DÊRA ZEHFERANÊ

DÊRA ZEHFERANÊ

Şêxmûs Ozzengin

Keşîşxaneya (Manastir) Dêr a Zehferanê 4 kîlometran li rojhilatê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê ye. Avahî li ser xaleke bilind hatîye avakirin. Ev keşîşxane, ya ku nêzî hezar sal e lê îbadet têt kirin, wek şahesera Suryaniyan tê zanîn. Lê di eslê xwe de berî Zaînê ji terefê “Rojperestan” ve hatîye avakirin. Rojperestî yek ji olên herî kevnar yê kurdan e. Piştî ku ola Îsewî derdikeve û dikeve herêmê, Dêra Zehferanê dikeve destê Asûrîyan.

Piştî ku ji destê Rojperestan derdikeve, ji sedsala 5’an û pê de, di demên cuda de li keşîşxaneyê gelek zêdekirin hatine çêkirin. Keşîşxane, ya ku li ser aqarê rojperestan hatibû avakirin, ji aliyê Asûriyan ve hatiye berfirehkirin û di sedsala 18’an de rengê xwe yê îroyîn wergirtiye. Ev keşîşxaneya ku yek ji berhemên serdema navîn e, bi atmosfera xwe ya bêhempa her sal ji aliyê bi hezaran geştiyar ve tê ziyaretkirin. Ev avahiyeke olî ye û Suryanîyên ku li çar aliyê cîhanê belav bûne, ji bo nimêj û bereketan serdana vê keşişxaneyê dikin.

Berî Zaînê (B.Z.), Keşîşxaneya ku Perestgeha Rojperesta bû, li ser komplekseke ku ji aliyê Romayiyan ve weke keleh dihat bikaranîn, hatiye avakirin. Bi derketina Romayiyan ji Kurdistanê re, St. Şleymun hestiyên hin pîrozan anîne dêrê û Dêr a Zehferanê kirine keşîşxane.

Keşîşxane, bi taybetiyên xwe yên mîmarî û hunera Suryanî balê dikişîne. Navê avahiya ku bi rengê kevirê xwe yê zer derdikeve pêş, bi Kurdî tê wateya “zêr” û rengê zerîn. Her wiha tê gotin ku ev nav ji ber nebata Safran (zehferan) ku li derdora avahiyê şîn bûye hatiye dayîn.

Dîroka Keşîşxaneya Dêr a Zehferanê, herêma ku keşîşxane lê hatiye avakirin, ew Perestgeha Rojperesta bû, ku 400 salan eşîrên rojperest yên ku bi eslê xwe Kurd in, di salên beriya zayînê de bikar dianîn. Paşê, Romayiyan ev herêm wekî kelehekê bikar anîne. Dêr a Zehferanê a ku piştî Romayiyan veguherandine keşîşxanê, demeke pir dirêj jê re Keşîşxaneya Mor Şleymun hatîye gotin. Di sala 793’an de di serdema Saint Hananyo de avayî hatîye nûkirin û piştî vê nûjenkirinê navê xwe guhert û kir Keşîşxaneya Mor Hananyo. Navê Dêr a Zehferanê ku îro tê bikaranîn, piştî sedsala 15’an lê kirine…

Keşîşxaneya ku bi navê Mekkeya Suryaniyan tê naskirin, ev 640 sal in navenda tewafê ya hemû suryaniyên cîhanê ye. Patrîk di mehên havînê de li vê keşîşxaneyê, di mehên zivistanê de jî li Dêra Çilan a li navenda Mêrdînê rûdinişt. Navenda Patriarxê pêşî li Şamê û paşê jî piştî sala 1932an hat veguhestin Lubnanê.

Keşîşxaneya ku avahiyeke 3 qatî ye hem ji bo îbadetê hem jî ji bo perwerdehiyê dihat bikaranîn. Di avahîyê de têt gotin ku 365 ode hene, ku her odê rojê digire. Sibehan dema ku hûn ji deşta navbera gundên Zeytûna, Bikêrê û Girherînê binêrin, di qontara çîyê de mîna xaçekî zer xûya dike.

Di heman demê de yekemîn çapxaneya ku li herêmê hatiye bikaranîn li vê keşîşxaneyê hatiye avakirin. Petrûs 4, yek ji Patriarxên Keşîşxaneya di sedsala 19-an de, kesek pir nûjen bû. Bi makîneya çapê ya ku di sala 1874an de ji Îngilîstanê anîye, gelek pirtûkên bi suryanî, osmanî, erebî çap kirine. Xebatên çapkirinê yên ku di serdema wî de dest pê kir heta sala 1969an berdewam kirîye. Hin perçeyên ku ji makîneya çapê mane li Keşîşxaneyê, hin jî li Dêra Çilan têne pêşandan.

Taybetmendiyên Keşîşxaneyê, piştî ku Suryaniyan Xirîstiyantî qebûl kirin, banê Perestgeha Rojê bi qasî 2 ton keviran hat pêçandin û ev keşîşxane, li ser perestgeha rojperestan hat avakirin. Karên destan, stûn, kemer û qubeyên keşîşxaneyê balê dikişîne. Her wiha di navbera kevirên ku li ser banî hatine danîn de hawan nehate danîn û bi sîstema kelandinê hatiye çêkirin. Li ser deriyê dêw ê hewşa Keşîşxaneyê nivîsek heye ku bi suryanî tê maneya “bi îman”ê.

Ev dêr di navbera salên 491 û 518’an de ji aliyê 2 birayên Asûrî ve hatiye çêkirin. Dêra Qubeyê navê xwe ji şiklê hecê yê li ser qubeya xwe girtiye. Di hundirê dêrê de freskoyên ku ji pirtûka pîroz hatine adaptekirin û li ser dîwarên derve jî fîgurên heywanan hene. Dîwarên dêrê bi maddeyên ku ji Hindistanê anîne hatine xemilandin û textên ku rîtuel lê tên lidarxistin, bi fîlan hatine xemilandin. Li ser banê xemilandinên zêr û zîv jî hene.

Mala Pîrozan, ku ji sedsala 5-an vedigere, li başûrê rojhilatê keşîşxaneyê ye. Cenazeyên paçikên keşîşxaneyê û hin pîrozan di vê dêrê de ne. Ev avahiya ku bi giştî 52 gor hene, wekî oda goran jî tê zanîn. Piştî ku keşîş mir, bi kincên ku di merasîmê de li xwe kiribûn, rûniştî û ber bi rojhilat ve hatin definkirin. Sedema vê ya herî mezin rêzgirtin e. Tê bawer kirin ku Îsa wê roja vejîna xwe ji rojhilat were.

Ev avahî, ku yekemîn dêra keşîşxaneyê ye, li bakurê rojhilat li hewşa keşîşxaneyê ye. Di dêrê de “kevirê vaftîzmê” heye, ku tê texmînkirin 1500 salî ye. Di nav cihên herî balkêş ên Dêr a Zehferanê de ayetên suryanî yên li ser 3 deriyên wê yên dar hene. Ev ayetên St. Ezîzan têt bawer kirin ku di dema Dawid Pêxember de hatine nivîsandin. Beşek ji çapxaneyê di vê beşê de ye.

Tê texmîn kirin ku dîroka Perestgeha Rojê ya ku li quncikê rojhilatê Dêra Mor Hananyo ye, vedigere BZê. Olxane; Ev der wekî cihê ku Asûriyan beriya ku bibin Xiristiyan ji rojê re îbadet dikirin tê zanîn. Li ser kevirê gorîgehê yê di perestgehê de, raman hene ku ew ji rojê re qurban dikin û ev qurban carinan mirov in.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev