XWEDA, XWEZA, EZDA: ÊZIDÎ – 3

XWEDA, XWEZA, EZDA: ÊZIDÎ – 3

Nivîskar û lêkolerê navdar rêzenivîseke gelek balkêş li ser

dînê êzdayetîyê amade kirîye û beş bi beş ji malpera me ra dişîne.

Em sipasîya wî zaneyê dînê kurdan yê kevinare dikin û bi

xwendevanên malpera me ra tevayî bi vê berhema delal va xwe bextiyar dibînin.

Fermo, îro beşa wê a dawî bixwînin.

Agît Yazar

 

…Hooo zêmarbêjê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatiye zêmara “dêran” bilorîne?

 

Kesên dilê wan ji barê êşa vê zêmarê hilgirtî! Wa bihesibînin nivîskarên van reşbelekan, zêmarbêjekî xeşîm e. Niha dê bi xeşîmî, ji we re zêmara dêran bilorîne.

Dêran, yanê çi? Dêran, ango ji daristanekê bimîne kom-darek, ji kom-darekê binîne darek, ji darekê bimîne gulîyek, ji gulîyekî jî bimîne gopalek;

Ji welatekî bimîne bajarek, ji bajarekî bimîne gundek, ji gundekî bimîne malek, ji malekê jî bimîne kokim-kalek.

Ji împeretoriya Xaltan ma herêma Xalta, ji herêma Xalta ma eşîra Xalta, ji eşîra Xalta ma çend gundên Xaltayî, û ji wan çend gundan jî ma apê Pîr Hemê yê heyştê-nod salî. Niha jî hûn ê zêmara apê Pîr Hemê yê Kurdê êzdî bixwînin û guhdarî bikin. Fermo!

 

DÊRAN

 

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatiye zêmara şêrê birîndar, bilorîne?

 

Gopalê apê Pîr Hemê yê tenêmayî, li ber e û bi gavên westiyayî dimeşe. Teyê bigota qey gopalê wî, texlîda pişta wî ya xuz kiriye. Kalîtîyê, pişt lê xûz û çong lê tewandi be jî, lê dîsa jî nikarîbû bejna wî ya dirêj, kurt bide xwuyakirin. (Jixwe hemû gerok, çavdêr û dîroknasan dane xwuyakirin, gelê Xaltayî bejin-bilind bûne).

Ez û ew em bi hev re dimeşin. Apê Pîr Hemê, gavên fire jihev vediqlêşe, lê zû diweste û hema li wêderkê xwe bera ser kursiya pilastîk dide.

Ez xwe digrim û berdidin, nizanim ka bi pireseke çawa kulên wî nikilderî bikim. Meriv fikaran dike, hema bi carekê birîna wî der bibe û meriv bimîne di bin bendava êş û elemên wî de. Bi pirsa yekemîn re, bejna xwe ber pêş ve tîne û nola marê teyar xwe di ser min de kokevanî dike. Sivik-bayek li bin simbêla wî ya gij dixîne. Simbêl, li ser lêva radibin mîna sîxên sîxurrekî firşikteng ku xwe ji sîx-reşandinê re adamdekiri be. Bi sewteke hêrsokî û lomebarkirî, diqîre. Heta heft bavê xwe ji min re dihejmêre ku ew xwediyê wan erd û ava ne. Ji tilîya xwe ya qeleqûçkê destpêdike: “Bekir, Kemo, Slêman, Emer, Smaîl, Hecî, Hemê”

Apê Pîr Hemê, dixwaze biqîre. Lê bila çavê kalbûyinê birije. Qîrîneke fetisokî ji gewriya wî hildibe, dibêje: “binere a vaye min ji te re navê heft bavên xwe jimart. Û tapuya me jî heye.”

Destê xwe li çonga xwe dixîne. Destê xwe yê bi qasî rimekê dirêj, ber bi mala xwe ya serobin(duqat) ve dirêj dike, dibêje: “Çongên min diêşin. Ez nikarim herim jor. Tapu li jor in…”

Apê Pîr Hemê berdewam dike: “Hîn jî me rehet bernadin. Hinek van rojan fesidîne me, dibêjim em ê çewlika dewaran li nava gund çêbikin. Tînin rêxa dewarên xwe li nava gund vala dikin.”

Apê Pîr Hemê, nola şêrekî birîndar, bermala xwe dihefidîne. Lê çi bikî! Tu bi Rustemê Zal be jî, destê tenê deng jê nayê. Di demajoya hevpeyvînê de, hestiyar dibe. Lome jê nabe. Karesatên bi serê wan de hatî, bila di serê dar û beran de neyê.

Di dilê xwe de dibêjim: belê apê Pîr Hemê. Bê xwedê dibeee, bê xwedî nabe! Lê mixabîn, heta tevgera kurdên nûjen yên van salên dawî, me xwedîtî lihev nekir. Beriya tevgerên Kurdên nûjen, Kurdên misilman yên paşverû ku  heta çend bav berê êzdî bûn, lê ji tirsa re dînê kal pîrê xwe terikandin û misilman bûn. Vêca hinek ji wan li kurdên êzdî hatibûn xezebê.

Di nava demajoya dîrokê de, çi gava kurdan, dîn dane paş û kurdayetî derxistine pêş, hingê serkeftinên mezin bi destxistine. Nimûneya wê ya berbiçav jî, tifaqa Mila û Şerqiya, ango ya Zortemîr Paşa yê Milî û Evdiyê Milhim-Dewrêşê Evdî yê Şerqî ye. Herwiha niha jî nimûmeya Şengalê, eyan li ber çava ye.

 

KOÇBERIYA XALTA YA JI SERHEDÊ

 

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatiye zêmara sozên jibîrkir, bilorîne?

 

Di şerê Çardêranê de, Osmanî, bi destega mîrên Kurdan, li hemberî Sefawiyan bi serdikeve. Di ser şerê Çardêranê re, nêzî sed sal derbas bûbû. Êdî Osmanî bûbû zir-împeretoriyeke dêwasa. Lema jî Osmanî, girêka xwe bi pişt xistibûn û mineta wan ji mîrên kurdan nemabû.

Sozên dabûn mîrên kurdan? Sozên çi, halê çi! Ha soz ji deva derket, ha tirek ji qulê filitî.

Osmanîyan êdî dixwest hêdî, hêdî pergala statuya mîregiyên Kurdan yên nîvserbixwe, belav bikin. Lema jî ji kurdên êzdî, dest bi kiryarên xwe yên xerab kirin. Lewra kurdên êzdî, çeka destê mîrên kurdan ya herî hêzdar bû. Lehengiya egîdên êzdîya, dinya dagirtibû. Lê ji ber ew êzdî bûn, pirr bi hêsanî dikarîbûn kurdên sunî li hember wan bihata sorkirin. Ev pilaneke xiniz, ya şêr bi şêr bide xeniqandin bû.

Osmanî, li gel hinek eşîrên hevkarê xwe yên kurdên paşverû, di nîvê sedsala 17min de, dajon li ser kurdên êzdî. Êzdîyên Xaltayî, ji derdora Wanê koçber dibin û bi hezaran, derbasî deşta Xerza dibin û li wir bi cîh dibin.

Li rojava çemê Batmanê, li başûr çemê Dîcle, li rojhilat çemê Botan û li bakûr jî behra Wanê, sînorê eşîra Xalta dihundurand. Paşê, heta Kobanê û Şengalê jî diçin.

Hemû çavkanî yên dîrokî didin xwuyakirin ku, ev eşîra dêwasa paşhatiya împeretoriya Xalatayî yê dêrîn e. Ev damara kurdên dêrîn ya êzdî, tim û dayîm xwe wekî Xaltayî û navbera van çemên ji wan re bûne sînor, ku min ew li jor destnîşan kiriye jî, wekî welatê Xalta pênase kirine. Ev ji bo gelê Kurd, mijareke jiyanî, herwiha pirr û pirr girîng e. Lewra, ti çavkaniyeke dîrokî nikare xelekek evçend zexm wanî di navbera Xaltayîyên dêrîn yên sê hezar 300 sal berê û Xaltayîyên roja me wanî bi heve girê bide.

Paytexta welatê Xalta jî, gundê Ridwanê bûye. Heta sed sal berê jî, gundê Ridwanê navçe bû.

Dîroknas Xerzî Xerzan dibêje: “Bi raya min Ridwanê, navê xwe ji Wana-Rind wergirtiye. Di nava demajoyê de tîpa “n” ketiye, bûye Rid-Wan. Ango divyabû, Rind-Wanê bûya.”

Bi raya min ev analîza bêjanasî ya birêz Xerzî Xerzan a li ser gundê Ridwanê kiriye, sedî sed di cî de ye. Lewra paytexta Xaltayî û dergehê Ezdan Xaltî li Wanê ye. Û bi raya min divê dergehê Ezdan Xaltî, bibe qiblegeha êzdîyên Xaltayî û kurdên nûjen.

 

MALA ZORO AXA 

 

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatiye zêmara egîdê xwediyê rima sêhrawî bilorîne?

 

Di ser bicîhbûyina Xaltayîyên li herêma Xerza re, 200 sal derbas dibe. Di nava demajoya 200 sala de, nola êzdîyên li herêmên din, ew jî tûşî gelek fermanan tên. Êrişên bê navber, toximên egîdan ji nava wan kêm kiriye.

Ji nava welatê Xalta, malbatek heye jêre dibêjin mala Kok Axa. Erê dibêjin axa, lê di rastiya xwe de ew mîr bûn. Mîrê welata Xalta bûye. Wekî ji nav jî eyan dibe, bi “koka” xwe serkêşên Xaltayiyan bûye.

Egîdekî bi navê Zoro (nevîçirkê Kok Axa) hebû ye. Lehengiya wî, erd û ezman dagirtiye. Hesab bikin, Mîrê Botan jî, ji ber wî daxwarî ye.

Çar kurrên Zoro Axa hebûne. Bişar, Îskan, Qaso û Sêrdîn. Yek ji yekî egîtir bû. Bişarê Zoro, xwediyê rima sêhrawî bûye. Zû zû, kesek ji ber rima wî ya dûr-avêj nefilitîye. Îskanê Zoro jî, di şerrekî de bi xedarî birîndar dibe. Lê ji egîdên hevalê xwe tika dike ku, wî li ser hespê wî girêbidin. Daku neyar bi çavê xwe nebînin ew ji ser hespê xwe bikeve xwar. Û egîdên Xaltayî yên wekî din jî, gelek hebûne.

Em van egîdan bihêlin li vir. Bila ew şûr û rimên xwe li çerxê bixin. Em derbasî ba Mîrzikê Zaza bibin.

 

MIRZIKÊ/MÎRZEYÊ ZAZA

 

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatîye zêmara dara pîr, ya zewala wê ji wê, bilorîne?

 

Li derdora salê 1830î, heft malbatên di bin sîwana komfederesyona Xalta de bûn, li hev dicivin û Mîrzikê Zaza ji xwe re wekî serkêş hildibijêrin.

Mîrzikê Zaza, di şerrê xwe de egîdekî bê tirs bûye. Di karê rêvebiriya Xalta de jî, mîrekî bexşende û dadimend bûye. Xwusyetekî wî yê eyan jî ew bû: cendekê neyarê xwe, her kefenkirî binax kiriye.

Şêx Qasimê Têlanî (Têlan, gundekî Misircê ye) çiqas murîd  û sofiyên paşverû hebûn, ji herêmê berhev dikin û dişînin li ser Xaltayîyên welatê Xalta. Şêx Qasim, ji murîd û sofîkên xwe re dibêje: “Şûrê êzdîyên ‘kafir’ canê we nabirin. Û qetla wan li we helal e. Herwiha jin û malên wan jî.” Û dibelişin ber hev; cilqîniyê ji hevdu tînin. Nola şerrê du dewletan, wanî bi hev re şerr dikin.

Gava egîdên Xalta, şûrê xwe dawdişînin ji hustuyê sofîlokên Şêx Qasim de, şûrê wan nabêjin na û bi dilbijandin wan qirrim dikin.

Şêx Qasim ê bê keramet, têkdişkê. Aşê avê, bi xwîna sor digere. Lêmişta laşên kurdên her du aliyan, li ber çemê Bota digewime û piştre li gola Natoran gerrîneka cendekan, bênder digerîne. Evîndar û destgirtiyên egîdên Xaltayîyan, kezîyên xwe yên nola lefekên marên reş ên nû kefen-avêtî, kurr dikin û bi kêla egîdan ve darve dikin.

Şêx Qasim, hewarê ji Osmaniyan dixwaze. Bi fermana waliyê Mûsilê, serleşker Hesabê/Esafê Cibo yê Gergerî, ji keleha Rimêla, bi sî hezar sofî û leşker, herwiha bi deh hezar siwarî, dajo li ser welatê Xalta.

Xaltayî, ji ber êrişên dijwar gelkî tengav dibin. Mîrzikê Zaza, cimata rûsipyên xwe bi xwe re radikin û berê xwe dide ba Çelo yê Pîrmend.

Çelo yê nod sale yê rûsipiyê rûsipiyan, Mîrzikê Zaza û meclîsa wî bi dilovanî pêşwazî dike. Mîrzikê Zaza, ji Çelo yê pîrmend daxwaz dike, ji wan re tevdîrekê bigerîne. Daku li hember êrişên dijwar, bi ser bikevin.

Çelo yê Pîrmend, buruyên xwe yên kulx yên nola du simbêlan ku miqîm ber çavê wî dinuxwumand, ji ber çavê xwe dide alî, destmalekê li ser girê dide û diçe li ber arê tifikê rûdinê. Bi destê xwe qehweyeke kurmancî ji Mîrzikê Zaza û cimeta wî re dikelîne. Tîne qehwê bi destê xwe jêre pêşkêş dike. Çelo yê Pîrmend, piştre vê şîreta efsanewî ji Mîrzikê Zaza yê mîrê welatê Xalta re pêşkêş dike. Dibêje: “Li qada cengê, bila egîdên Xalta li pêş bin. Bila egîdên mala Zoro jî li pişt wan paşmêrî bin. Gava egîdên mala Zoro çav li xwînê bikevin, xwe ranagrin û ew ê xwe li eniya pêş a şerrî rakişînin. Ev yeka hanê, ew ê qayişkêşîyekê di navbera egîdên Xalta û yên mala Zoro de pêkwerîne. Hingê ti kes ew ê nikaribin xwe li ber wan egîdan rabigrin.”

Mîrzikê Zaza yê mîrê Xalta, bi ya Çelo yê Pîrmend dike û di şerrê xwe de bi ser dikeve.

Xaltayî di şerrê xwe de bi ser dikevin. Lê çi xebînet, dawiya êriş û fermanan nayê. Carekê şêxik-mêxikên hevalbendên Osmaniyan, kuştina êzdiyên Xaltayî li murîdokên xwe helal kiribûn. Dawiya qirrik û qertelên çoloçiya dihat, dawiya murîd û sofîlokan nedihat.

Di şerekî dijwar de, Mîrzikê Zaza dîl dikeve destê Osmanî… Şevek ji şevên çileyê zivistanê, Mîrê welatê Xalta, Mîrzikê Zaza ji zînda Amedê direve. Ew û kurrekî xwe ye. Tê xwe di şikefteke gundê Çinêra (gundê apê Pîr Hemê) de vedişêre. Lê şev sar e. Mîrê welatê Xalta û kurrê xwe di wê şikeftê de diqerrisin. Êzdîyên Xaltayî, mîrê xwe ango Mîrzikê Zaza li goristana gundê Çinêra, binax dikin.

Niha apê Pîr Hemê, bi tena serê xwe li vî gundî dimîne. Naxweze bîrdariya Mîrzikê Zaza û egîtdên welatê Xalta tenê bihêle. Nola şêrekî birîndar, wan diefidîne.

 

Hooo zêmarbêjê rêwiyê ji riya dûr hatî! Gelo tu hatîye zêmara “ji pezê pirr, ma kavirrê kurr” bilorîne?

 

(Dawî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev