Zeyta dendikên Berberojê

Zeyta dendikên Berberojê

Muhemed Şerîf Cilînî

Du celebên ji dendikên gula berbiroj heye: dendikên çereza, lib girse, qaşil qalind û sitûre, donê wê (15-30℅) ji giraniya dendikê ye.

Dendikên bi don, lib hûre, qaşil tenik û nerme, donê wê (35-50℅) ji giraniya libê, li gorî celeb, zevî û geşê (menax) .

Don ji dendikên donî têne wergirtin li gorî van pêngavan: bêjingkirin û pakkirin, hêrandin, sorkirin û hişkkirin, û li paşîyê guvaştinek giran, bi guvaştokên lûlikî (Helezonî), yan guveştinek sivik pê re şûştin bi Hêkzanê, ya herî bêhtir abûriye, ji bo berhemê Don.

Berhem don û kisbe ye, donê di kisbê de mayî li dora (8℅) heger guveştin giran pêk hatibe û ne bêhtir ji (1℅), heger guveştina sivik û şûştin bi Hêkzanê pêk hatibe, eve kisbe êmê pez û dewaran herî balkêşe ji ber proteînê wê di navbera (24-36℅).

Donê derketî tê rafînekirin (tekrîr) bi yek ji du awa, rafînekirina kîmyawî yan rafînekirina fîzîkî ji bo vebirajtina şêrêz (semix), tirşiya azad, rengevanan, şima don, bêhn û tama ne xweş, berhemê van pêngavan donê dibe ji bo xwarina mirovan.

Donê berberojk donekî tendurustiyê ye ji ber tirşîyên tê de ne têr in weke tirşiya lînoleîk  ya carna dighêje (70℅) ji tirşîyên don heger ji dendikên berhemên welat û herêmên sar û serma, an tirşîya Don (olyeîk) ji dendikên welat û herêmên germ de.

Donê berberojkan donekî herî balkêş e ji bo amadekirina xwarinan ji şûna rûn ve, di nêrîna min de ev don herî baştir done û tendurustir done û hem ji bo sorkirinê re, di heman dem de tê bi kar anîn ji bo çêkirina rûn û margarîna giyahî (nebatî) pîştî heydrocîn kirinek sivik û tev donê dîtir be weke donê xurmê donî (palm).

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev