Pîrozbahîya Konfederasyona Revendên Kurdistanî

Pîrozbahîya Konfederasyona Revendên Kurdistanî

Ji Partiya Demokratî Kurdistanê – PDKÎ re

 

Xwişk û Birayên birêz,

Endam û Birêvebirên her du Partiyên Demokrat!

 

Bi ser navê Konfederasyona Revendên Kurdistanî ji dil û can ve biryara we ya yekgirtina her du partian pîroz dikin û di xebatê û têkoşîna we ya pêşerojê de serkeftinê dixwazin.

Em wek Revenda Kurdistanî biryara we, biryareke pîroz û biryareke dîrokî dinirxînin. Em hêvîdar in ku ev yekgirtina we bibe nimûne ji bo rêxistinên siyasî yên parçeyên din yên Kurdistanê.

Birêzan, îro ji hemû deman zêdetir pêwistîya me ji yekgirtin û nêzîkbûn û tevxebatê heye. Rêya bihêzbûnê di rêya yekgirtin, di têkoşîna bi hev re û di yek helwestê de derbas dibe. Ji bo wê jî divê em berjewendîya mafên neteweyî û berjewendîya ji bo dewletbûyinê têxin pêşîya hemû tiştan.

Tu kes, tu hêz û tu dewlet ne heyrana çavên me kurdan e. Hemû jî li gor berjewendîyên xwe tevdigerin. Divê êdî hemû cîhan qebûl bike ku milletê kurd jî weka hemû milletan bibe xwedî dewlet. Gava em bibin dewlet, ewê her kes bixwazin an nexwazin me qebûl bikin û hurmeta me bigrin. Loma jî divê em girîngîyê bidine dewletbûyinê. Dewletbûyin çareserîya bingehîn e.

Ji bo vê armancê em kurdên Kurdistanî girîngiyeke taybet didin xebat û çalakîyên Lobî û Dîplomasîyê. Pêwistiya me ji piştgirî û alîkarîya dîplomasîyan heye. Dem hatîye ku xwedî û nûnerên doza Kurdistanê bi hev re piştgirîya kesayetîyên di qada dîplomasî û di meydana siyaseta navneteweyî de çalak in, bikin.

Em baş dizanin ku ev yekgirtina we dê bi xebat û têkoşîneke xurt ve hêvîyê bide gelê Kurdistanê û bi taybet gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê.

Hûn her hebin û her bijîn.

Bi hêvîya serkeftinê Silav û Rêz

Konfederasyona Kurdên Diyasporayê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev