê ve hêvî û zarî kirine, gotiye:

. Ya Xwedayê her kesî! Deh hezar dolar deynê min hene û ez nikarim wî deynî bidim. Tu hema tenê deh hezar bidî min bes e, qene ez ê deynê xwe bidim…

Zilamê Zengîn ku milyar Dolar ji xwedê dixwestin, li zilamê feqîrokî vegeriyaye û bi xeyd gotiye wî:

. Kuro, ji bo deh hezar dolarî Xwedê meşxûl neke. Xwedê niha haziriya milyarek dolar dike ku bide min.

Zilamê Zengîn hema deh hezar Dolar ji berîka xwe derxistine û dane zilamê feqîr û gotiyê:

. De îcar rabe zû ji virê here.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev