Pirsa we û bersiva me – 231

Pirsa we û bersiva me – 231

Xwendevanên delal, wekî ku hûn dibînin, malpera me beşa xwe ya bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi awayekî biserketî bi rê ve dibe. Rêvebira vê beşê, nivîskara malpera me Nûra Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksîyonê ra têne şandin, em ji Nûraya delal ra dişînin û ew jî an bi xwe, an bi alîkarîya redaksîyona malpera me bersiva pirsên we dide.

Vê carê Nûra Şane ji bo bersiva pirseke xwendevaneke me alîkarî ji me xwest, me jî berê xwe da mamostayekî kurd, zaneyê henekên kurdî Mem Dogala. Birêz Mem Dogala daxweza me înkar ne kir û soz da her heftê çend henekên kurdî ji me ra bişîne. 

Kerem bikin, em bi hev ra ji xwendina pirsên birêzan xwendevanên malpera xwe  û bersivên birêz Mem Dogala taybetmendîyên jîyana gelê xwe nas bikin û hinekî jî bikenin..

 

Pirsa xwendevanên me û bersiva Mem Dogala 

Pirs: – Henekên kurdî zanebûnên me di hêla naskirina kûraya dilê gelê me didine dewlemendkirinê, me kêfxweş dikin û, wek gotina bizîşkan, bi erênî tesîr li ser tundurustîya me dikin. Ji kerema xwe çend henekên ji jîyana kurdan raberî me bikin.

Bersiv: Henekên kurdî – 36

1.

Birhoyê Qaso nexweş dikeve. Gundî diçine cem melayê gund û ji melê dixwazin ku bi hev re herin serekî li Birho bixin. Dema mela ligel gundîyan dikevin hewşa Birho, nala nala Birho dibihîzin.

Melayê gund dibêje Birho; na Birho na. Xwe zêde nenalîne û şikra Rebê xwe bike. Birho gotîye; na Wele ma em tenê zerî û evdê Xwedê ne? Ma çima, Kirho cîranê min e, di heyata xwe de negotîye ay. Çima Xwedê nexweşî û elemê nadê wî?

 

2.

Osê, ku îro tu bi Qur´anê sund nexwe, ezê ji te re bedlekî bikirim.

Osê: Bi Qur`an ez sund naxwim.

 

3.

Adêla navser dikeve ber haletê mirinê. Bangî Keşîş dikin ku li ser Adêlê Încîlê bixwîne. Piştî xwendina Încîlê, Keşa dibêje Adêla ka daxwaza te ya dawî çi ye?

Adêla: Ji ber ku min di jiyana xwe ya not salî de qet mêr nedîtine, gelo hûnê karibin yekî peyda bikin?

Keşîş li xulamê xwe yê ku her gav bê pere ye difikire û soz dide ku dê alîkariya jina pîr bike.

Adêla: Ew ne hewce ye ku belaş bike, ez kêfxweş im ku pêncî kron bidim zilamê ku dixwaze alîkariya min bike.

Keşa diçe cem xulamê xwe û qala wesiyeta paşîn a Adêla dike û xulamê Keşîş diçe cem pîrejinê. Keşîş piştî çend demjimêran, dibîne ku xulam paşte venegerîya. Keşa berê xwe dide mala Adêla û dikeve malê û li dora xwe dinihêre. Adêla nayê dîtin, dibîne ku lawik bi tena serê xwe li ser kursiyek rûniştiye.

Keşîş dibêje:

– Te wesîyeta Adêla anî cîh?

Xulamê Keşîş:

– Belê ew ji bo bêtir drav/pereya werîne reviyaye bankê!

 

4.

Li salonek ji werzişgehên herî germ ên Stockholmê, dema ku zengilê têlefona desta lê dixe xortek ji werzişvan bersivê dide.

– Halo delalê min?

-Silav delalê!

– Hûn li salona werzişê ne?

– Erê.

– Ez li dikaneke cila a cîhanê ya bi navûdeng im. Û li vir min saqoyek a heri xweşik dît! Buhayê saqo bi 12,000 kronî ye, lê erzan kirine anîne 12,500 kronî.

– Hûn çi difikirin?

– Nefikire ger te ewqas ecibandibe.

– Bê guman ez dê bikirim, delalê min!

– Wê çaxê em li malê hev dibînin.

– Maç!

Xort li xwe zivirî û got:

– Kes dizane kî xwediyê vê têlefona desta ye?

 

5.

Textor ji nexweş pirsî:

– Tu çawayî?

Nexweş: Ez baş im.

Textor: Bangî nexweşê din bikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev