”Oda xewê” û ”Delalê dê û bavê”

”Oda xewê” û ”Delalê dê û bavê”

Du helbestên ji helbestvanên me yên nivşên nû,

yek ji dervayî Kurdistanê û yek ji Kurdistanê,

lê herdu jî nêzîkî dilê her kurdekî kurdîhez, wêjehez, xwezahez û welathez.

Bira hemû rojên we bi van efrandinan va baristan bin.

Oda xewê

Xaylaza Reşîd

Oda min e xewê terî

Şewqa hîvê lê çira ye

Paldayî çevê min derî

Ev e bêyî va ye, va ye.

Şûşa derî mîna hergav

Diteyîse şewqa hîvê

Ser zarê min tu yî bê nav

Hişyar im şev nîvê şevê.

Ser kêleka dizivirim

Kewkî dikim belgî hêrsa

Qest stêrka dijmêrim

Giva xew ra herim usa.

Geş dibe stêrka sibê

Berbang mecalê dibire

Êvar da kesirî bi hubê

Evîntî ye, ketiye kirr e.

 

Delalê dê û bavê

Memê Miksî

Ax felekê te çi zû

Kever kir ev pirç û por

Vî rûyê hêj duh bê mû

Îro dinasim bi zor

Ev rûyê hilû û pak

Geş û spî wek şîrê mak

Qirmiçî girt rengê xak

Lê venabin gulê sor

Ji maçan vedibûn gul

Ne jan bûn ne derd û kul

Ne xebat bû, ne şixul

Xem nedixwar ji abor

Zar bûm wê hîn û gavê

Delalê dê û bavê

Diparastin ji avê

Hem ji agir û bahor

Digirt li bavo tilî

Li kû bixwesta dilî

Bê gazind û bê gilî

Digerandim l’derudor

Ez dibirim dikanê

Û dest dibir cizdanê

Ca ku bikire yanê

Çoklata û nokê şor

Bi zêr û zîv û pere

Wext ku çû venagere

Her serdest û serwer e

Bê sekan davêje tor

Mem dibêje sed xwezî

Ewê roja nav rezî

Bavê ‘Eyş a Çilkezî

Dida pey min ber bi jor

Li bin dara karçînê

Bi yek derba pehînê

Mal barkira ji dinê

Biketma nav hed û gor

Ne xwezî berî zewal

Ev endam bit mîm û dal

Bi alîkarya kopal

Bi rê biçim qor bi qor.

 

Wêne: ewran bi xêlîya xwe ya çîl-qerqaş serê çiyayê Dibûrî pêçaye, ku li gundê Pamba Kurdan ya navçeya Elegezê li Ermenîstanê kubar sekinîye. Meriv dibêje qey hema wî çiyayî di hemêza xwe da helbestvanê dewra me Fêrîkê Ûsiv xuliqandîye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Xaylaza Reşîd

Helbestvana kurd a navdar e. Pey dibistanê ra kolêca çarsale xilaz kirîye, li bajarê Tbîlîsîyê dersên kurmancî daye zarokan, 20 salan di Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê da karê çandî û folklorê kirîye, karê rojnamevanîyê jî kirîye. Pirtuka wê a bi navê Kaniya Dilê min, sala 2007an çap bûye, endama Pena Kurd e.

Qeydên dişibine hev