NİŞTİMANPERWERÊKÎ HEVDEM: NUREDÎN ZAZA

NİŞTİMANPERWERÊKÎ HEVDEM: NUREDÎN ZAZA

Latif EPÖZDEMİR 

 

Doktor Nûredîn (Yûsif) Zaza niştimanperwerekî şorişger û têgeyîştî bû. Ew di dîroka Kurdistanê de wek mirovekî nimûne tê yad kirin.

 

Nuredin ZAZA di roja 15’yê Sibata sala 1919, li Madenê hatiye dinyayê û ev mirovê şareza û rênîşanderê Kurd roja 7’ê Mijdara sala 1958’an li Swisrayê, bajarê Lozanê koça dawî kirîye.

 

Xebata herî nasîyar a Nûredîn Zaza, destana Memê Alan e. Wî, di dawîya sala 1958’an de “Destana Memê Alan” li Şamê, digel pêşgotineke zanistî da çap kirin. Di pêşgotina pirtûkê de ZAZA li ser qedir û giringîya zimanê Kurdi ji bo keç û xortên kurd wiha dinivsîne: “Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hez kirin û bi hevaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”

 

Rayedar û zanîyarê Kurd, pêşrev û welathizê Kurdistanî doktor Nuredîn Zaza şareza û hostayê xebata netewekar bû. Ew di destpêkê de, plakek ji bo bangeşanê, ku tê de helbesteke şairê gewre Qedrîcan a ku li ser Barzanî amade kiribû, çê dike.Zaza bi dengê xwe wê helbestê dixwîne. Helbestê, bi coşeke niştimanperwer û bi rengekî pir karîger û agirîn di plakê de tab dike. Paşî di nav gel de belav dike

 

Piştî tevgera Şêx Seîd û Araratê ji Kurdistana Bakur, gelek welatperwerên berxweder, berê xwe dabûne “bin xetê” ango Rojavayê Kurdistanê û li wir niştecîh bibûn. Di nav wan de Qedrîcan, Memdûh Selîm, Osman Sebrî, Mele Hesenê Hişyar û Reşîdê Kurd, Arif Abbas, Mela Ehmedê Namî, Evdê Têlo û Dr. Ahmed Nafiz û birayê wî Nûredîn Yusif (Zaza) li Qamişlo cîwar bibûn. Her wiha malbata Cemîl Paşazade li Dirbêsîyê bi cih bûn. Lê Hemza Begê Miksî digel çend welatperwerên din wek Evdirehmanê Eliyê Ûnis li Şamê bicî bibûn.

 

Zaza di xortanîya xwe de gernasek wêrek û çeleng bû. Di gencîtîya xwe de carekê, di Nîsana sala 1942’an de, xwe ji nav destên leşkerê Tirk rizgar kiriye û xwe ji tirêna navbera Helebê û Qamişloyê avêtiye û xwe geyandiye Amûdê.

 

Nûredîn Zaza di sala 1938’an de, di “Kluba Ciwanên Kurd-Jeune Kurde” ku li Amudê hatibû ava kirin, wek endam cî girt. Di nav endamê Kulûbê de, wê demê welatperwerên wekî Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Yusif Hirsan, Brahîmê Hacî Îsa, Ezîzê Darê, Ibrahimê Metinî endametî dikirin. Ew kulub gelek karên hêja li dar xistiye. Gelek sîrûd û helbest û gotarên şorişger di wê deme de hatine nivsandin. Nuredin Zaza divê komelê de dersê zimanê Kurdî dida.

 

Dr. Nûredîn ZAZA di jîyana xwe de, gelek caran sedem xebat û çalakîyên xweyên şorişgerane, hatiye girtin û ketîye zindanên Turkîya û Iraq, Sûriye û Libnanê. Ji xwe ji alîyê hukûmeta Tirkiyê ve jî ew û birê wî Dr. Ehmed Nafiz mehkûm bibûn.

 

Nuredin Zaza, di sala 1937’an de, piştî jenosîda Dêrsimê, desteyek xwendevanên Kurd li Şamê kom dike û bi wan re wefdekê çê dike, û paşî jî nivîseke narazîbûnê li dijî dewleta Tirkiyê didin piranîya sefaretxaneyên biyanî a li Şamê.

 

Her wiha ew pingav dibe destpêka damezrandina komela xwendevan û şagirtên Kurd a bi navê Komela Hêvî. Bê gûman Komeleya HÊVÎ wek rênîşandera rewşenbîrîyê, wek stêreke geş li asoyê rojavayê Kurdistanê geş bû û rê xweş kir ji bo xebata Kurdîtiyê û danîna gelek komele û kulubên ciwanan li piranîya bajarên Kurdî li Sûriyê.

 

Nûredîn Zaza, gelek çîrok û nivîsên hêja ji bo Kovara ”Hawar”ê dinivîsand, ew berhem ji alî Mîr Celadet Bedirxan ve, li Şamê dihatin weşandin û belav kirin.

 

Dr.N.Zaza, di sala 1944’an de dixwaze ku xwe bigêjîne Mela Mistefa Barzanî. Lewra dikeve rê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Lê mexabin, li Mûsilê tê girtin û nêzîkî salekê di zîndanên Iraqê de dimîne. Her di wê demê de, ango di dema zîndanê de têkoşerên wek Elî Hemdî, Mîr Hac û Ewnî Yûsif nas dike.

 

Ew di sala 1945’an de diçe Bêyrûdê ji bo xwendina bilind û cihê Dr. Kamuran Bedirxan digire bo birêvebirina Radyoya Kurdî, ku ji alî dewleta Firansa di dema Şerê Duwem ê Cihanî, heta sala 1946’an belav dibû.

 

Dr. Nûredîn Zaza, di bîranînên xwe de qal dike û dibêje : “Di wê sala ku Komara Kurdistanê li Mehabad ava bibû rewşa dezgehên Firansî li Libnanê bê ser û ber bûn, karî bûn ku bi rengê azadîyeke nispî kar bikin û bernamê radiyo ji bo pêşketina ziman û pirsa Kurdî bi kar bînin.”

 

Nuredin Zaza di sala 1947’an de, li Beyrudê “Komela Xwendevanên Kurd” ava dike û piştre jî, dibistaneke Kurdî ji bo Kurdên Bêyrûdê datîne. Dema ku di sala 1949’an de diçe Siwîsrayê, bi Îsmet Şerîf Vanli re hevnas dibe û di heman salî de”Komela xwendevanên Kurd li Ewropa” datînin û kovarekê bi navê “Dengê Kurdistan” amade dikin ku li Parîsê were çap kirin. Lê ew komel tenê dikare salek xwe li ser pê ragire.

 

Niştimanperwerê hevdem Dr. Nuredin Zaza, di sala 1950î de, bi navê wefda Kurdistanê beşdarê “Festîvala Gencên Cîhanê” a li Budapesteya Macaristanê dibe. Ev pêngav li xweşê partîyên sosyal-şovenên derdor naçe. Dixwazin pêşî li Nuredin Zaza bigrin. Lê, serokatiya festîvalê mafê temsilkirin û li ser navê Kurdistanîyan axaftinê dabû gecê Kutd Nuredîn Zaza.

 

Nuredin Zaza, di “Festîvala Xortên Cîhanê” de, beramber hemû astengiyên ku partiyên komunîst yên rojhilata navîn (Sûrîye, Turkiye, İran û Iraq), wî xwe mina nûnerê Miletê Kurd hesab kir di festîvalê de li ser vî navî û helbestek li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî li pêşiya 5000 kesî xwend. Piştî çend rojan ji wê Festîvalê, li Sofyayê paytexta Bulgaristanê li kongireya xwendekarên cîhanê, Nuredin Zaza wek nûnerê Kurdistanê hate pejirandin.

 

Dr Nûredîn Zaza di bîranînên xwe de derheqê vê bûyerê de dibêje: “Ew serkeftineke mezin bû. Vêca ez rihet û bi dilekî xweş vegerîyam Swîsrayê.”

 

Nuredin Zaza. Ev şoreşgerê qedirbilind, di civîneke giring de, narazîbûna xwe a derheqê girtina şairê bi nav û deng Nazim Hikmet de beyan dike û li ser vê kiryarê dewleta Turk şermezar dike.

 

Nûredîn di her hal û mercek de, li ser xebat û çalakîyên Kurdperwerî bû. Bêguman ev xebat berhemên gelek baş jî dianîn holê ku yek ji wan berheman “Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa” bû. Komel, di 16’ê meha 8’an a sala 1956’an de, paş vegera wî a ji bo Sûriyê, ji alî 17 xwendevanên Kurd ji hemû perçên Kurdistanê li zanîngehên welatên cihê li Ewrûpayê, li bajarê Weisbaden li Elemanya Rojava hatibû damezrandin.

 

Di paşiya sala 1937’an de, Nûredîn Zaza û çend hevalên xwe, tîmeke fûtbolê bi navê Kurdistan li Şamê çêdikin. Tîma Kurdistan pir xweş dileyize û pêlewaniya Sûrî distîne. Lê sedem navê xwe ew nişane nadin tîma futbolê a Nuredin û hevalên wî.

 

Dr. Nûredîn doktora xwe di felsefa perwerde (pedagogik) de li zanîngeha Lozanê‚ temam dike paşî careke din di sala 1956’an de, vedigere Sûriyê. Di sala 1957’an de, gava ku Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê tê damezrandin, Dr. Nûredîn dibe serokê partîyê.

 

Di xebata xwe de li Sûriyê, Dr. Nûredin çendîn caran hate zîndan kirin. Di sala 1960’an de, digel piranîya koma serokatî û kadroyên PDKS hate girtin û wekî salekê di zîndanê de ma.

 

Nûredînê çalak û jêhati, di warê rojnamegeriyê de jî gelek bikêrhatî bû. Di temenê 20’an de bibû nivîskareke baş. Di nivîsên xwe de, wî her tim li ser giringîya zimanê Kurdi rawestîyaye. Mebesta wî, pêşdabirin, xwendin û fêrkirina zimanê kurdî bû. Di kovarên Hawar û Ronahî de berhemên wîyên bi vî rengî gelek hene. Mirê rewşenbîrîya Kurdî û serpereştê Hewarê, Mîr Celadet Bedirxan, çîrokên wî yên kurt pir bilind dinirxîne û wî weke Çexovê Kurdan bi nav dike

 

Nuredin Zaza, di sal 1947’an de, derenca Lîsansê a di warê zanîstên siyasî de ji Zanîngiha Fransawî a li Bêyrûdê distînê û diçe Swîsreyê ku xwendina xwe ya bilind biqedîne.

 

Li Swisreyê, qonaxeke nû û girîng ji bo Nûredîn Zaza dest pê dike. Wî wek hesteke milli li ser şanê xwe wezifeyeke giring hisab dikir ku lazime ji bona miletê xwe her tim li ser kar û xebatê be. Lewra Nûredîn ne radiwesta.

 

Nuredin Zaza di jîyana xwe a edebî de, bi sedan gotar di rojname û kovarên Kurdî (Hawar û Ronahî, dengê Kurdistan, Hêvî) û gelek kovarên biyanî de nivîsandîye. Zaza, “Destana Memê Alan” ji nûve çapkir. Her wiha di sala 1982’an de, wî pirtûkek bi navê “Ma vie de Kurde” (Jiyana min a Kurdî) bi naveke din, “Hewara Miletê Kurd” nivîsand ku tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di derheqê pirsa Kurd û Kurdistanê de kiribû.

 

Dr. Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Swîsrayê borand. Li wir, sala 1972’an, bi keçeke Swîsrayî a bi navê Gilberte Favre re zewicî. Ji wê zewacê di 1973’an de kurikê wan çêbûye.

 

Mixabin ku Nûredîn Zaza di roja 7’ê Cotmeha sala 1988’an ji ber nexweşiya penceşêrê mir. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê hatîye veşartin.

 

Digel hemû êş û derdan, Dr. Nûredîn heta rojên dawî yên jiyana xwe ji bo pêşketina ziman û çanda Kurdî û rizgarbûna gelê Kurd û Kurdistanê kar dikir.

 

Nûredîn yek bû, lê wî bi qasî 100 kesan kar û xebat dikir.

 

Ez vî tekoşerê hêja di salyada koça wî de bi rêz û ihtiramek mezin yad dikim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev