Şivan Perwer xelata ser navê Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm wergirt

Şivan Perwer xelata ser navê Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm wergirt

Şivan Perwer: Em hemû xemgîn bûn li ser dilovaniya mamosteyê giranbuha Prof. KINYAZÊ ÎBRAHÎM ê evîndarê azadiya gelê Kurd û Kurdistanê

Di 10ê Tebaxa 2022an de, li bajarê Almaty / Qazaxistanê Festîvala hunerî civakî bo bîranîna Mamosteyê nemir Prof. KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV ji hêla hezkirî, dost, heval û malbata vî bi şahî û şînî hate lidarxistin.

Gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermend ji her hêlên welatan û Kurdistanê hatin vexwendin.

Di Festîvalê de balkêşek taybet dabûn Mamoste ŞIVAN PERWER – ew li hengama Konsertê da ji destê lawê Kinyazê Îbrahîm – Wezîrê Kinyaz û serekê Weqfa ser navê Kinyazê Îbrahîm – Rafîkê Yaqûb bi xelata zêrînî ya li ser navê Prof. KINYAZÊ nemir hate xelatkirin.

Ji ber ku hezkirinek Kinyazê Îbrahîm ya taybetî û bêhempayî hebû ji bo Mamoste ŞIVAN; wek hunermendî, dengbêjî, netewekarî, şoreşgerî, dostî, hevaltî, xizmetguzarî û welatperweriya 50 salên çalakvanî.

Em hemû xemgîn bûn li ser dilovaniya mamosteyê giranbuha Prof. KINYAZÊ ÎBRAHÎM ê evîndarê azadiya gelê Kurd û Kurdistanê.

Sipasiya mezin ji bo malbata wî û serê tevaya gelê Kurd sax be.

Ew ê bi hezkirina gel û welat her li dil û heşê me da bijî…

Silav û Rêz

Şivan Perwer

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev