Efanê Emînê Evdal jî xatirê xwe ji me xwast

Efanê Emînê Evdal jî xatirê xwe ji me xwast

Serxweşîya malpera RIATAZA

 

Ronakbîrekî meyî navdar, ji maleke esilzade, kurê Kurdzanê mezin Emînê Evdal û mêrê rojnamevana binavûdeng Aza Celo Avdalî – Efanê Emînê Evdal xatirê xwe ji me xwest û serê xwe danî ax û berên sar.

Ew herwiha nivîskarê malpera me ya versyona bi zimanê rûsî bû. Roja wî welatparêzê mezin bi nûçeyên ji hal û wextê kurdan û Kurdistanê destpê dibû û bi hêvîya paşerojeke geş va xilaz dibû.

Van salên dawî bi karê berhemên bavê xwe yên çapnebûyî va mijûl bû. Ji wana ya sereke monografîyake giring bi navê ”Bawermendîyên kurdên êzdî” pêşî bi ermenî çap kir, dû ra wî bi xwe wergerande rûsî û pişt ra jî bi zimanê kurdî derket.

Ew 9ê cotmehê sala 1948an ji diya xwe bûbû. Dibistana navîn li Rewanê xilaz kir. Dû ra li Înstîtûya wêjeyê ya Moskvayê da xwend. Salên dirêj li Dozgerîya Yekîtîya Sovyet wek şêwrmend kar kir. Efanê Emînê Evdal ji gelê xwe bi dil hez dikir, bi dîroka gelê xwe va kubar û firnax dibû.

Desteya Rêvebir ya Malpera RIATAZA bi dilekî kovan serxweşîyê dide malbeta rehmetî, ji wan ra sebirê dixweze. Bira mikanê wî buhuşta rengîn be.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev