TÛRIKÊ ZERIKÊ

TÛRIKÊ ZERIKÊ

Kurê Reşîd

Çar perdeyên embriyoyî heye; tûrikê zerikê, perdeya serav (bi înglîzî: amnion), perdeya koriyon (bi înglîzî: chorion) û perdeya elentoyîs (bi înglîzî: allantois).

Perdeyên embriyoyî di hefteya duyem a perisînê de, piştî çeqînê peyda dibin û di qonaxa embriyoyî û qonaxa korpeleyî de perisîna perdeyan didome.

Perdeya zerikê ji çîna hîpoblast çê dibe û bi şêweyî tûrik e, loma wekî tûrikê zerikê (bi înglîzî: yolk sac) tê navkirin. Ji perdeyên embriyoyê, pêşîn tûrikê zerikê, paşê perdeyên din tê çêkirin.

Tûrikê zerikê xişok, balînde û hin memikdaran ji bo xwedikirina embriyoyê zerik embar dike. Wekî mînak zerika hêka mirîşkê di nav tûrikê zerikê de cîh digire. Geşebûn û peresîna embriyo û korpeleya mirov di malzaroka dayikê de çê dibe.

Xurek û madeyên pêwîst ji xwîna dayikê tê dabînkirin,loma di tûrikê zerikê embriyoya mirov de zerik nayê embar kirin.

Tûrikê zerikê ji xaneyên trofoblast xurek dimijînin û dişînin bo embriyoyê. Hefteya çaremîn a peresînê de embriyo ji aliyê plasentayê ve tê xwedîkirin, qebareya tûrikê zerikê ji wê gavê şûnve kêm dibe. Bi peresîna embriyoyên mirov de, tûrikê zerikê dibe beşek ji coga herisê.

Bo embriyoya mirov, erkê bingehîn ê tûrikê zerikê, berhemkirina xaneyên xwînê ye. Xaneyên xwînê yên pêşîn di tûrikê zerikê de tên çêkirin. Herwisa xaneyên pêşeng ên hêkexane û spermê jî di tûrikê zerikê de tên çêkirin.

* Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/wiki/T%C3%BBrik%C3%AA_zerik%C3%AA

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev