Ji nimûneyên zargotina me – 283

Ji nimûneyên zargotina me – 283

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema îro me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên xweş raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

  1. EMAN, EMAN LAWIKO

 

Eman, eman, eman!

Lawiko kilam, sed car kilam,

Ber derê mala babê min borîn cotek zelam,

Xwezila min bizanibîya kî ji mîr bû, kî ji xulam?

 

Ez taxêra, tu taxêra,

Axa meşîya, xulam vêra,

Şerma bab û birangê min nebûya,

Minê cihê xulam çêkira ser axêra.

 

Eman, eman, Xinûs xweşe berda sincî,

Jê derket cote kevotkê situ narincî,

Xweska wî mêrkî bi pê xwe bigere,

Çevê xwe bibîne,

Kêfa dilê xwe zewicî.

 

Eman, eman kavilê gunda serê bendê,

Xadê mala sêrîn sebaban xirab bike,

Ser me unda kir rewşa ser govendê.

 

 

  1. HERÊ ŞIVAN

 

Herê şivanî karan û berxan!

Dilê min rebena xadê hêre-hêre,

Herro ser kanî Dimbila kambax

Tê dibore karvançî baş bazirgan jêle-jêle.

 

Erê, şivanî karan û berxan, ez bi qurba!

Li te hatî sebakî, sebakî bi xêre,

Herê baş bazirganî salê,

Dilê min rebena xadê hêre-hêre,

Herroj ser kanî Dimbila kambax tê dibore,

Karvançî baş bazirganî jêle-jêle.

 

Herê baş bazirganî salê, ez bi qurba!

Serê bab û birakê min heyran,

Tu bi xêr-silamet hatî ser çevî dostara.

 

Herê şivanî karan û berxa, ez bi qurba!

Dilê min rebena xadê yane, yane,

Herro tê ser kanî Dibila,

Tê dibore karvançî baş bazirgane,

Tu were ramûsanekê ji minra bide,

Rûkî sor hinaryan.

 

Herê baş bazirganî salê, ez bi qurba!

Dilê min rebena xadê diherike,

Tê ramûsanekê ji min dixwezî,

Rûkî sorî hinyaryane, ji herdu memike,

Ezê ezepim, bi tirsim,

Çiqa zmanê te pê bikeve ji binîva biterike.

 

Herê şivanî kara û berxa, ez bi qurba!

Dilê min rebena xadê darî mazî,

Îro paîze, dar belgê xwe weşandî,

Maye sor û tazî.

 

Herê şivanî kara û berxa, ez bi qurba!

Binêr tu çî û çî min dixwezî.

 

Herê baş bazirganî salê, ez bi qurba!

Dilê min rebena xadê dilik dîne,

Tu dîn û îmana xwe dihebînî,

Tuyê bihustekî qeytanî hamûdî ji minra bînî.

 

 

* * *

 

Herê şivano, şivanî têcirano,

Te li milan tûkî berxano,

Li piştê kod û hevano,

Li destan çongirî gavano,

Vê sibê hoke qiranî mîyano,

Koç û kerîyê Kîkan û Milan girane,

Derbaz be, here li warano.

 

Vê sibê dilê minî heye, heye,

Goveka pira Palîyê orta min û teda taldeye,

Xeberdanê hana ne rind û temsar

Ji devê te û bavê te zêdeye.

 

Vê sibê tu pîsî, nepîsî,

Çam-çiraqê devê kîsim,

Ezê pezkûvîke kele sore sîsim,

Şemdana zêrînim,

Hêşîya konê Zor Temir paşa diteîsim.

 

Şivan go:

“Bi qewl-qirarê xadê

Ezê Têlî Eyşê binê kulavê sorda,

Binê pira Palîyêda ramûsim”.

 

Xebera hana te çiqa neçê kir,

Kevirekî ji kevirê Qeredaxê

Te ser goveka pira Palîyêda gêr kir,

Tepaxirê mala bavê xwe

Beranberî zêrê mala bavê min kir.

 

Her Meyayê, ha Meyayê!

Te kezî reşê livayê,

Birazîya Êl Mêlîkê Erfayê,

Serê şêxê vê Bexdayê,

Ezê zef hindik geryame

Li dara dinyayê:

Çûme li Hekayê, Bêlecûkê,

Zef hindik geryame li dara dinyayê.

Çûme derê dikanê Hecî Sîpikî,

Minê zêrê mala bavê te kişandî,

Paxirê mala bavê min dernayê.

 

Herê şivano, şivano!

Bira şev be, şeva şilî be,

Bira kul bi nava qiranî mîya be,

Cîyê te orxan, doşek, belgî û berpal be,

Bira sîûşeş bişkokê minî zîvîn ji tera vekirîbe,

Serê memikê minî sorin, bin sipîne,

Ji tera bira destûr dabe,

Heya berbanga sibê

Yasax ji boy te tunebe.

 

Bira ne şev be, ne şilî be!

Bira ne kul nava qiranî mîya be,

Ne cîyê min orxan be, ne doşek be,

Ne bira sîûşeş bişkokê zîvîn vekirîbe,

Ne bira serê memikê te sor be, ne binî sipî be,

Heya neve helalî –

Ser nefsa canê min heram be…

 

Vê sibê ez bêm westîayî, kesirî

Nava cî-nivînê te razêm,

Zor Temir paşa vê sibê

Wê xwe hişyar be,

Misînê wî dest nimêje,

Min nava cî û nivînê xwe bibîne,

Soranîyê li ber xwe bikişîne,

Li kevçika dilê min xîne,

Çar tilî ji doşekê bide dere,

Vê sibê gazî xulaman û bêîslaman bike,

Bê, lingê min bigire,

Bavêje gastînê keran û garanan,

Serê min serteşîyan derînin,

Pozê solê xwe li min hilînin,

Bêjin:

-Eva Hesoyê Silîvîye,

Ji welatê Serhedê lêxistîye hatîye

Bona kevinejine.

 

Qîzikê dît, wekî peyak ji gund hat, go:

Vê sibê dilê minî tike-tike,

Zor Temir paşa peyakê şand dû lawike,

Tirsa min ji wê tirsêye,

Bive here serê lawik jêke.

 

Kurik go:

Dilê te ne bira bike tike-tik,

Zor Temir paşa bira bişîne dû lawike,

Ezê herim cîyê edebxanê bisekinim,

Ezê jêra pantekî bavêjim,

Hergê pirsek ji min kir,

Ezê jêra bêjim –

Divek têlî Eyşan ji minra erke,

Pacekî dûzqutîn li bejina min ke.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev