LI DIASPORA KURDISTANÎ HIZRA KURDEWAR LI NAV BEŞÊ KURDÊN ROJAVAYÊ WELAT

LI DIASPORA KURDISTANÎ HIZRA KURDEWAR LI NAV BEŞÊ KURDÊN ROJAVAYÊ WELAT

Bayram Ayaz

Li Revenda (diasporaya) Kurdistanî beşê rojavayê Kurdistanê, yanî Kurdên ji „Binêxetê“ hatine nû ne û gelekî çalak in. Em dibêjin nû ne, lê va ye dîroka wan jî hema bêje gîha deh salî û hinekî ji wan ji dehî jî derbas kir.

Lêkolînvanên koçberiyê, ji bo pêlên koçberan demê deh salan wekî qonaxekî dihesibînin. „Qonaxa deh salan“ ji bo sînurê nifşên mirovan jî wekî pîvanekî tê bikaranîn. Wekî nifşê, an pêlê koçberiyê deh salê destpêkê, yê duyemîn û sêyemîn…

Koçberiya Kurdên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, eger em hatina karkeran ji sala 1960î wekî destpêk hildin, vaye gîhaye şêst salî. Lê esas pêlê koçberiya herî zêde bi sedemê siyasî salên 1980î piştî cunta leşkerî-faşist qewimî. Salên nodî de jî gelekî Kurd hem ji başurê û hem jî ji bakurê Kurdistanê koç kirin hatin welatên Ewrûpayê bi taybet derbasî Almanyayê bûn. Koçberî, eger bi hejmar kêm jî bûye, îro jî berdewam e.

Salên 2011 pê de, ji rojavayê Kurdistanê jî koça Kurdan destpê kir. Gelekî ji wan xwe li başurê Kurdistanê girtin, derbasî wê derê bûn. Nuha jimareke zêde li wê derê ne, hinek li kampan, beşek ji wan jî li bajar û qazeyan ji xwe re starekî peyda kirine. Beşekî zêde ji Kurdên rojavayê Kurdistanê jî derbasî bakurê Kurdistanê û bajarên rojavayê Tirkiyê bûne. Ji destpêkê ve, beşekî ji Kurdên „Binêxetê“ ku derbasî başurê û bakurê Kurdistanê bûbû, di ser Tirkiyê re derbasî Ewrûpa bûn. Nuha li hemî welatên Ewrûpayê komên diasporayê yên bihêz ji beşê Kurdên rojavayê Kurdistanê peyda bûne û ev xuşk û birayên me çalak in. Hema bêje li hemî deveran gîhane hevdu, xwe rêxistine. Cîna komel damezirandine, cîna jî wekî komikan kar dikin. Ez bi xwe li Essenê, Bremenê, Berlinê, hêla Koln/Bonnê û Aachenê rasterast bûme çavderê xebatên wan. Li gelekî deverên din jî bi riya medyayê em ji xebatên wan agehdar dibin.

Vê meha tîrmehê, destpêka mehê (roja 02.07.2022) û doh (30.07.2022) li bajarê Aachen (bi xwendina dengên kurdî bajarê Axin) bûm mêvan û çavdêrê xebata Kurdên rojavayê Kurdistanê, beşdarê du çalakiyên „Navenda Kurdên Aachenê“ bûm. Rojâ 02ê mehê mijar „Enfala Barzan“ bû. Doh jî çalakiyeke wêjeyî, torevanî bû. Ser civîna „Enfala Barzan“ min nivîsîbû.

Ya dohî jî dixwazim bi gotinên insiyatorê (destpêşxêrê) civînê helbestvan û nivîskarê hêja kekê Mahmud Badillî pêşkêş bikim.

Kekê Mahmud ser vê civînê wisa dinivîse di malpera xwe ya facebookê de.

„Îroj di 30.07.22an de, bi alîkarîya navenda kurdên Aachen ê(Axinê), weşanxaneya AVAyê pêşangeha pirtûkên xwe li bajarê Axinê li dar xist.

Bi pêşkêşkirina mamoste Kamiran Salih, çalakîyê dest pê kir.

Di nava çalakîyê de romannivîsê hêja Helîm Yûsiv du çîrok ji pirtûka xwe ya bi navnîşana Oslander Beg xwendin. Min hinekî li ser romana Kehreman axaftin kir û çend helbest xwendin.

Kek Şêrezad Besrawî hinek ronî avêt ser kar ú barê weşanxaneya AVAyê.

Wisa hin keç û xortên me yê ku xwendina xwe ya qonaxa duwanavendî îsal bi dawî kirin ji hêla navendê ve hatin xelat kirin.

Li dawiyê danûstandin û guftûgoyeke xweş û nirxbilind li ser rewşa ziman û wêjeya kurdî hat kirin. Hin wêne ji civinê“

***

ÇEND TAYBETIYÊN DERBARÊ CIVÎN Û ÇALAKIYÊN XUŞK Û BIRAYÊN ME YÊN „BINXETΓ

Zimanê civînên Kurdên binêxetê Kurdî ye.

Ruh û hewayê civînên Kurdên bineêxetê kurdewarî ye.

Nîşan û sembolên şûna civînên xuşk û birayên me yên binêxetê Kurdistanîtî ye, alaya Kurdistanê pênasa wan e.

Li vê derê dixwazim xemgînî û gazindekî xwe binivîsim. Mixabin, hezar mixabin ku pkkê alaya Kurdistanê li xwe û li Kurdên dora xwe qedexe (yasax) kiriye. Vêca ew vir û derew û bohtanan jî vê alayê dikin. Dibêjin „ev alaya KDPê ye“! Derewa li vê alaya pîroz dikin. Ev alaya ne ya KDPê ye, ev alaya ji demê Xoybûnê virde wekî alaya Kurdistanê hatiye pejirandin û Kurdan vê alayê cara yekemîn li serê Çiyayê Gilîdaxê, sala 1927an hildan di bin rêvebiriya Ihsan Paşa de. Heyf û mixabin ku pkk Kurdan wisa dixapîne. Ev alaya ne ya KDPê ye, lê KDP wekî sembolekî neteweyî ji dîroka me xwedî lê derdikeve. Di saya PDKê û hemî partiyên din yên başurê Kurdistanê de ev alaya bi biryara Encumena (Parlamentoya) H. Kurdistanê hate pejirandin wekî alaya Herêma Kurdistanê-Iraq. Û ev alaya îroroj di asta navdewletî de jî tê pejirandin wekî alaya Herêma Kurdistanê-Iraqê. Şuna ku mirov jê aciz bibe û qedexe bike, divê mirov pê serbilind be. Ezê di nav wêneyan de belgenameyeke dîrokî ji arşîva Tirkiyê jî parve bikim ku salên 1930 de rojnameyekî Tirka wê alayê wesandiye û çîrê wê kiriye, wekî „çaput“ bi nav kiriye. Eger miletekî li dîroka xwe û li sembol û hêjayiyên dîrokî yên milet û welatê xwe xwedî dernekeve, ji dîroka xwe xerîb dibe, ji kok (rahên) xwe dûr dikeve, bê esil û bê fesil dibe. Ji bo vê yekê giring e ku Kurd xwedî li sembolên xwe yên neteweyî û niştîmanî derbikevin. Evên li sembol û hêjayiyên me xwedî dernekevin, yan bûne parçeyekî ji planên dijminên me, yan jî cahil û nezan in. Herdu jî ji bo me tehlûke ye, xeterî ye. Jiber ku ev têkbirina zanista dîrokî ye. Miletên dîroka xwe qenc nizanibin, dibin taştê û fîravîn û şîva dijminên xwe. Ji bo vê yekê Ehmedê Xanî, gotiye eger me hebûya dewlet… Ji bo vê yekê Celadet Alî Bedirxan, bangê li Kurdan dike dibêje: Bi Kurdî bifikire, biaxive, bixwîne û binivîse, xwedî li hêjayiyên xwe derbikeve. Ew alaya ku Xoybûnê wekî alaya Kurdistanê qebûl kiriye, encamê vê hizrê û hesta neteweyî û niştîmanî ye.

Li Navenda Kurdên Aachenê min gelekî Kurdên dilsoz, dilşewat û kedkarên doza dewletbûna Kurdistanê naskir. Hemiyan jî pîroz dikim. Eger di vê nivîsê de yek bi yek navê wan nanivîsim, hêvîdarim li min biborin.

Taybetiyekî jî ku ez bûme şahid gelekî xuşkên me di xebatên Navendê de çalak in, ev jî cîhê serbilindiyê ye.

Xala dawî, dixwazim bahsa xelatkirina ciwanan bikim ku Navendê jiber serketina wan a li dibistanan ku Liseyê xelas kirine, bekalorî bi dest anîne. Ev jî cîhê keyfxweşiyê û serbilindiyê ye. Keç û xortên nûgihayî pêşeroja me ne, misteqbela me ne. Ciwanan ji Kurdî hezdikir û bi Kurdî diaxivî. Cîlê (nifşê) ku em li diaspora kamilbûn û perwerdeya wan ji xwe re bikin armanc ev ciwan in; ciwanên zimanên xwe Kurdî û zêde zimanan dizanin, aşînayê çandên cuda ne û zana û serwerên pêşeroja xwe ne. Em hewceyê van ciwanan in.

Serkevtin ji we re.

Kurd mayîn, Kurd bûyîn û hemêz kirina çandên wan welatan em lê dijîn. Hevçaxî ev e. Xwe jibîr nekî, nasnameya xwe biparêzî û ziman û çandên di jî hîn bibî û bijî.

Têbinî: Wêne ji malpera hêja kekê Mehmûd Badilî hatiye wergirtin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev